Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku derbasî qonaxeke nû bûye, Tevgera Azadiyê ya Kurd biryara fesixkirinê eşkere kir, çek şewitand û hêzên xwe vekişand. Lê belê li hemberî van gavên hatine avêtin, derengketina gavên siyasî û hiqûqî yên dewletê pirsên li ser paşeroja pêvajoyê zêde kirine.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku ji bo rêveçûna pêvajoyê divê bawerî bê afirandin û bang li desthilatdariyê kir ku gavên şênber biavêje.
Tûncer Bakirhan diyar kir ku di ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ de rêya afirandina baweriyê û avakirina paşerojê avêtina gavên dualî ye û got, “Ji banga Birêz Ocalan heta bi daxuyaniya Rêveberiya Tevgerê ya 8’ê Cotmehê, ji destpêka pêvajoyê û vir ve gavên gelekî girîng hatin avêtin. Li hemberî van gavan Komîsyona Meclîsê hate avakirin û heyeta Meclîsê çû Îmraliyê. Lê belê têkildarî avêtina gavên welê ku pêvajoyê bigihîne garantiyeke hiqûqî û mercên ragihandin û karkirinê yên azad ên Birêz Ocalan biafirîne, rewşeke rawestînê heye.
Ev rewşa rawestînê timî bi hincetan tê vegotin. Ji ber vê yekê ji bo rexnekirina rawestînê û bicihneanîna berpirsyariyan me bala raya giştî kişandibû ser mijarê. Divê desthilatdarî bi gavê bersivê bide gavê; divê pêvajo bi rêbaza pêlikan, yanî bi gavên li pey hev têne avêtin, dewam bike.”
Ji bo pirsa “Gelo rapora tespît û piştrastkirinê kengî dikare derkeve?” Tûncer Bakirhan ev bersiv da:
“Bi dîtina min ji bo vê raporê êdî tiştekî ku li bendê bisekinin nemaye. Binihêrin, Rêveberiya Tevgerê gavên girîng avêt. Destpêkê çek hate şewitandin, piştre jî biryara fesixkirinê hate dayin. Niha jî baregehên xwe yên girîng ên li Metîna û deverên din ên stratejîk dibîne vala kirin, hêzên xwe ji Tirkiyeyê vekişandin. Bila kes vê yekê biçûk nebîne. Eger tevgereke çekdar bi destê xwe dest ji çeperên xwe berdide, ev yek tê wateyê ku dibêje, ‘Em li pişt biryara xwe ne, veger jê nîne’.
Niha dor hatiye desthilatdariyê. Divê rapora tespît û piştrastkirinê bêyî derengketinê biweşîne, MGK biryarê bide, gavên bicihanînê yên Qanûna Çarçoveyê destpê bikin. Eger aliyek gavê biavêje, lê aliyê din li bendê bisekine, ev yek wê baweriyê ji holê rake. Di vê pêvajoyê de ya ku herî zêde pêwîstî pê heye bawerî ye.
Ez dixwazim mijarekê bi taybetî destnîşan bikim. Yê ku lezê bide vê pêvajoyê û bigihîne encamê Birêz Ocalan e. Ez vê yekê weke hêviyekê nabêjim, li gorî bûyerên heta niha qewimîne dibêjim. Her qonaxa krîtîk bi banga wî hate derbaskirin. Lewma divê bi koordînatoriya Birêz Ocalan ‘Desteya Aştî û Siyasîbûnê’ yekser ava bibe. Ji bo vê ji xwe şertekî bi tespît û piştrastkirinê û bi qanûnê ve hatiye girêdan nîne. Bila deste ava bibe, bi Birêz Ocalan re bicive. Hingî karê tespît û piştrastkirinê ku we qalê kir, wê hîn bi lez û bi xurtî bi pêş ve biçe.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê destnîşan kir ku ji bo pêvajo mayinde bibe û veger jê nebe, divê Qanûna Çarçoveyê bi cih bê anîn û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Dema ku desteyên di qanûnê de hate destnîşankirin bê avakirin û dest bi kar bikin, hingî ji bo derbaskirina qonaxa krîtîk wê gelekî girîng be. Divê Qanûna Çarçoveyê bi qanûnên azadî û demokratîkbûnê bê xurtkirin û aştî bê mayindekirin.
Zemîna jêneveger a siyaseta demokratîk garantiya hiqûqî ıye. Ji bo Kurd û her welatiyên li Tirkiyeyê karibin bi rengekî wekhev û azad siyaseta demokratîk bikin divê bingeha hiqûqî bê avakirin. Weke ku tê zanîn mîmariya rêveberiyê ya Tirkiyeyê ji aliyê dîrokî ve mafê siyaseta demokratîk asteng dike û ji sala 2015’an û vir ve di asteke mezin de ji garantiya hiqûqî dûr xistiye.
Divê ev rêveçûna demdirêj êdî bê guhertin. Lewma em ji dema nû re ‘Komara Demokratîk’ dibêjin. Eger dawî li şaşitiyên sed salî yên komarê bê anîn, kêmasiyên wê bêne temamkirin, aliyê demokratîk bê xurtkirin hingî wê ev yek tevkariyê li mayindebûna aştiyê bike.”
Li ser mijara vekişîna yekîneyên leşkerî yên dewleta Tirkiyeyê ji Iraq û Sûriyeyê Tûncer Bakirhan got, “Di rewşa heyî de hîn polîtîkayeke ku demekê diyar bike nîne. Lê belê divê bibe, ji ber ku encameke xwezayî ya pêvajoyê ev e. Eger ev aştî tenê weke meseleyeke navxweyî ya Tirkiyeyê bê dîtin wê kêm be; me ti carî bi vî rengî nedît. Beşekî girîng ê şerê zêdeyî çil salî li ser sînorê Tirkiye-Iraqê qewimî. Seranserê sînor bi baregeh û qereqolan tijî ye. Li Herêma Kurdistanê gund hatin valakirin, mirov nekarî bikevin nava zeviyên xwe, zozanên xwe. Ji destpêkê ve hebûna PKK’ê weke hinceta mayina leşkerî ya li Iraqê hate nîşandan. Niha çek hate danîn, rêxistin hate fesixkirin, kamp têne valakirin. Eger hincet ji holê rabû be hingî wateyek ji bo mayina li wê derê namîne.
Di heman demê de ev yek li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê ye. Vekişandina hebûna leşkerî tawîzek nîne. Ev yek wê bibe sedem ku têkiliyên bi Bexda, Hewlêr û Kurdan re ne li ser ewlekariyê lê belê li ser hevkarî, bazirganî, enerjî û pêşveçûna bi hev re bê danîn. Ji bo Sûriyeyê jî em heman tiştî dibêjin; Di demekê de ku Kurdên li wê derê li formuele jiyanê ya bi Şamê re digere, divê Tirkiye giraniyê bide ser dîplomasî û siyasetê, ne leşkerî. Divê aştî li vî aliyê sînor tenê nemîne, bandorê li aliyê din jî bike.”

