În, 6 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyê siyasî Emîn Çetîntaş rastî lêgerîna tazî û tundiyê hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar li Mereşê hevdîtin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Ji bo serketina pêvajoyê gavên şênber mecbûrî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşkêşvanê Çira TV û kedkarê çapemeniya azad Mûsa Alo koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokwezîrê Iraqê bi Tom Barrack re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Bila YOK bê rakirin, zanîngeh bêne azadkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Karayilan: Şehîdên me nirxên me yên herî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê êrîşî rafîneriyek a  petrolê hate kirin: Kesek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kameran Osman: Li Herêma Kurdistanê di 30 salan de 238 zarok bûne qurbaniyên şer

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên azadiyê li Sineyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hisên Hecî: Divê civaka Êzidî vê derfeta dîrokî ji dest nede

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sêweregê starta 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora KCDP’yê ya meha Cotmehê: 20 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Di meha Cotmehê de zextên li hemberî rojnamevanên jin dom kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJK’ê banga ji bo 25’ê Mijdarê: Niha dema xweparastinê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > 12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir
Çand û Hûner

12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, 12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê ku hatî organîzekirin; bi panel, nîşandana fîlm û dîwana dengbêjan dest pê kir. Di çarçoveya festîvalê de bang li her kesî hate kirin ku beşdarî meşa “Gavek ji bo Aştiyê” bibe

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Gulan 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, 12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê ku ji aliyê Şaredariya Cizîrê û Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek ve tê organîzekirin, dest pê kir. Festîvala ku dê sê rojan berdewam bike, li qada Rezê Mîra ya ku Kela dîrokî ya Birca Belek lê ye, tê lidarxistin. Gelek rêxistinên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û bi sedan kes tevlî festîvalê bûn. Destpêka festîvalê, di çarçoveya 15’ê Gulana Cejna Zimanê Kurdî de, bi pêşengiya komeleyên ziman ên Şirnexê bi meş û daxuyaniyeke çapemeniyê hate kirin. Her wiha li qada festîvalê lîstika sobekariyê jî hate pêşkêşkirin.

PANELA ‘ZIMAN, WÊJE Û PSÎKOLOJIYA CIVAKÊ’

Di çarçoveya festîvalê de panelek bi sernavê “Ziman, wêje û psîkolojiya civakê” hate lidarxistin. Moderatoriya panelê ji aliyê endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Şirnexê parêzer Cihad İnanç ve hate kirin û rêvebira Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdiyê Evin Kulja û nivîskar Faysel Ozdemir wekî axivêr beşdar bûn. Faysel Ozdemir diyar kir ku ziman bingeha jiyana civakî ye û got, “Bêyî ziman, wêje, huner û psîkolojî nabe. Heke ziman nebe, em jî nabin. Wêje li ser civakê roleke pir mezin dileyize.” Panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.

DENGBÊJAN STRANÊN XWE JI BO AŞTÎYÊ STRAN

Di festîvalê de fîlmê kurt ê bi navê “Navnîşan” ê ku di sala 2022’yan de ji aliyê derhêner Aram Dildar ve hatibû çêkirin, hate nîşandan. Fîlm behsa çîroka mamosteyekî dike ku ji ber navên gundan ên hatine tirkîkirin, nikare bigihîje cihê erka xwe. Roja yekem a festîvalê bi dîwana dengbêjan bi dawî bû. Di dîwana ku li qada Rezê Mîra hate avakirin de, dengbêj Lavînya, Îpek Tok, Hecî Ehmedê Şilyanî, Mihamedê Batî û Xelîlê Serigî, klamên herêma Botanê pêşkêş kirin. Her wiha di festîvalê de bang hate kirin ku her kes beşdarî meşa ku dê sibê li Taxa Cûdiyê bi dirûşma “Gavek ji bo Aştiyê” bê lidarxistin, bibe.

FESTÎVAL DÊ BIDOME

Di roja duyem a festîvalê de li Salona Konferansê ya Şaredariya Cizîrê pêşbirka agahiyê ya di warê çand û zanistê de dê bê li dar xistin. Li Parka Botaşê ji bo zarokan atolye dê bêne çêkirin. Bername dê bi konsera Koma Dengê Botan û hunermend Yusuf Oguz berdewam bike. Di roja dawî ya festîvalê de şanoya yekkesî ya hunermend Ayhan Erkmen a bi navê “Hawar” dê bê nîşandan. Piştî çalakî û atolyeyên zarokan, festîval dê bi konsera Koma Stêrkên Cûdî û hunermend Rojhat Cizîrî bi dawî bibe.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞIRNEX

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kadîr Înanir kirin çavdêriya awarte
Nûçeya Pişt re Hejmara nû ya kovara Xwebûnê bi mijara ‘sosyalîzmê’ derket
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD’ê nasnameya şehîd eşkere kir

QSD'ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir ku di êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê de şehîd bû.

Ji aliyê Stêrk TV

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê piştgirî da banga Rêber Apo

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê piştgiriya xwe ya ji bo banga "Civaka Aştî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Nîjeryayê di êrîşa hewayî de herî kêm 16  sivîl jiyana xwe ji dest dan

Artêşê li eyaleta Zamfara ya li bakurê rojavayê Nîjeryayê ye êrîşa hewayî pêk anî. DI…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?