KOBANÊ
Bi boneya salvegera 48’an a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Înîsiyatîfa gel li gundê Qeremoxê yê rojavayê Kobaniyê şahiyek li dar xist.
Şahî bi beşdariya bi dehan şêniyên gund, endamên saziyên civaka sivîl û nûnerên rêxistinên jinan destpêkir. Di destpêka bernameyê de ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyek rêz hate girtin.
Paşê Endamê Meclîsa Malbata şehîdan Xelîl Milsim axivî û di axaftinê de bal hate kişandin ser girîngiya dîrokî pkk’ê û wiha got: “Em vê rojê li tevahî tevgera azadiyê û malbatên şehîdan pîroz dikin. Ji roja ku Rêber Apo ev tevger ji bo Kurdistaneke azad damezrand û ji dema ku heval Egîd di oxira azadiya Kurdistanê de şehîd ket, têkoşîn bê navber didome.”
Xelîl her wiha bal kişand ser rola tevgera azadiya jinê û qonaxa damezrandina tevgerê û hemû hevalên ku di berxwedana tevgera Kurdistanê de şehîd bûne bi bîr anîn.
Şahî bi pêşkêşkirina stranan, gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
AMÛDÊ
Meclisa Gel a Bajarê Amûdê bi boneya salvegera 48`emîn a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li stadyuma bajêr pîrozbahiyek li dar xist. Nûnerên saziyên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan û şênî tev li şahiyê bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê mamosteyê kurdî yê Zanîngeha Rojava Beşîr Mela Newaf axivî û têkoşîna siyasî û leşkerî ya PKK`ê, pêvajoyên ku tê re derbas bûne û şehîdên tevgerê bi bîr xistin. Mela Newaf destnîşan kir ku dîroka PKK`ê bi pirsgirêka kurdî ve girêdayî ye û divê ev dîrok her tim bê parastin.
Piştî ku axaftin bi dawî bû Koma Agirî derket ser dikê û stran gotin. Her wiha koma govendê jî govend pêşkêş kirin.
TIRBESPIYÊ
Şahî li Hola Roj bi beşdariya bi dehan şênî û saziyên civaka sivîl hat pîrozkirin. Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir û li ser navê Însiyatîfa Gel Nûredîn Şakir axivî. Şakir diyar kir ku demezirandina PKK`ê bû rêya rizgarikirina gelê Kurd ji qirkirinê.
Nûredîn Şakir destnîşan kir ku ji bo gelê Kurd ev rojeke pîroz e, damezirandina PKK`ê Kurd ji planên qirkirinê ber bi rizgarkirin û bidestxistina mafên wan ve birin û got: “Dijminên me her tim dixwest me tune bike, lê rastî berxwedaneke dîrokî hatin. Em bang li hemû partiyên siyasî ên Kurdan dikin, hemû pirsgirêkan bidin hêlekê û ji bo yekrêziya gelê Kurd têkoşînê bikin û li hember kesên ku dixwazin Kurdan qir bikin li pêşiya wan bisekinin.”
Di şahiyê de Koma Şehîd Xebat a muzîkê, Koma Keziyên Zêrîn ya erbaneyê û Koma Şanoyê ya Şehîd Sebrî, berhemên xwe pêşkêş kirin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

