Bi dirûşma “Bi bîranîna şehîdên qehreman 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz be” şêniyên Kobanê şahiyek lidar xistin.
Şahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navanê gelê Kobanê Ferhan Hec Îsa axivî û ev roja pîroz di serî de li fedakarên berxwedana Kobanê, ku bi berxwedaniya xwe karibûn bajarê Kobanê ji çeteyên DAÎŞ’ê biparêzin û rizgar bikin her wiha ji pîroz kir û wiha got: “1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, ne rojeke bîranînê ya di salnameyê de ye. Ev dîrok, navê destana berxwedanê ye ku gelê Kobanê li dijî êrişên tarî yên di sala 2014’an de li bajarê Kobanê qewimî û bi ser ket tê nasîn. Bajarê Kobanê bajarê ku îro li seranserî cîhanê bi berxwedana xwe ya li hember çeteyên DAÎŞ’ê ketiye dîroka berxwedanî û rûmetê.”
Ferhan Hec Îsa bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Kobanê bajarê me hemûyan e û pêwîste em xwedî li deskeftiyên berxwedana Kobanê derkevin.”
Li ser navê tevgera jinan Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD ) Perwîn Yûsif derbarê pêşengiya jinan di berxwedana Kobanê de axivî û got ; “Berxwedana ku bi pêşengiya jinê gihîşt roja îro, gelek destkefiyên mezin bi xwe re anî. Berxwedana ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat nîşandan, ji bo tevahî Rojhilata Navîn bû sembol. Çeteyan û hevkarên wan pîvan û nirxên mirovahiyê nas nedikirin, jin û zarok qetil kirin û tevahî bajar wêran kirin. Lê bi saya berxwedana şervanên YPJ û YPG’ê berxwedana tunekirina DAIŞ’ê ji Kobanê destpê kir.”
Perwîn Yûsif ev li gotina xwe zêde kir: ” Tişê ku îro ji me tê xwastin ku em parastina destketiyên şoreşa xwe bikin û bi rihê 1’ê Mijdarî dewam bikin û bigihêjin serkeftinên dîrokî.”
Şahî bi bernameya hunerî ji aliyê hunermenda kevana Zêrîn Zêrîn Ararat û hunermend Xelîl Can ve berdewam kir.
Şahî bi berzkirina diruşmên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Jin Jiyan azadî û “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.

