Duşem, 24 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Sara Reşîdî ya ku ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye revandin agahî nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Serhedê bi girseyî serdana sersaxiya şehîdan hat kirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya li Başakşehîrê bi dawî bû: Me şehîd spartin dilê xwe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: Em ê bi bîranîna şehîdan re dilsoz bimînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newala Qesaba bîra me û Egîd dîroka têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gelê Kurdistanê di her şert û mercî de xwedî li şehîdên xwe derketiye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Wê li Geverê ji bo gerîlayên HPG/YJA Starê taziye were danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwan bi girseyî çûn serdana taziyeya li Wanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdan taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Divê ti kes bawerî bi notên sixte neyîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di taziyeya Parka Koşuyoluyê de xemgînî û têkoşîn di nava hev de bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bertek nîşanî sererastkirina yasaya Rizgarbûyên Êzidî dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bakirhan: Ger tecrîd rabe wê girêka aştiyê vebe
Kurdistan

Bakirhan: Ger tecrîd rabe wê girêka aştiyê vebe

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di mitîngê de axivî û diyar kir ku navnîşana çareseriyê Ocalan e û got, “Ji bilî aştiyê ti şensek me yê din tineye. Ger tecrîd rabe wê li Tirkiye û Rojhilata Navîn girêka aştiyê vebe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Tebax 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di dawiya mitînga Wanê ya bi dirûşmeya “Ne tecrîd, azadî dê bi ser bikeve” pêk hat de axivî. Bakirhan diyar kir ku gelê Wanê careke din ji bo parastina aştiyê hat gel hev û ev tişt anî ziman:

 

Em baweriya xwe bi aştiyê tînin. Em baş dizanin ku bê aştî çiqas doz û têkoşînek pîroz û birûmet e. Ger em hemû bi hev re xwedî li vê pêvajoyê derkevin, em bawer in em  ê Fîgen, Selahattîn, Nazmî û Bekir ên di girtîgehê de ne azad bikin. Bila raya giştî ya Tirkiyeyê baş li Wanê binêre. Li vê herêmê em kîjan heval, hevrê an jinan dest bidinê, êşê mezin kişandine. We bedelên giran dane, we gelek êş kişandine. Lê tevî hemû êşan, hûn îro li vir behsa aştiyê dikin, hûn behsa demokrasiyê dikin. Hûn xwedî li civaka demokratîk û pêvajoya aştiyê ya ku ji hêla Birêz Ocalan ve tê rêvebirin, derdikevin. Ew nijadperest, ew kesên ku li dijî vê pêvajoyê ne, ew kesên ku dibêjin maf û azadiyên bingehîn ên Kurdan dê vî welatî parçe bikin, divê ji vê qadê dersên mezin derxin. Gelê Wanê, gelê Kurd, tevî hemû êşan, tevî hemû ezmûnan, dîsa jî dibêjin aştî. Ger hinekî wijdan, hinekî rûmet hebe, hûn ê bi qasî vî gelê ku xwedî li aştiyê derdikevin, xwedî li aştiyê derkevin.”

‘JI BILÎ AŞTIYÊ TI ŞENSEK ME YÊ DIN TINEYE’

Bakirhan anî ziamn ku li Tirkiyeyê ji bilî aştiyê ti şensek din tineye û wiha domand: “40 sal in enerjî û aboriya vî welatî vala çûye. Bi deh hezaran mirovên me jiyana xwe ji dest dane. Em neçar man ku darbestên ciwanên xwe rakin. Lê noqteya ku em gihîştinê eşkere bû ku pevçûn, tundî, înkar û zilm ne çareserî ye. Ji ber vê yekê, bi serketina vê pêvajoya aştiyê ya ku ji hêla Birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin, em dikarin pêşiya qetilkirina ciwanan bigirin. Em dikarin aboriya û enerjiya vî welatî ji bo demokrasî û aboriyek dadwerî xerc bikin. Ev pêvajo ji bo me pir biqîmet e… Gelê Wanê ji bo aştî û çareseriya demokratîk ev qad tijî kiriye.”

