Li Îranê zextên li dijî aktivîstên ji gelên cûda û xwendekarên beşdarî xwepêşandanan bûne didomin. Rejîma Îranê bi hinceta sûcên cûda xwendekaran û aktivîstan digrin û wan mehkûmî cezayên herî giran dikin.
Li gorî nûçeyên di medyaya xwendekaran de hatine weşandin, li Îranê xwendekara beşa jimaryariyê ya 23 salî Necmeh Emînî ji ber ‘çalakiya operasyonel a li dijî ewlehiya neteweyî’ bi 12 sal, 6 meh û rojek cezayê girtîgehê hate cezakirin. Her wiha aktivîsta Azerbeycanî Sîma Elîpûr, li gel çar aktivîstên din, ji bo şaxa sêyemîn a Dadgeha Şoreşê ya Tebrîzê hatin gazîkirin
Necmeh Emînî di 11’ê Sibata 2026’an de, dema kontrolên li herêma Bazara Ferdewsî ya Meşhedê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bikaranîna tundiyê hate binçavkirin, lêdan û birin Girtîgeha Vakilabadê. Nêzîkî sê mehan di huncreya yek kesî ya qawîşa ewlehiyê ya vê girtîgehê de ma û niha di beşa bi navê ‘Arameş’ de tê girtin.
Li gorî nûçeyên hatine weşandin, ji dema girtinê ve, Necmeh Emînî ji mafê dîtina parêzerek bi xwe bijartî û dadgehkirina adilane bêpar tê hiştin û bi sûcên ‘serhildan, ‘hevkariya bi Îsraîlê re’, ‘heqaretkirina serokatiyê’ û ‘pevçûna bi rayedarekî hikûmetê re’ tê sûcdarkirin. Her wiha di dema lêpirsînê de zexta bi zorê îtîraf bike lê hate kirin.
Her wiha li Şaxa 6’emîn a Dadgeha Cezayê ya Xorasan Rezewî doz li xwendekarê hatiye vekirin û biryare ku danişîn dawiya meha Îlonê bê dîtin.
DADGEHA ŞOREŞÊ YA TEBRÎZÎ BANGÎ 5 AKTIVÎSTÊN AZERBEYCANÎ KIR
Rêxistina mafên mirovan belav kir ku li gorî agahiyên elektronîkî yên li ser pergala SANA hatine weşandin, Sîma Elîpûr, Huseyîn Îsmaîlî, Vahîd Abharî, Nîma Radmaneş û Salar Taher Afşar divê di 1’ê Îlona 2026’an de, saet 11:00’ê sibê ji bo dîtina danişînê, li Şaxa Sêyemîn a Dadgeha Şoreşê ya Tebrîzê ku li Kompleksa Dadwerî ya Şehîd Beheştî ye, amade bibin.
Ev her pênc aktivîst bi sûcên ‘propagandaya li dijî rejîmê’, ‘têkdana raya giştî’ û ‘amadekirina belgeyên sextê yên dewletê’ tên sûcdarkirin.
Yek ji wan kesên ku hatine gazîkirin, Salar Taher Afşar, niha li Girtîgeha Evînê cezayê pênc sal ê girtîgehê dikşîne.
Bangkirina Sîma Elîpûr di demek ku aktivîstên sivîl û siyasî yên jin li Îranê, di nav de jinên Azerbeycanî jî, rastî zext û sînordarkirinên dadwerî û ewlehî berdewam dike de pêkhat.
121 AKTIVÎSTÊN SIYASÎ, SIVÎL, AKADEMÎSYEN Û REWŞENBÎRAN BANG KIRIN
Beriya çend rojan, 121 aktivîstên siyasî û sivîl, akademîsyen û rewşenbîrên ji Başûrê Azerbeycanê ku li derveyî Îranê dijîn, bi daxuyaniyek hevbeş fikarên xwe yên derbarê rewşa aktivîstên Azerbeycanî yên li Îranê anîn ziman.
Kesên ku daxuyanî îmze kirine, bang li hikûmetan, raportorên taybet ên NY, Mîsyona Lêkolîna Rastiyan a NY a li ser Îranê û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kirin ku rewşa aktivîstên Azerbaycanî ji nêz ve bişopînin û pêvajoya birêvebirina dozên wan bişopînin.
Her wiha ji bo maf û azadiyên bingehîn ên çalakvanên Azerbaycanî li Îranê bên garantîkirin, daxwaza bikaranîna kapasîteyên yasayî û dîplomatîk kirin.

