Malbatên ji Serêkaniyê û Til Temirê yên ku bi zorê hatine koçberkirin û niha li Kampa Waşûkanî dimînin xwepêşandan li dar xistin. Malbatan rêya Til Temir–Hesekê girtin û xwestin ku demildest vegerin malên xwe.
Her wiha xwepêşandêran diyar kir ku ew li kampê gelekî zehmetiyan dibînin, tu rêxistin nema bi wan re dibin alîkar.
Mûsa Mihemed ê ji gundê El Menacîr e û li Kampa Waşûkanî dimîne, anî ziman ku êdî nema rêxistin bi wan re dibin alîkar û rewşa wan zehmet e, zivistan nêz dibe û dema baran dibare ew di bin konên qetiyayî de ne û baran li wan dike. Mihemed daxwaz kir zû vegerin warê xwe.
Cabir Ebdulrehman jî got: “Ez ji gundê El Kêf ê Til Temirê me. Me xwepêşandan li dar xist da ku em zû vegerin warê xwe. Rewşa me zehmet e, dizî zêde bûye, tevlihevî heye û derfetên me yên jiyanê nîn in. Em dixwazin ku karwanên vegere ji hemû koçberan pêk were.”
Mihemed Ebdulrehman ji gundê El Kinêhir ê Til Temirê got: “Em jî dixwazin vegerin warê xwe. Karwanên ku vedigerin tenê ji hinek herêman pêk tên. Berî zivistanê em dixwazin vegerin gundê xwe.”