‘TECRÎD LI SER ME HEMÛYAN TÊ MEŞANDIN’

Bakirhan anî ziman ku Rêber Apo di vê pêvajoyê de kedeke mezin daye û wiha pêde çû: “Ji bo Tirkiyeyê ji kaos û krîzê rizgar bibe deriyek vebûye. Lê tecrîd hîn jî berdewam dike. Tecrîda li ser  birêz Ocalan tê ferzkirin tecrîda li ser aştiyê ye. Ev tecrîd li se r me hemûyan e, li ser hêviya aştiyê ya 86 milyon kesan e. Divê ev tecrîd demildest were rakirin û şert û mercên xebatê yên birêz Ocalan bên afirandin û karibe bi awayekî azad fikrên xwe bigihîne gelan. Ji bo pêvajoya aştiyê bi ser bikeve, divê ev şert û merc werin afirandin. Ji 25’ê Tîrmehê vir ve, hevdîtinên bi birêz Ocalan re hema hema kêm bûne. Çima? Ma deriyê Îmraliyê kaniya di destê we de ye? Hûn mehekê vedikin, piştre digirin. Ma hûn bi vî rengî piştgiriyê didin vê pêvajoyê? Ma em ê bi vî rengî aştiyê pêk bînin? Ev nêzîkatiya ‘mehekê veke, mehekê bigire’ xizmetê ji pêvajoya aştiyê re nake. Divê ev nêzîkatî demildest were terikandin û divê şert û mercên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin.

‘GER TECRÎD RABE WÊ GIRÊKA AŞTIYÊ VEBE’

Tecrîd ji bo hêviyên gelê me yê ku bêriya aştiyê dikin xerabiya herî mezin e. Aştî cîddiyetê dixwaze, çareserî jî wêrekî dixwaze… Bawer bikin ku ger tecrîd rabe wê li Tirkiye û Rojhilata Navîn girêka aştiyê vebe. Kengî deriyên Îmraliyê vebin, wê av bisekinin, hêvî bilind bibin û hêviyên 86 milyon mirovên ku li Tirkiyeyê dijîn û bêriya aştiyê dikin wê mezin bibin. Ji ber vê yekê, ji bo ku hêvî dîsa mezin bibin û aştî pêk were divê tecrîd bê çareserkirin.

Tirkiye mala me ya hevpar e. Bila aştî, aramî û demokrasî were mala me. Bila gel kê/î hildibijêre, ew îrade bi rê ve bibe. Divê niha nakokî, cudakarî û nefret bi dawî bibin. Aştî û azadî wê bi ser bikeve. Têkoşîna gelê Wanê, gelê Kurd, jin, ciwan, kedkar û bindestan wê bi ser bikeve.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gultan Kişanak: Komîsyon ji bo çareseriya demokratîk divê guhdarî Ocalan bike
Nûçeya Pişt re Cenazeyê şehîd Baran Girê Spî li Kobanê hat veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çeteleya tundiyê ya meha Tîrmehê

JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya meha Tîrmehê weşand û ragihand ku 21 jin û 4 zarok…

Ji aliyê Stêrk TV

Nezîr Bûdak ji ber ‘wergera şaş’ a polîsan hat girtin

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê navçeya Giyadînê Nezîr Bûdak ji ber polîsan axaftina wî…

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîlayên HPG Û YJA Starê: Azadiya Rêber Apo azadiya civakê ye

Bi boneya salvegera 15’ê Sibatê komploya navneteweyî gerîlayên HPG û YJA Starê anîn ziman ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Serhedê bi girseyî serdana sersaxiya şehîdan hat kirin 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Wê li Geverê ji bo gerîlayên HPG/YJA Starê taziye were danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ciwan bi girseyî çûn serdana taziyeya li Wanê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Wanê ji bo şehîdan taziye hate danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?