Yekşem, 24 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Polîsan êrîşê xwendekaran kir, berxwedan berfireh dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Êrîş nayên qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîs ketin nava avahiya CHP’ê, gaza îsotê û fîşekên plastîk bi kar anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê ji bo dîtina Rêber Apo çû Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di peymana DYE-Îranê de krîza ‘xala Lubnanê’, Netanyahu nerazî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mamosteya Kurdî Foruzan Îslamî li Ûrmiyeyê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endezyarê jeolojiyê: JES wê zirarê bide gel û çavkaniyên avê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo du şehîdan li Amedê sersaxî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji baroyên Kurdistanê daxuyaniya ‘Bêhukmiya Teqez’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji koçberiyê ber bi Zagrosan ve rêwîtiya şoreşgerekî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji bo piştgiriya bi YPJ’ê li Kolombiyayê çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Jiyana Zeyneb Celaliyan di metirsiyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Geverê mirina bi guman a jinek

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em li dora statu û azadiya Rêber Apo hêza xwe bikin yek!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo aktîvîsta Kurd Pexşan Ezîzî banga piştevaniya navneteweyî hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Komîn vegera li cewhera xwe ye, em ê komînên xwe ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Kurdistan

Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye

Baregeha Zilîkan di 15’ê Çileya sala 2014’an de bi erêkirina Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Waliyê Mûsilê yê wê deme Esîl Nicêfî ve hate avakirin û cara ewil zêdeyî hezar leşkerên artêşa Tirk lê hatin bicihkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Baregeha Zilîkan li nêzîkî Çiyayê Başîqayê ye ku 42 km’yan li başûrê parêzgeha Mûsilê dimîne. Zilîkan ji aliyê Waliyê Mûsilê ve bi qasî 4 milyar dînaran bêyî agahiya Encûmena Parêzgehê hate avakirin.

BI QASÎ 4 MILYAR DÎNAR HATIYE TERXANIRIN

Salekê piştî avakirina baregehê, Wezîrê Parastinê yê Iraqê Xalid Ebeyîdî û Waliyê Mûsilê di 27’ê Cotmeha 2015’an de bi awayekî fermî seredana Zilîkanê kirin û xwestin ku artêşa Iraqê jî di nava baregehê de cihê xwe bigire. Lê belê ev yek ji aliyê rayedarên dewleta Tirk ve hate redkirin û ji wan hate xwestin ku dikarin hêzeke xwe bidin avakirin û di nava leşkerên Tirk de cih bigirin.

Di heman salê de ji aliyê Waliyê Mûsilê Nicêfî ve hêzeke bi navê Parêzvanên Neynewa hate avakirin û ew hêz radestî kurê xwe Ebdulah Esîl Elncêfî kir ku hejmara wê bi qasî 3 tugayan bû û di her tugayê de jî ji 3 heya 5 hezar leşkeran cih digirt. Her wiha ev jî ji aliyê rayedarên leşkerî yên dewleta Tirk ve tên perwerdekirin.

Ji van her 3 tugayan 2 jê di nava Heşda Şabî de cihê xwe digirin û ya sêyem jî ku bi navê Tugaya Lîwaya 59 tê naskirin, ji 3 alayan pêk tê û ji aliyê dewleta Tirk ve mûçe û lojistîka wan tê dabînkirin û bi awayekî fermî di nava Baregeha Zilîkan de cihê xwe digirin û berpirsên wan ev in:

– Berpirsê Alaya Yekem: Mehmûd Mehemed Elsebawî

– Alîkarê Berpirsê Alaya Yekem: Mehmûd Icac Sultan Elcibûrî

– Berpirsê Alaya Duyem: Mehemed Recib Elzibêdî

– Alîkarê Berpirsê Alaya Duyem: Casim Haşim Casim Elmelah

– Berpirsê Alaya Sêyem: Xanim Mehemed Elî Şerîf Elibêdî

– Alîkarê Berpirsê Alaya Sêyem: Saleh Elî Hemeş Elsebawî

BERTEKÊN LI DIJÎ HEBÛNA LEŞKERÊN TIRK

Ji dema ku Baregeha Zilîkan hate avakirin û vir ve gelek gelek rayedarên Iraqî bi awayekî tund nerazîbûnên xwe nîşan dan, li hember derketin û xwestin ku ji ser axa Iraqê derbikevin. Lê belê heya roja îro jî dewleta Tirk guh nedaye wan bertekan. Di sala 2015’an  de ji aliyê Wezareta Derve ya Iraqê ve li Meclîsa Ewlekariya Giştî gilî li dewleta Tirk hate kirin ku leşkerên xwe ji Zilîkan û tevahiya axa Iraqê vekişîne. Her wiha di heman salê de ji aliyê Rêberê Olî Şîyan Elî Sîstanî ve jî bertekên tund hatin nîşandan û xwest ku ew herêm ji dewleta Tirk were valakirin. Li gel van bertekan Wezareta Derve careke din bi awayekî fermî ji Enqereyê xwest ku hêzên xwe ji Zilîkan vekişîne. Lê belê tevî van bang û hişyariyan jî dewleta Tirk heya niha bersivek jî nedaya dewleta Iraqê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev demek e Baregeha Zilîkan,  li Iraqê di warên siyasî û leşkerî de bûye krîz û rojev. Bi taybet jî aliyên Şîe vê yekê weke Idliba duyem û volkaneke li ber teqînê bi nav kiribûn ku digotin dewleta Tirk çav berdaye deşta Neyinewa ya Kerkûkê ku beşeke mezin ji axa Iraqê ye.

