Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1129’emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD’ê yên Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Bekir Demîr ku di 13’ê Cotmeha sala 1993’yan de hatibû windakirin, hate pirsîn.
Daxuyaniya vê hefteyê endama ÎHD’ê ya Stenbolê Zeynep Yildiz xwend.

