Duşem, 21 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cenazeyên du şehîdan hatin wergirtin û ber bi Kanîreşê ve hatin birin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Supayê Pasdaran gef li dikandarên Kurd dixwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Burhan Kaya yê piştî 31 salan hate berdan li ber girtîgehê hate pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê daxwaza malbatên erdhejzedeyê bê bihîstin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nasnameya 2 şehîdên li Kilyosê piştî 9 salan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê nerazîbûn nîşanî manîpulasyonan da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo fermandara gerîla Dîlan Şirnex taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xêrî Elî: Em ê hesab ji kesên ku destwerdan li gorên komî kirine bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê fermandar Bêrîtan Çelê bi hurmet bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Dîlan Şirnex hate veşartin: Bi evînekî mezin têkoşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gora komî ya li mezargeha Şerfedîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera damezrandina PYD’ê li Silêmaniyeyê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ayşegul Dogan: Verastkirinên qanûnî êdî ne pêwîstî, neçarî ye
Rojane

Ayşegul Dogan: Verastkirinên qanûnî êdî ne pêwîstî, neçarî ye

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku divê mîsogerkirina qanûnî ya pêvajoyê êdî neyê taloqkirin û wiha got, “Em êdî pêwîstiya verastkirinên qanûnî, qala neçariya bêyî dem pêkanîna wê dikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derheqê civîna Desteya Rêveberiya Navendî li Navenda Giştî ya partiya xwe de daxuyanî da. Ayşegul Dogan anî ziman ku wan di civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê de li ser gelek mijaran gotubêj kirine.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA MAMOSTAYAN

Ayşegul Dogan bal kişand ser çalakiya mamosteyên dibîstana taybet û ji bo daxwazên wan bi cih werin li Enqereyê ne û gireva birçîbûnê danê destpêkirin û xwest daxwazên mamosteyan bi cih were. Ayşegul Dogan destnîşan kir ku wan di civîna Desteya Rêveberiya Navendî de li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî nirxandin û nîqaş kirine û da zanîn ku heyeta wan xebatên xwe didomînin û wiha got: “Ji bo rawestandina pêvajoyê derbas bibe divê pêvajo bi qanûnan bê mîsogerkirin û pêvajoya çêkirina qanûnan dest pê bike. Heyeta me ya Îmraliyê bi partiyên siyasî û serokê meclîsê Numan Kurtulmuş re hevdîtin kirin. Hevdîtinên heyeta me bidome. Di hevdîtinan de li ser çarçoveya qanûnî de gotûbêj û nirxandin hatin kirin. Divê beriya meclîs bikeve betlaneyê pêvajoya çêkirina qanûnan dest pê bike. Di hevdîtina heyeta me ya bi Numan Kurtulmuş re jî li ser vê yekê bû. Numan Kurtulmuş jî di hevdîtinê de gotiye ew jî hêvî dikin beriya meclîs bikeve betlaneyê qanûn bêne çêkirin. Lê berpirsyarî ya Serokê Meclîsê ye jî. Divê tişta ku dikevê ser milê wan bikin. Divê pêvajoya çêkirina qanûnan ji bo mijarên cuda neyên taloqkirin. Taloqkirina pêvajoyê vebalekî mezin e. Ya ku dikevê ser milê me hemûyan ew e ku ji bo aştiyeke mayindê demildest qanûna demkî ya pêvajoyê di meclisê de çêbikin. Ji vê lêztir rojeveke cuda tune ye. Ji bo wê jî divê tu kes hincetan negere. Divê ew firseta dîrokî neyê taloqkirin. Ji bo wê jî divê armanca me ew be ku çarçoveya qanûnî di meha tîrmehê de bê rojeva meclîsê.”

