Di pêşengtiya MEBYA-DER û TUAYDER ên Amedê li ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” li Çand Amedê civîna gel hat lidarxistin.
Ji Sekreteryaya Îmraliyê Veysî Aktaş û siyasetmedar û aktîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata beşdarî civîna ku li Çand Amedê hat lidarxistin bûn. Her wiha endamên saziyên civakî, partiyên siyasî û bi sedan kes tevli civînê bûn
Di eywana ku civîn lê hat lidarxistin de wêneya Rêber Apo û nîvîsa “Rêber Apo vîna me ya çareseriyê ye, di şopdariyan şehîdan de ber bi Rêbertî û civaka azad’ hatibû nivîsandin hat daliqandin. Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir. Beşdaran sirûda çerxa şoreşê xwendin û dirûşmên ‘Şehîd namirin’ , ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin berzkirin.
‘RÊXISTINBÛNA JIN Û CIWANAN GIRÎNG E’
Ayla Akat Ata di civînê de axivî, diyar kir ku pêvajoya heyî ne ya yekem e û ne jî ya dawî ye û anî ziman ku qonaxa hatinê destpêkek girîng e. Ayla Akat Ata destnîşan kir ku gelê Kurd li hember êşên ku jiyane rêxistiniyek mezin ava kiriye û têkoşîna ku heta niha li bajêr hatiye meşandin rê li ber avakirina saziyan vekiriye.
Ayla Akat Ata behsa komîsyonên ku di çarçoveya pêvajoyê de bên avakirin kir û got ku dibe ku sazî û xebatên nû bên avakirin û bi taybetî bal kişand ser girîngiya rêxistinkirina jin û ciwanan.
Ayla Akat Ata anî ziman ku heke aştî pêk were û wê rojeva civakê biguhere, jiyana civakî dikare ji nû ve bê avakirin.
‘ENCAMÊN POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET GIRAN BÛN’
Ayla Akat Ata destnîşan kir ku polîtîkayên şerê taybet berdewam dikin û bi bîr xist ku ev polîtîka nêzîkî 10 sale bandorê li Kurdan dike. Ayla Akat Ata bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî van polîtîkayan û diyar kir ku şerê ku bi salan e berdewam dike, bûye sedema encamên giran.
‘DIVÊ EM JI WÊREKIYA RÊBERTIYÊ RE BIBIN BERSIV’
Ayla Akat Ata anî ziman ku bidawîbûna pêvajoyên berê bi wêrankirinê re encam bûn û got ku divê di serdema nû de hewldanek berfirehtir deynin holê.
Ayla Akat Ata got, “Gelê me çi dixwaze? Em çawa dikarin ji vê pêvajoyê re bibin bersiv? Divê em bi hev re li ser vê yekê nîqaş bikin. Divê rêxistina me û gelê me li gorî wêrekiya Rêbertiyê hewldanekê nîşan bide. Ger wêrekiya Rêbertiyê bi me re tune be, em nikarin bimeşin. Dema ku em hatin 2025’an ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêbertî dibe ku tenê rûpelek be, lê wateya wê hêjayîi hezaran rûpelan e. Rêbertî di rûpelekê de ev yek nîşanî me da. Em ê bi xebat û rêxistina xwe ji wêrekiya Rêbertiyê û hevalên wî re bibin bersiv.”
Piştî axaftina Ayla Akat Ata, civîn liji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

