33’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê ji aliyê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ve bi dirûşma “Heqîqet teqez rêya xwe dibîne” li ÇandaAmed a Amedê hat lidarxistin. Îsal ji bo bibîranîna rojnameger Huseyîn Aykol ê ku jiyana xwe ji dest daye “Xelata Rûmetê ya Azadiya Çapemeniyê” hat dayîn.
Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bûcak, parlementerên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl, dayikên aştiyê, xebatkarên Çapemeniya Azad û gelek kes tev li merasîmê bûn. Di merasîmê de dirûşmeya “Şehîd namirin” hate berzkirin. Merasîma xelatdayînê bi deqîqeyekê rêzgirtinê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê Hevseroka DFGê Kesîra Onal axivî û bal kişand li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ev tişt gotin: “Ev nêzîkî du sal in em di pêvajoyeke girîng a Aştî û Civaka Demokratîk de derbas dibin. Mixabin hêj jî zext û astengiyên li pêşiya çapemeniyê ji holê ranebûne. Divê dawî li polîtîkayên zextê yên li ser çapemeniyê bên û gavên qanûnî yên hewce divê bên avêtin.”
Dûre kurê Mûsa Anter, Dîcle Anter axivî û peyama ku ji bo bavê xwe Apê Mûsa nivîsandibû xwend. Anter kedkarên Çapemeniya Azad ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.
Paşê peyama ku Hevserokên Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) Evîn Îbrahîm û Îdrîs Henan şandibûn hat xwendin. Di peyamê de hat diyarkirin ku çapemeniya azad tevî hemû zextan jî li pey heqîqetê ye û wiha hat gotin: “Em wek Yekitiya Ragihandina Azad hemû rojnamegerên ku peywira xwe bi wêrekî û pîşeyî bi cih tînin silav dikin. Her wiha beşdarvan û xelatgirên 33yemîn ê Xelatên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad pîroz dikin. Ji bo wan jî serkeftinê dixwazin. Em teqez dikin ku wefadariya herî baş ji mîrata Apê Musa û şehîdên ragihandina azad re bi awayekî profesyonel û berpirsyar ji heqîqetê re tê pêkanîn.”
‘DIVÊ QET DEV JI NIVÎSANDINA RASTIYÊ Û DAXWAZA AŞTIYÊ BERNEDIN’
Piştî peyama ku hat xwendin, xwişka rojnameger Metîn Goktepe, Meryem Goktepe axivî û ev tişt anî ziman: “Birayê min Metîn ji bo nûçeya cenazeyekî çêbike çûbû û bi îşkenceyê hat kuştin. Dixwestin di her qadê Mûsa Anter bêdeng bikin, lê wî nivîsandina xwe û daxwaza xwe ya aştiyê domand. Şagirtên wî, rojnameger îro xewna wî mezin dikin. Ez Mûsa Anter bi rêzdarî bi bîr tînim. Divê mirov qet dev ji nivîsandina rastiyê û daxwaza aştiyê bernede. Xeyala Mûsa Anter jî, xeyala birayê min Metîn jî û xeyala Gurbetellî jî ev bû.”
BAVÊ NAZIM DAŞTAN BI DIRÛŞMA ‘ŞEHÎD NAMIRIN’ DERKET SER DÎKÊ
Bavê Nazim Dastan ê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî hevala xwe ya pîşeyî Cîhan Bîlgîn hatibû kuştin, Mehmet Alî Dastan bi dirûşma “Şehîd namirin” derket ser dikê. Daştan wiha axivî: “Me sozek da; cîhan bi ser me de jî were em ê dîsa ji bin rabin. Bila dost û dijmin jî bizanibin; em ê bi ser bikevin. Serkeftin ya me ye. Apê Mûsa û lehengên çapemeniya azad Nazim, Cîhan… Rojnamegerên birûmet, rûmeta me ne. Şehîd namirin.”
‘EM Ê PIŞTGIRÎ Û TÊKOŞÎNA RÊXISTINKIRÎ MEZIN BIKIN’
Paşê peyama DÎSK Basın-Îşê hat xwendin. Di peyamê de wiha hat gotin: “Parastina mafê gel ê zanîna rastiyê û avakirina gotina xwe ye. Sendîkaya DÎSK Basın-Îşê, li kêleka hemû rojnamegerên ku mîrasa Mûsa Anter zindî dihêlin, kevneşopiya çapemeniya azad didomînin û li pey heqîqetê ne. Li dijî hişmendiya ku rojnamegeriyê sûc dibîne û difikire ku bi bêdengkirina rojnamegeran dikare heqîqetê ji holê rake, em ê piştgirî û têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin.”
Paşê sînevîzyona ku ji aliyê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve hatibû amadekirin û têkoşîna Çapemeniya Azad vedibêje hat nîşandan.
‘EM JI BÎR NAKIN!’
Dûre peyama hevjîna Namik Taranci, Derman Taranci hat xwendin. Di peyamê de ev tişt hatin gotin: “Bi baweriya min a paşerojeke adil ku pênûs nayên bêdengkirin û ti rastî di tarîtiyê de namîne; ez hevalên ku mîras, gotin û hêza pênûsa Mûsa Anter û hemû rojnamegerên ku di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane zindî dihêlin silav dikim. Em dizanin ku rojekê kujer dê teqez hesab bidin. Bi van hestan, bi hêrs û baweriya me ya ku qet kêm nabe, em careke din diqîrin: Em ji bîr nakin! Em ji bîr nakin.”
XELAY HATIN DAYÎN
Piştî axaftin û peyaman merasîma xelatdayînê destpê kir. Di beşa Nûçeya Kurdî de nûçegihanê me Nedîm Orûç û nûçegîhana ajansa me Heval Onkol xelata Mansiyonê wergirtin. Di beşa Nûçeya Tirkî de nûçegihanên Evrenselê Fîlîz Gazî û Ozlem Temena, nûçegihana Yenîyaşamê Reyhan Hacioglû û nûçegihana Bîanetê Tûgçe Yilmaz, di beşa nûçeya dîtbarî de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Emrûllah Acar, di beşa Wêneyî de rojnameger Ardil Batmaz, di beşa karîkatur de Mahmût Ûlûsan ê li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê tê girtin. Birayê wî xelat wergirt. Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Huseyin Aykol îsal cara ewil hat dayîn û Komeleya Yekîtî, Çand Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniyê Windakirine re (MEBYA-DER) xelat wergirt.
Piştî xelatdayinê peyama Xebatkarê Çapemeniya Azad rojnameger Hayrettîn Çelîk ê ku derveyî welat hate xwendin. Di peyamê de wiha hat gotin: “Di şexsê Apê Mûsa de hemû şehîdên Çapemeniya Azad hemûyan bi bîr tînim, bejna xwe li ber wan ditewînim.”
Merasîma xelatdayinê bi kişandina wêneyan bi dawî bû.