‘DIVÊ MECLÎS JÎ BERPIRSYARIYA DÎROKÎ BIGRE SER MILÊ XWE’

Ayşegul Dogan diyar kir ku Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo çarçoveya qanûnî derbikeve plansaziya çalakiyan jî dike û wiha pêde çû: “Ji bilî vê rojevê rojeveke lêztir tune ye. Mijarên ku beyî çêkirina qanûnan bi cih werin jî bi cih neyên. Girtiyên siyasî yên derbarê wan de biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê heye jî nayên berdan. Ji bo wê divê ew pêvajo ne tenê li ser milê partiyeke be û hemû kes berpirsyarî bigirin. Divê meclis jî berpirsyariya xwe ya dîrokî bigire ser milan. Di rojên pêş de hem hevdîtinên heyeta me ya Îmraliyê dê hebin hem jî ya me bi partiyên siyasî û saziyên civakî re hebin.”

‘DIVÊ ŞERT Û MERCÊN BIRÊZ OCALAN LI GOR PÊVAJOYÊ BÊN BAŞKIRIN’

Ayşegul Dogan bi lêv kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê şert û mercên Rêber Apo bên başkirin û ev tişt anî ziman: “Çima destê yên li dijî pêvajoyê ne xurt dikin. Hê jî pirsên ji bo hevdîtina li Girava Îmraliyê bê bersiv dimînin. Divê hemû beşên civakê bikarin bi birêz Ocalan re hevdîtinan bikin. Divê şert û mercên birêz Ocalan li gor pêvajoyê bên başkirin û birêz Ocalan bikaribe hemû beşên cuda yên civakê re hevdîtinan bike.”

KONGREYA DEM PARTIYÊ DI 20’Ê ÎLONÊ DE YE

Ayşegul Dogan têkildarî rojeva kongreyê jî diyar kir ku kongreya wan dê di 20’ê Îlonê de bê lidarxistin û ev nirxandin kir: “Komîsyonên me amadekariyên xwe dikin. Em ê bi awayekî herî xurt biçin kongreyê. Komîsyonên me yên têkildar û yên tuzukê amadekariyên xwe dikin. Em ê konferansan li dar bixin. Ew konferans ji bo amadekariya kongreyê ne. Em ê nû bikin. Em ê serpêhatiyên xwe yên têkoşînê ji nû ve binirxînin û têkoşîna xwe xurttir bikin. Partiya me dê bibe kirdeya avakar a avakirina Aştî û Civaka Demokratîk. Heta niha me çi diparast em ê bi awayekî xurtir biparêzin. Em di serdemeke ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de diçin kongreyê. Divê ev pêvajo tenê ji DEM Partiyê re neyê hiştin û em bi hev re têbikoşin.”

Di dawiya axaftina xwe de Ayşegul Dogan derbarê geşedanên li Rojhilata Navîn de got ku ew dixwazin hemû şer û pevçûn bi dawî bibin û aştî were herême.
Ayşegul Dogan bal kişand ser peymana di navbera Amerîka û Îranê û diyar kir ku pêdiviya Rojhilata Navîn bi demokratîkbûyînê heye.

Ayşegul Dogan li ser pirsa çapemeniyê ya guherîna navê partiyê û hevserokan jî diyar kir ku ew dê bi konferansên li navçe û bajaran biryara vê yekê bigirin.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Îranê cezayê darvekirinê dan ciwanê 18 salî
Nûçeya Pişt re Li Hewlêr û Bexdayê peyman li ser sîstema ASYCUDA hate îmzekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinan li Şirnexê çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê dan destpêkirin

Jinan çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê dan destpêkirin. Bi pêşengiya TJA’yê nîqaş hatinkirin, peyama mezinkirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Moskowayê fîlma ‘Hêza Sihrî ya Yekîtiyê’ hat pêşandan

Li Moskowayê fîlmek anîmasyonê ya bi navê ‘Hêza Sihrî ya Yekîtîyê’ hat pêşandan.

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîdên ked û demokrasiyê li Mexmûrê hatin bîranîn

Şehîdên ked û demokrasiyê Emîne Pîran, Emîne Yilmaz, Binevş Avyanî, Mehmed Repinî, Mûstafa Repinî li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Cenazeyên du şehîdan hatin wergirtin û ber bi Kanîreşê ve hatin birin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Supayê Pasdaran gef li dikandarên Kurd dixwe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Burhan Kaya yê piştî 31 salan hate berdan li ber girtîgehê hate pêşwazîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Divê daxwaza malbatên erdhejzedeyê bê bihîstin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?