În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Peyama girtiyên Apoyî ji bo 48’emîn salvegera damezrandina PKK’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera 48’emîn a damezrandina PKK’ê li gelek bajaran hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyek bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda li pêşiya Wezareta Edaletê di roja 11’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Birêz Ocalan peyamek ji Ozgur Ozel re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkildarî hestiyên li şikefta li Farqînê hate dîtin 15 malbatan serlêdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mihabadê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê 27’ê Mijdarê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ji bo parastina destketiyên Başûrê Kurdistanê em ê bi berpirsyariya xwe rabin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera damezrandina PKK’ê ji aliyê gerîla ve bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agirê Mazlûm bû berxwedana gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kongra Star: Salvegera damezrandina PKK’ê pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan li Rojhilatê Kurdistanê diyardeyeke civakî ya kûr e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Felsefeya Rêber Apo cesareteke mezin da jinan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi berxwedana jinê wê civaka azad biafire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Munihê bi hezaran jin li dijî tundiya li ser jinan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Zurihê Festîvala Fîlmên Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Koçberên Efrîn û Şehbayê: Têkoşîna me ya ji bo vegerê dewam dike
Rojava

Koçberên Efrîn û Şehbayê: Têkoşîna me ya ji bo vegerê dewam dike

Xelkê Efrîn û Şehbayê ku bi zorê hatin koçberkirin, banga parastina mafên xwe û pêkanîna vegera bi ewle kirin û diyarkirin ku wê têkoşîna wan a ji bo vegerê dewam bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Bi boneya salvegera yekem a koçberkirina şêniyên Efrînê ji herêma Şehbayê, Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê bi hevkariya Komeleya Civakî ya Efrînê, îro li ber Stadyuma  Şehîdên 12`ê Adarê ya li Qamişloyê û li Navenda Ciwanan a li Dêrikê, daxuyanî dan. Koçberên Efrîn û Şehbayê beşdarî çalakiya xwendina daxuyaniyan bûn.

QAMIŞLO

Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê endama Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê Rizgar Lûlû ve û bi zimanê erebî ji aliyê rêvebera Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê ya Taxa Xerbî Henan Kedro ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Salek di ser koçberkirina şêniyên Efrînê ji herêma Şehbayê û gundewarên bakurê Helebê re, derbas dibe. Sedema koçberkirina bi hezaran koçberên Efrînê ji Şehbayê, ji ber çeteyên hov ên di çarçoveya êrişên bi navê Şefeqa Azadiyê de dabû destpêkirin bû.

Piştî operasyonên bi navê Şaxa Zeytûnê ku bi hezaran şêniyên Efrînî ji malên xwe koçber kirin, dar û kevir li Efrînê hatin şewitandin û bi hezaran şêniyên Efrînê hatin revandin û kuştin.

Lê gelê Efrînê jiyana xwe li ser bingeha berxwedana ji bo vegera li Efrînê li herêma Şehbayê domand. Lê belê di encama piştgiriya dewleta Tirk a dagirker û faşîst ji çeteyên xwefiroş ên bi nave Emşat, Hemzat û Sultan Murad, koçberiya duyemîn a gelê Efrîn û Şehbayê ji herêma Şehbayê ber bi rojhilatê Firatê ve pêk hat. Ji ber vê yekê, em van kiryarên ku sûcên li dijî mirovahiyê ne bi tundî şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku rayedarên Şamê tedbîr û biryarên lezgîn bigrin da ku berpirsên van kiryaran hesab bidin û Efrînê vegerin warên xwe.

Her wiha em bang li gelê xwe dikin, ji bo vegera girseyî li herêma Efrînê, xwe bi rêxistin bikin û mafê xwe yê rewa yê jiyana birûmet û ewle li ser axa xwe bi dest bixin. Em tekez dikin ku riya herî baş ji bo çareserkirina pirsgirêka koçberan bi awayekî dadwer û domdar bicihanîna peymana 10’ê Adarê ye ku vegera koçberan û misogerkirina parastina wan destnîşan dike, rê dide şêniyên herêmê ku bajar û bajarokên xwe li gorî prensîbên demokrasiya herêmî birêve bibin.”

DÊRIK

Li bajarê Dêrikê, daxuyanî ji hêla endamê Meclisa Efrîn û Şehbayê, Nîhad Mistefa Elo ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di pêvajoya 7 salan de li Şehbayê, tevî êrişên berdewam ên komên çete jî, şêniyên Efrînê karî jiyanek demokratîk û birûmet ava bikin. Lêbelê, binpêkirinên mîna revandin, kuştin û îşkenceyê, gelek kes neçar kirin ku careke din koçber bibin. “

Daxuyaniyê wiha lê zêde kir: “Em van binpêkirinan wek sûcên li dijî mirovahiyê dibînin û em daxwaz dikin ku berpirsiyar werin darizandin, milk were vegerandin û vegera ewle ya koçberan bo Efrînê were hêsankirin.”

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan û gelan, bi taybetî jin û ciwanan hat kir ku piştgiriyê bidin mafê koçberan ji bo jiyanek birûmet û wiha hat gotin: “Pêkanîna Peymana 10`ê Adarê rêya herî baş e ji bo çareserkirina pirsgirêka koçberiyê bi awayekî qanûnî û domdar.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bakirhan: Divê desthilatdarî xwedî li aştiya civakî derkeve, gavên pratîkî biavêje
Nûçeya Pişt re CPJ û Navenda Metro êrişa hêzên PDK’ê ya li hemberî rojnamevanan şermezar kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Sersaxî ji malbatên şehîdên Kobanê re hat xwestin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê piştî merasîma bîranîna 69 şehîdani serdana malbatên şehîdan kir û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şengalê êrişa hewayî: 2 jê rojnamevan 4 kes birîndar bûn

Li Şengalê di encama êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de 2 jê rojnamevan…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stenbolê 38 kes hatin girtin

Li Stenbolê 38 kesên ku di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Mihabadê du Kurd hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Siwêdayê di navbera hêzên Şamê û Parêzvanên Nîştîmanî de pevçûn derket

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li bajarên Rojava, salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Peyama girtiyên Apoyî ji bo 48’emîn salvegera damezrandina PKK’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?