Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meha Hezîranê li Tirkiyeyê 228 karker mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bîranîna 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Iraqê pêvajoya entegrasyonê: Gelo peymaneke nû ya 9’ê Cotmehê tê amadekirin?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ayşegul Dogan: Em ê li dijî tecrîda Îmraliyê têkoşînê bilind bikin
Rojane

Ayşegul Dogan: Em ê li dijî tecrîda Îmraliyê têkoşînê bilind bikin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan got: “Em derbasî modeleke nû ya rêxistinbûnê dibin.” Dogan diyar kir ku ew ê li dijî tecrîda Îmraliyê têkoşînê bilind bikin û got ku muxabgirtina Abdullah Ocalan pir girîng e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Îlon 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, danezana encama konferansa partiyê ku 4 rojan domiya bû, li navenda giştî eşkere kir.

 

Dogan, Jîna Emînî ku 2 sal berê ji hêla rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin bi bîr anî û wiha got: “Porê Jînayê bû sembolê berxwedan û têkoşîna jinên cîhanê. Dirûşm û felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ pêl bi pêl belav bû. Di hemû zimanan de veguherî dirûşma biryardariya di têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan de. Weke DEM Partiyê em jî dibêjin ku dê dest ji têkoşîna Jîna Emîniyê bernedin.”

MODELEKE NÛ YÊ RÊXISTINBÛNÊ

Dogan, got ku ew Konferansa Navendî û Rêxistiniya Jinê diyarî hemû zarokên li Kurdistan, Tirkiye û Filistînê hatine qetilkirin dikin û wiha pê de çû: “Em derbasî modeleke nû yê rêxistinbûnê dibin. Modeleke ku li ser erdnîgariyê xwe jinûve birêxistin dike ye. Me ji rêveberiyên herêmî destpê kir û di serî de mekanîzmayên rêxistiniyê yên DEM Partiyê di çarçoveya sernav û stratejiyê de nirxand. Ji ber ku me fêm kir bê ka rêxistiniya ji herêmê ber bi navendê ve çiqasî girîng e. Me ev konferans ji herêmê ve gav bi gav birêxistin kir. Me bi rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan re bi dehan civîn li dar xist.”

Dogan, diyar kir ku ew di qonaxeke dîrokî re derbas dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em li cîhan, Tirkiye û Kurdistanê dinihêrin; dibînin ku ji qonaxeke girîng re derbas dibin. Gelek girîng e ku di vê qonaxê de mirov bi rêxistiniyeke li gorî vê serdemê guncav re tevbigere. Pergala kapîtal a cîhanê jinûve tê dîzaynkirin. Li ser xetên enerjî û bazirganiyê şerên hegemonyayê tên kirin. Di asta kûrewî û herêmî de geşedanên krîtîk diqewimin. Weke ku hûn jî dizanin li Rojhilata Navîn trajediya qirkirinê êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê didomin. Îktîdar dev ji polîtîkayên şer û neçareseriyê bernade. Li ku derê dibe bila bibe êrişî destkeftiyên kurdan dike. Li aliyekî êrişên giran dibe ser Herêma Kurdistanê, li hêla din gefan li Rojava dixwe. Rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê jî veguheriye rewşa agahînegirtina mutleq û di qonaxeke dîrokî de ev yek tê kirin.”

Dogan, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Ev pergal dikare rejîma tecrîdê ya veguherî rewşa agahînegirtina mutleq biguherîne. Yek ji mijarên sereke ya konferansa me jî ev mijar bû. Li dijî şerê emperyal ê li gelan tê ferzkirin, birêz Ocalan xwedî pêşniyarên çareseriyê ye û dikare bi rola xwe ya sereke rê li ber vê bigire. Lewma jî muxatabgirtina birêz Ocalan pir jiyanî ye.

DÊ TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ BÊ MEZINKIRIN

Ji ber tecrîdê, Tirkiye ketiye nava krîzeke siyasî, aborî û civakî. Heke di pirsgirêka kurd de rêyên çareseriya demokratîk bên bijartin û li gorî vê gav bên avêtin; ev yek ji bo xelasiya ji krîzên heyî bandoreke erênî bike. Lewma jî di konferansê de hate gotin ku ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û başkirina mercên tenduristî, ewlehî û xebata azad, dê têkoşîn were mezinkirin. Di vê qonaxa dîrokî de hewcehî bi rêxistiniyeke xurtir heye. Hat gotin ku tenê bi civakeke rêxistinkirî ev krîz dikare were derbaskirin.”

