Konferansa “Jin bi hev re li ser paşerojê diaxivin” ya li Enqereyê di roja duyemîn de ye.
Di rûniştina konferansê de ya bi sernavê “Berpirsyariya siyasî ya aştiyê; demokratîk, meclîs û partiyên siyasî” Parlamentera DEM Partiyê û endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û rola jinan a di pêvajoyê de nirxand.
Pervîn Bûldan anî ziman ku hewldanên aştiyê yên berê li Tirkiyeyê hatin kirin negihîşt encameke mayinde û bi bîr xist ku piştî bidawîbûna pêvajoya navbera salên 2013-2015’an pêvajoyeke şer a ji 10 salan qewimî.
Bûldan ragihand ku di vê demê de windahiyên mezin hatin dayin û destnîşan kir ku di pêvajoya heyî de nemirina mirovan destketiyeke girîng e.
Pervîn Bûldan anî ziman ku di vê pêvajoyê de sê aktorên girîng hene û got, “Birêz Erdogan, Birêz Bahçelî û Birêz Ocalan hene. Ev di nava mercên wekhev de pêvajoyê nameşînin. Ji ber ku Birêz Ocalan hewl dide ku di hucreyekê de vê pêvajoyê bimeşîne. Ez dixwazim spasiya hemû aktoran bikim, lê belê dixwazim bi taybetî spasiya Birêz Ocalan bikim. Ji ber ku di nava mercên newekhev û zehmet de vê pêvajoyê dimeşîne.”
Pervîn Bûldan bi bîr xist ku hevdîtina herî dawî ya bi Rêber Apo re di 13’ê Îlonê de pêk hat û got, “Ji wê rojê û vir ve hevdîtinek nîne. Lewma rewşeke weke xitimînê heye. Em ê çawa karibin dawî li vê xitimînê bînin? Bêguman em ê vê bi hêza jinê holê rakin. Jin dikarin îro li vê salonê biryara ‘pêwîstiya me bi aştiyê heye’ werbigirin. Jin dikarin ji bo pêkhatina aştiya mayinde bangê li desthilatdariyê û aktorên pêvajoyê bikin, bi zextê dikarin bibin hêzeke rêxistinbûyî ya ji bo dewamkirina pêvajoyê.”
Pervîn Bûldan bi bîr xist ku Rêber Apo jin weke hêza pêşeng a pêvajoyê pênase kir û destnîşan kir ku jin ne tenê li konferans û civînan divê li qad û kolanan li hev bicivin. Pervîn Bûldan her wiha got di desteyên şopandinê de yên di çarçoveya pêvajoyê de werin avakirin divê jin jî cih bigirin.
‘BI LIHEVKIRINEKE CIVAKÎ DESTÛRA BINGEHÎN TÊ NIVÎSANDIN’
Pervîn Bûldan di axaftina xwe de bal kişand ser nîqaşên têkildarî destûra bingehîn û ragihand ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi peymaneke civakî ya nû heye.
Pervîn Bûldan diyar kir ku destûra bingehîn a heyî destûra bingehîn a darbeyê ye û destûra bingehîn a nû divê bi beşdariya hemû beşên civakê li ser bingeha lihevkirina civakî bê amadekirin.
Pervîn Bûldan got, “Bi lihevkirina civakî destûra bingehîn tê nivîsandin. Ji ber vê jî divê her beşên civakê tevlî vê pêvajoyê bê kirin.”
Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan got, “Ji bo me karê destpêkê û sereke ew e ku em li ser aştiyê û bidawîkirina vê rewşa xitimînê biaxivin.”

