Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogûllari: Çar sernavên bingehîn êdî nikarin bêne taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meha Hezîranê li Tirkiyeyê 228 karker mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi êşkenceyê hate binçavkirin û girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bîranîna 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan bang kir: Bi Abdullah Ocalan re rûnên
Rojane

Bakirhan bang kir: Bi Abdullah Ocalan re rûnên

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan xwest, ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin û ji bo têkoşîna hevpar bang kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevserokê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di civîna koma meclîsê ya partiya xwe de axivî.

Bakirhan anî ziman ku nijadperestî li cîhanê belav bûye û ev yek jî dibe sedema şer, ku di encamê de bi milyonan mirov ji cih û warê xwe dibin.

Bakirhan got, “Aqlê neteweperestî û nijadperestiyê cîhanê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ber bi zinar ve dehf dide. Li cîhanê û Tirkiyeyê, hêzên neteweperest û nijadperest her roj tovên neteweperestî, nijadperestî û dijminatiyê diçînin.”

Bakirhan axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Li vî welatî pîvanek heye ku nayê guhertin. Kî namerdiyê dike, kî xayintiyê dike, kî mafê kesekî dixwe, mixabin xwe li neteweperestiyê digire. Ev pêla neteweperestî û nijadperestiyê durûtî ye. Bala xwe bidin ser dîrokê, hem dîroka nêz hem jî ya dûr, neteweperestên durû bi ti awayî bi kêrî civakê nehatine. Welat hemû xebitî ye, wan jî xwarine.

Dema dawî li dijî partiya me, gelên me gotinên dijber têne kirin. Dixwazim bersivekê bidim wê. Yên ku navê me û mêtinger û emperyalîstan di heman hevokê de bilêv dikin, dixwazim vê bersivê bidim wan. Gelê Kurd jî, DEM Partî jî, partiyên ku DEM Partî ji kevneşopiya wan tên, hemû jî li djiî mêtingerî û emperyalîzmê ne, li ber rabûne û wê vê têkoşîna xwe dewam bikin. Dema ku mirov bala xwe didin ser kevneşopiya partiyên siyasî yên din, hingî şop û bandora mêtinger û emperyalîstan a li ser wan dibîne. Şikur ji Xwedê re di vê mijarê de serê me bilind e. Ji roja destpêkê ve em israr dikin; pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e, çareserî jî çareseriya li nava Tirkiyeyê ye. Em ê tişta ku winda bûye li cihê lê winda bûye bigerin.”

Bakirhan du bangên girîng kir û got, “Bana destpêkê li gelên Tirkiyeyê ye. Li dijî pêla neteweperestî û nijadperestiyê, tenê aştî û demokrasî ku nirxên me yên hevpar in me dikare bi hev re bihêlin, xurt bikin. Ji ber vê yekê em bang li her kesî dikin ku tevkariyê li lihevkirineke li welêt bikin. Eger em karibin lihevkirina civakî xurt bikin, em ê karibin vê pêla neteweperestî û nijadpreestiyê rawestînin. Banga me ya duyemîn jî li aqlê dewletê ye ku ma be; hûn bi xwe jî ji nêz ve zanin ku li herêma me, li welatên cîran şerek, kaosek heye. Rêya herî baş a rizgariya ji vê yekê ew e ku li Tirkiyeyê aştiya civakî bê pêkanîn. Divê gelên Tirkiyeyê bibînin ku gefa ewlekariyê ye esasî ji Kurdan nayê, gefa esasî ew hêzên neteweperest û nijadperest e. Li hemberî vê yekê divê ji bo aştî û çareseriyê em gavê biavêjin.

Eger hîn aqlekî dewletê ma be divê vê baş zanibe; her cara ku deriyên Îmraliyê hatin vekirin, hêviya ji bo çareseriya demokratîk mezin bû, li welêt aramî pêk hat. Aboriya welêt bi pêş ket. Li Tirkiyeyê Birêz Ocalan bi salan e li ser çareseriyê israr dike. Guh bidin Birêz Ocalan, pê re rûnên û biaxivin.”

Bakirhan destnîşan kir ku êdî tenê rêyek maye û got, “Ya em ê aştiya civakî pêk bînin, sîstemeke adîl û demokratîk ava bikin, ya jî em ê teslîmî pêla neteweperestî nijadperestiyê bibin. Yanî aqlekî dewletê li holê nîne. Di sedsala nû de yekane rêya rizgariyê ji bo Tirkiyeyê demokrasî û lihevkirina bi aqlê hevpar e. Li Tirkiyeyê jî lihevkirina Tirkiyeyê ye. Ji bo gelên Tirkiyeyê yekane rêya rizgariyê, aştiya Kurd e. Sîstemeke demokratîk, adîl û azadîparêz e.”

Bakirhan diyar kir ku ew ji bo vê armancê têdikoşin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Meşvanên Azadiyê: Çareserî bi vekirina deriyê Îmraliyê dibe
Nûçeya Pişt re ‘Em li warê Elî Şêr, Sakîne û Mazlûman ji bo azadiya Abdullah Ocalan dimeşin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Emer Saleh: Divê gelên Iraqê li dijî serdana Erdogan derkevin!

Serokê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Emer Saleh diyar kir ku Erdogan ji bo pêkanîna Mîsak-i…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bakur meşên 1’ê Îlonê: Divê şert û mercên xebata azad ên Rêber Apo bên misogerkirin

Li Şirnex, Sêrt, Xarpêt û Mêrdînê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşên…

Ji aliyê Stêrk TV

Nafî Ergun piştî 30 salan hate berdan

Nafî Ergun ê ku dema 22 salî bû li Amedê hatibû girtin, piştî 30 salan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Çar sernavên bingehîn êdî nikarin bêne taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Meha Hezîranê li Tirkiyeyê 228 karker mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?