Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Armanca komplo pêşîgirtina li yekbûna Kurdan bû’
Rojava

‘Armanca komplo pêşîgirtina li yekbûna Kurdan bû’

Mezher Şêxo diyar kir ku dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest Kurdan bike yek, komplo li hemberî wî hate kirin û got, "Armanca komployê pêşîgirtina li yekbûna gelê Kurd bû."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Endamê Rêveberiya Kongreya Îslama Demokratîk Mezher Şêxo yek ji wan kesan e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir. Mezher Şêxo qala kesayetiya Ocalan û komploya navneteweyî kir.

Mezher Şêxo anî ziman ku dema ku mijar dibe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dem, meh û sal têrê nake ji bo vegotina wî û got, “Di dîrokê giştî de dema zilm, zordarî, bindestî, heqaret û neheqî digihêje astekê, kesayetên weke Rêber Abdullah Ocalan derdikeve da ku veguherînekê çêbike. Şenseke pir mezin bû ku ji bo tevahî Rojhilata Navîn di vê sedsalê de kesayetek wek Rêber Abdullah Ocalan derket. Piştî şerê cîhanê yê yekem bi pêşengtiya Brîtanya û Rûsya dewletên netewperestî hatin ava kirin, desthiladariyek pir mezin derket holê. Mînaka herî ber bi çav nêzikatiya ku li hemberî gelê Kurd hatibû raber kirin. Rêber Abdullah Ocalan ku destê xwe danî ser birîna gelê Kurd, têkoşîn bilind kir. Di salên 1970’î de Rêber Apo û koma xwe ya îdeolojî ket nava liv û tevgerê û gotina destpêkê ya Rêber Apo anî ser ziman ‘Kurdistan Metingeh e’, li ser vê esasê PKK ava bû.”

Mezher Şêxo diyar kir ku wî di sala 1986’an de Tevgera Azadiyê nas kir, di sala 1987’an de tevlî karê tevgera azadiyê bû û got, “Me destpêkê pirtûka Rêber Apo ya ‘Riya Şoreşa Kurdistanê’ dixwend û li ser vê bingehê dest bi rêwîtiya têkoşînê kir. Ji ber ku di dilê me de Rêber Apo kestayetek pir hêja bû. Heta sala 1989’an de tevlîbûna min fermî di nava tevgerê de çêbû. Di sala 1993’an de Rêber Apo komên gel dixwestin. Wê demê em nêzî 30 kes bûn û em çûn qada Serokatiyê. Piştî demek dirêj û qederek naskirina min ji Tevgerê re hebû, ji bo min eşq bû ku Serokê vê tevgera berxwedêr ji nêz ve nas bikim.”

Mezher Şêxo di dewama axaftina xwe de got, “Dîroka wê roja ku em biçin Rêber Apo bibînin ji bîra min naçe û her roj nû dibe. Hevdîtina me bi Rêber Apo re di 22 Adara 1993’an li Helebê bû. Dîtina Rêbertî ji bo me hestek pir cûda bû. Me tenê li Rêber Apo dinêhêrî. Rêber Apo Li ser ‘Avakirina Kesayetek Şoreşger’ sê seatan semînerek da. Rêber Apo yekemîn gotina ji me re got ‘Hûn min nas nakin’ bû, got ez yek seat li cem Metranê Helebê rûniştim, min nas kir. Rêber Apo gotina Metranê Helebî anî ser ziman û got, Metranê Helebî jê re gotiye meşa te wek ya Hz. Îsa ye. Ez dikarim bêjim ku sê seat li cem min wek sê deqeyan derbas bû. Rêber Apo deriyê avakirina kesayetî ji me re vekir. Ji me re digot divê serê we her dem bikele û hûn di nav lêpirsînê de bin.  Dema axaftina Rêber Apo bi dawî bû yek yek xatir ji hevalan xwest. Dema gihişt cem min Rêber Apo destê xwe danî ser milê min û got ‘xwe di aliyê fikrî de pêş bixe’.”

Mezher Şêxo bal kişand ser komploya navneteweyî û got, “Ez dikarim bibêjim ku koka komployê ji sala 1996’an li ser Rêber Apo destpê kiriye. Ev jî bi teqîna ku Lubnanê çêbûye.  Rêber Apo dema xwest hemû Kurdistanî bike yek dest, komployê destpê kir. Ji ber vê yekê yek ji armanca komployê ev bû ku pêşîgirtina li yekbûna gelê Kurd bû. Di sala 1998’an jî carek din ketin nav liv û tevgerê da ku Tegera Azadiyê têk bibin. Komploya navneteweyî ku di nav de wek Îsraîl, Emerîka, Rusya û dewletên di Rojhilata Navîn de wek Misir, Qeter û gelek dewletên din bêhtirî 20 welatên hundir û derve jî cih girtin.”

Li ser sedema girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mezher Şêxo got, “Îdeolojiya Rêber Apo roj bi roj mezin û berfireh dibû. Her wiha Rêber Apo, şopa xwe li seranserê Rojhilata Navîn hişt. Roja ku Rêber Apo hat girtin wê rojê em ranezan, em man heta roja din. Rastî jî bandora Rêber Apo pir li gelê Kurd hebû. Ji wê demê gerîla ketin nav tevgerê û çalakî pêk anîn. Rojeva cîhanê giştî li ser girtina Rêber Abdullah Ocalan bû. Rêber Apo di girtigehê de jî perspektîf ji bo gelan û gelê xwe rê kir û got, ‘xwe bikin yek û li hember dijmin serî netewînin’.  Ez di dawî de jî wek kesekî ku Rêber Apo dixwînim û nas dikim dibêjim, Rêber Apo tovek çand. Ji ber wê jî Kurd her hebin û li ser fikrê Rêber Abdullah Ocalan jiyanê ava bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘’Xewna Gurcistanê’’ ya duyemîn
Nûçeya Pişt re ROJEVA 8’Ê COTMEHA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Destûra ku mafê jinan neparêze wê ti carî ji aliyê jinên Sûriyeyê ve neyê pejirandin’

Heyfa Mehmûd diyar kir ku jin bi dehan sal in ji bo azadiya Sûriyeyê têkoşîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Parêzgarê Hesekê şandeya hikumeta demkş pêşwazî kir

Parêzgarê Hesekê, Endazyar Nûredîn Ehmed ji bo temamkirina proseyên aktîvkirina Gerînendetiya Posteya Hesekê şandeyek hikumeta…

Ji aliyê Stêrk TV

Oya Ersoy: Di raporê de zimanê aştiyê, mekanîzmayên rûbirûbûna bi heqîqetê kêm e

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Oya Ersoy ragihand ku di rapora komîsyonê de zimanê aştiyê, mekanîzmayên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Artêşa Tirk rêya 2 gundên Til Temirê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Divê hesab ji kujerên Hevrîn Xelef were pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîdên Ragihandina Azad li Kobanê û Qamişlo hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?