Rêveberê Giştî yê Desteya Gumrikên Iraqê Samir Qasim Dawid têkildarî vekirina her du deriyên sînor ên Welîd û Rebîe daxuyaniyek belav kir.
Samir Qasim Dawid ragihand ku karmendên gumrikê yên li her du deriyên fermî yên sînor ên Welîd û Rebîe wê 24 saetan li ser erka xwe bin û hatinçûna barhilgiran bi hêsanî berdewame.
Têkildarî hevkariya hêzên ewlekariyê, Samir Qasim Dawid got: “Karmendên gumrikê û dezgehên ewlehiyê li her du deriyên sînor bi hemahengiyekî berdewam ji bo rêxistina tevgera bazirganiyê, xurtkirina rêkarên çavdêriyê, rêgirtina li her hewldaneke qaçaxçîtiyê û binpêkirina yasayan, kar dikin.
Her wiha diyar kir ku karmendên wan li deriyên Welîd û Rebîe ligel dezgehên ewlehiyê bi şêweyê 24 demjimêrî ji bo hêsankariya bazirganiya yasayî û parastina xezîneya giştî ya dewletê kar dikin.
Deriyên sînorî yên Welîd yê li sînorê parêzgeha Enbar û deriyê Rebîe yê li sînorê parêzgeha Nînowayê, du deriyên fermî yên girîng ên Iraqê ne ku li ser sînorê Sûriyeyê û roleke sereke di danûstandina bazirganiyê de dilîzin.