ZILÎKAN GELEK CARAN BI MÛŞEKAN HATE HEDEFGIRTIN

Baregeha Zilîkan ji sala 2021’an û pê ve gelek caran hate hedefgirtin û heya niha tu amarên bi duristî derbarê kuştî û birîndaran de ji aliyê dewleta Tirk ve nehatine dayîn. Ji sala 2021’an heya sala 2023’yan 25 caran bi mûşekan hatiye hedefgirtin û komên Iraqê yên serbixwe ev çalakî girtine ser xwe.

DESTWERDANÊN DEWLETA TIRK ÊN LEŞKERÎ

Li Iraqê destwerdanên leşkerî dema Şerê Kendavê yê Yekem ango ji sala 1983’yan ve dest pê kirin. Sedema vê yekê jî ew bû ku Iraq bi Komara Îslamê ya Îranê re ketibû nava şer û siyaseta kêmkirina dijminan dida meşandin. Ji ber vê yekê jî destûr da Tirkiyeyê ku bikeve nava axa Iraqê ya li ser sînor.

Di sala 1984’an de, Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Tariq Ezîz, bi wezîrê Tirk Wehîd Melih Halifoglû re peymanek îmze kir ku destûrê dide hêzên Tirkiyeyê bi kûrahiya 5 kîlometreyan derbasî nava axa Iraqê bibe. Lê belê bi şertê ku ev peymana ewlekarî di salvegera wê ya yekem de, bi dawî bibe. Lê destwerdanên Tirkiyeyê tenê bi peymanên lihevkirinê sînordar neman. Di sala 1992’yan de destwerdaneke din kir û sala 1993’yan de navendeke îstixbaratê li Hewlêrê ava kir ku Tirkiyeyê wê demê sûd ji nakokiyên di navbera partiyên Kurdistanî wergirt. Di nîva salên 90’î de jî, ango 4 salan piştî Şerê Kendavê yê Duyemîn û derketina paralela 36’an bi Destê Hikûmeta Navendî ya Iraqê û avakirina sîstemekî rêveberiyeke xweser a Kurdî li Kurdistana Iraqê, Bexdayê destûr da Tirkiyeyê ku bi kûrahiya 20 kîlometreyan bikeve nava axa Iraqê. Ji wê rojê ve ye dewleta Tirk axa Iraqê dagir dike û bi dehan kîlometreyan derbasî axa Iraqê bûye.

LIHEVKIRINÊN IRAQÊ YÊN LI GEL TIRKIYEYÊ Û XETEREYÊN WÊ

Lihevkirinên ne stratejik ên Iraqê yên herî dawîn ên bi dewleta Tirk re ne di berjewendiya Iraqê de bûn. Bi tenê yên razîkirina dewleta Tirk di wê çarçoveyê de bûn ku ji ber wê jî di van demen dawî de di navbera aliyan de têkildarî hemahengî û dewletê krîzeke nenormal derketiye holê.

Di 22’yê Nîsana 2024’an de Iraq û dewleta Tirk li ser 10 xalan li hev kirin ku heya niha jî naveroka wan bi temamî nehatiye zelalkirin. Ev xal ji aliyê dewleta Tirk ve hatine nivîsandin û bi Iraqê daye îmzekirin. Her wiha di 15’ê Tebaxa heman salê de careka din têkildarî ewlekarî û şerê li dij terorê di navbera her du aliyan de lihevkirinek pêk hat.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 14’ê Nîsanê de Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan, di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi şandeya Iraqê re hevdîtin pêk anî û gef li ser Şengalê xwar û gotibû ku wan nerînên xwe anîn ziman û ew ê di demeke nêz de encaman jî bibînin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ANF, LEZGÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şêniyên Mexmûrê: Em piştgirî didin berxwedana xelkê Şengalê
Nûçeya Pişt re Îran û DYE wê li Romayê bicivin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kobanê bi rengê 8’ê Adarê hate xemilandin

Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jinên kantona Firatê bajarê xwe xemilandin.

Ji aliyê Stêrk TV

781 kesî ji ber ‘êşkence û mûameleya xerab’ serlêdan kirin

Li gorî rapora TÎHV'ê ya 2023'yan 782 kes ji ber ku rastî êşkence û mûameleya…

Ji aliyê Stêrk TV

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Firatê konferansa xwe ya 3’emîn li dar xist

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Firatê konferansa xwe ya 3'emîn li Navenda Çand û Hunerê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mamosteya Kurdî Foruzan Îslamî li Ûrmiyeyê hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Endezyarê jeolojiyê: JES wê zirarê bide gel û çavkaniyên avê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?