Li Wanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA)yê, bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî meşek hat lidarxistin. Meş li ber Van AVMê dest pê kir û li qada bajêr a Wanê qediya. Di meşê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî azad bike rêbertî” hat berzkirin û dowîzên “kuştina jinan polîtîk e”, “tundiya li ser jinê qirkirina civakê ye” hatin rakirin. Gelek welatî û rêxistinên jinan tev li meşê bûn.
Metna daxuyaniyê ji aliyê rêvebera Komeleya Jinan a Star Meryema Aslan ve hate xwendin. Meryema Aslan anî ziman ku tundiya li ser jinê sîstematîk e, bê ceza tê hiştin û wiha got: “Tundiya li malê, kolanê, kargehan û qadên dîjîtal ne bûyerên yekane ne; encama pergala mêrserwer in ku dixwaze li ser jiyan û azadiya jinan kontrolê ava bike. Tenê di mehekê de 20 jin hatin kuştin û 39 jinan jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. Divê Qanûna Hejmar 6284an bi bandor bê cîbicîkirin, stargeh bên zêdekirin û li dijî vekişîna ji Peymana Stenbolê têkoşîn bidome.”
‘DEM DEMA RÊXISTINBÛNÊ YE’
Meryema Aslan bal kişand ser rola jinan a di pêvajoya “Aşti û civaka demokratîk” de û wiha bi dawî kir: “Wekî ezmûna jinan a li Rojava, divê di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî jin wekî kirdeyên wekhev û damezrîner cih bigirin. Aştiya mayînde bêyî vîn, ziman û nasnameya jinan pêk nayê. Niha ne tenê dema li hember tundiyê li jiyanê mayînê ye; dema axaftin, biryardan, rêxistinbûn û avakirina jiyaneke azad û wekhev e.”
‘EM JIN PIŞTGIRÊN PÊVAJOYÊ NE’
Piştî daxuyaniyê Parlementera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît a ku bi bîranîna Gulbahar Komî dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Jin şîdetê heta hemû şaneyên xwe dijîn. Ev pirsgirêk ne tenê ya jinan e, di heman demê de pirsgirêka her kesî ye. Ev serhildanek e ku ji berxwedana Xwişkên Mîrabel ve tê. Tundiyeke ku pergala kapîtalîst her roj ta bi ta dihûne. Her cureyê tundiyê li her derê zêde bûye. Bila kes li bendê nebe ku em jin li hember vê bêdeng bimînin. Ger li her derê tundî hebe, li her derê têkoşîna me jinan jî heye. Em polîtîkayên şerê taybet li girtîgehan dibînin û em li dijî vê tundiyê têdikoşin. Şêwazê herî mezin ê tundiyê li hember zarokan heye, lê polîtîkayên dewletê di vê mijarê de têrê nekirin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo Peymana Stenbolê jî bidomînin.”
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got, :
Îro em jin piştgirên pêvajoya heyî ne. Em jin xwedî hêza cewherî û vîna cewherî ne. Ger em bixwazin ji vî şêwaza tundiyê rizgar bibin, divê em jiyana azad ava bikin.”
Jinan çalakî bi dirûşma “Jin, jiyan,azadî” bi dawi kir.

