Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan: Divê desthilatdarî xwedî li aştiya civakî derkeve, gavên pratîkî biavêje
Rojane

Bakirhan: Divê desthilatdarî xwedî li aştiya civakî derkeve, gavên pratîkî biavêje

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan bang li desthilatdariyê kir ku xwedî li aştiya civakî derkeve, gavên pratîkî biavêje û got, "Ya girîng avêtina wan gavan e ku mutabaqata civakî nivîskî bike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan li Meclîsê di civîna koma partiya xwe de rojev nirxand.

Bakirhan bi bîranîna xebatkara partiyê Dîlan Karaman dest bi axaftina xwe kir ku bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest da û sersaxî ji malbatê re xwest.

Bakirhan işaret bi hevdîtina komîsyonê ya bi Rêber Apo re kir û got, “Hevdîtina ku bi Ocalan re hate kirin, meseleya Kurd li ser zemîneke siyasî ya xurt bi cih kir.  Ev yek di heman demê de serketina aqlê çareseriyê yê li Tirkiyeyê ye. Niha dem hatiye ku em hiqûqa xwe ya xwişk-biratiyê ji ser zemîna şer derbasî ser zemîna qanûnî û demokratîk bikin. Beriya hevdîtinê tofan rakirin. We jî şopand. Qiyatmet rakirin. Baş e, çi bû? Heyetek ji komîsyona meclîsê dema çû Girava Îmraliyê ma qiyamet rabû? Çi ji me kêm bû? Diyar bû ku belasebep qiyamet hate rakirin. Berevajî vê yekê di rêya aştiyê de vê hevdîtinê qonaxeke derbas kir. Ev gava bi wêrekî ya ji bo avakirina aştiya civakî hate avêtin wê zemîna çareseriyê hîn xurt bike. Em ji vê bawer dikin.”

Bakirhan diyar kir ku komîsyon wê 4’ê Kanûnê jinûve li hev bicive, heyeta ku bi navê komîsyonê çû Îmraliyê wê notên hevdîtinê bi komîsyonê re parve bike û got, ew dixwazin nirxandinên li Îmraliyê bi tevahiya raya giştî re bêne parvekirin.

Tûncer Bakirhan anî ziman ku Tirkiyeyê ji bo aştiyê gotina xwe got û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Êdî dem hatiye ku ev gotin derbasî meriyetê bibin. Ya girîng avêtina wan gavan e ku mutabaqata civakî nivîskî bike. Niha berpirsyarî li Meclîsê ye. Bang li hemû partiyan dikim ku ji bo çareseriya meseleya Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê tevkariyeke rasteqîn bikin. Em ji komîsyonê raporên welê hêvî dikin ku birînên vê xakê bipêçin û azadiyê ava bikin. Ji bo raporên bi armanca çareseriyê bi lez bibin qanûn berpirsyariyeke dîrokî destpêkê li ser milê Birêz Nûman Kûrtûlmûş û komîsyonê ye. Em di wê baweriyê de ne ku ev komîsyon wê vê wezîfeya xwe bi rengekî hêja bi cih bîne.

Yanî eger ji bo aştiyê deriyek hatibe vekirin divê mirov jê derbas bibin. Em dixwazin gelên Tirkiyeyê ji vî derî derbas bibe, kes li derve nemîne. Em siyaseta vê yekê dimeşînin. Meseleya Kurd ne tenê ya Kurdan e, berpirsyariya 86 milyon mirovî ye. Çareserî jî divê bi hev re bê afirandin. Êşên 100 salî tenê bi mutabaqateke civakî ya berfireh, bi aqlekî hevpar ê ji hemû rengan dikare bê çareserkirin.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê di dewama axaftina xwe de anî ziman ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destê dostaniyê ji bo Tirkiyeyê tê dirêjkirin û got, “Divê êdî ev dest li hewayê nemîne. Îlham Ehmed ji bo konfransa navneteweyî ya partiya me hatibû vexwendin, ku wê dawiya vê hefteyê li Stenbolê bê lidarxistin. Wê bi xwe jî anîbû ziman ku wê tevlî bibe. Lê belê di vê mijarê de hîn bersivek ji me re nehatiye dayin. Em li benda bersiveke erênî ne. Bila Îlham Ehmed bê Tirkiyeyê. Bila li ser Sûriyeyê, li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bersivê bide pirsan. Bila fikaran ji holê rake. Rûnên, biaxivin û li hev bikin. Dîplomasî ji bo çi ye? Diyalog ji bo çi ye? Bêguman ji bo vê yekê ne. Reva ji çareseriyê, rabûna li ber destektiyên Kurdan ên li Sûriyeyê bi kêrî kesî nayê. Berevajî vê yekê diyalog û danûstandin wê hem herêmê rehet bike hem jî me hemûyan. Lewma em ji desthilatdariyê hêvî dikin ku ji bo Îlham Ehmed bê Tirkiyeyê helwesteke hêsankirinê nîşan bide.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rûsyayê kontrola du bajarên ‘stratejîk’ ên Ûkraynayê bi dest xist
Nûçeya Pişt re Koçberên Efrîn û Şehbayê: Têkoşîna me ya ji bo vegerê dewam dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Beriya peymana agirbestê êrîşên li ser Libnanê zêde bûn

Di demeke ku her kes li benda peymana agirbestê ye, Îsraîlê “êrîşeke berfireh” bir ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Bêrîvan Bahçecî: Em ê felsefeya Jin Jiyan Azadî li her qadê belav bikin!

Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî destnîşan kir ku qedexekirina dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’…

Ji aliyê Stêrk TV

Desteya Wezîran a Îsraîlê plana ji bo ‘fetih’kirina Xezeyê erê kir

Hikumeta Îsraîlê ji bo êrîşên li ser Şerîda Xezeyê bêne berfirehkirin û herêm bê fetihkirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?