‘MODELA HERÊMÎ YA LI GORÎ ESASÊN ERDNÎGARIYÊ…’

Dogan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo DEM Partî îdiayên xwe pêk bîne, her tim nexşerêyeke nû nîqaş dike. Di vê çarçoveyê de sererastkirineke nû derket holê. Modela rêxistiniya me ya nû dê li gorî esasên erdnîgariyê be. Dê di serdema pêş de li gorî vê xwe birêxistin bike. Dê qada civakî birêxistin bike, dê torên piştevaniyê yên xurt ava bike û vê berfirehtir bike, têkoşînê bike yek û parastina civakê hedef bigire. DEM Partî bi mebesta avakirina mekanîzmayên demokratîk, konfederal, herêmî, xwesre û azadîxwaz, li gorî esasên erdnîgariyê û di taybetiya 12 herêman de biryar da ku xwe li gorî modela Koordînasyona Herêmê ya Endamên Meclisa Partiyê birêxistin bike. Komîsyona Rêxistiniya Navendî têkildarî vê koordînasyonê amadekariyan dike. Dema amadekarî temam bûn dê pêşkeşî PM’ê bê kirin. Weke mînak; Herêma Marmarayê dê weke 2 herêm were destgirtin. Ege, 2, Behra Reş 1 û Anatoliyaya Navîn jî weke 1 herêm bê destgirtin. Meclisa Partiyê dê bi vî awayî bixebite. Dê li gorî esasê 12 herêman be. Biryar hate dayin ku kongreyên bajarok, navçe û bajaran û pêvajoyên amadekariyên kongreya mezin li gorî rêgeza nûnertiya wekhev bê meşandin û dê komîsyonên kongreyê û komîsyonên mutebeqetê li gorî rêgezên radîkal-demokratîk bixebitin.”

RÊYA 3’YEMÎN

Dogan, bi êv kir ku siyaseta rêya sêyemîn yek ji serenavên bingehîn ên konferansê bû û ev tişt gotin: “Stratejiya berfirehkirinê ya qada têkoşînê û hatina bahev a DEM Partiyê ya bi beşên cuda re hedef tê girtin. Çima? Bingeha xwe dispêre bingeheke ku hemû gelên Tirkiyeyê temsîl dike, berxwedan û îtirazên wan hembêz dike û kombûna tevgera siyasî ya Kurd bi mîrateya hêzên demokratîk şoreşger sosyalîst re dike yek. Bi rastî jî ev bingeh tê xwestin hedef were girtin. Em niha li pêşberî we diyar dikin ku em ê dest ji vê zemîn û biryardariya xwe bernedin.”

Dogan, îşaret bi êrîşên li ser partiyê kir û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Em dizanin ku êrîşên îdeolojîk û siyasî yên li dijî têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd a ji bo anîna daxwaza wekhevî û azadiyê ya gelên Tirkiyeyê, ji ber tirsa ji vê cewherê tên kirin. DEM Partî di pirsgirêka kurd de çareseriya demokratîk diparêze, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û avakirina civakeke azad û wekhev têdikoşe. Stratejiya rêbaza sêyemîn a ku bi sazî û avahiyên demokratîk re têkiliyeke hevpar a wekhev e, bi têgihiştina demokrasiya radîkal, biryardariya tifaqa demokratîk û pêwistiya sekinandina li cem têkoşîna demokrasiyê diparêze. Di konferansa me de hate tespîtkirin ku bicihneanîna stratejiya rêya sêyemîn kêmasiyeke bingehîn e û li gorî vê modela rêxistinbûnê biryarên nû hatin wergirtin. Werin guh bidin vê banga me, em di vê pêngava rêxistinkirinê de mil bi mil bimeşin. Bila kes ji me tenê nemîne. Me bi tecrubeyên dîrokî ceriband ku hêzeke ku gelekî, civakeke birêxistinî têk bibe nîne. Ji ber wê yekê divê em bi hev re bimeşin û bikarin serbikevin. Em ê teqez serbikevin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Moskowayê Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd hate protestokirin
Nûçeya Pişt re Bahoza Yagî: Hejmara miriyan herî kêm bû 280
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Muslim: Kobanê lîstikên dijmin hemû raxist pêş çavan

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim got, "Kobanê hemû lîstikên dijmin raxist pêş çavan. Li Bakur 'Plana…

Ji aliyê Stêrk TV

Dr. Korkmaz: Ji bo aştiyê pêwîstî bi tevgiriya hiqûqî heye

Dr. Toros Korkmaz diyar kir ku pêvajo li ser pratîka şer nikare bê meşandin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Girtîgeha Sîncanê bêhiqûqî

Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê bi hincetên bêbingeh berdana girtiyan tê astengkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Meha Hezîranê li Tirkiyeyê 228 karker mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?