Dayikên Aştiyê yên ji gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bi daxwaza avêtina gavan di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatin Tirkiyeyê, bi Wezîrê Edaletê Akin Gurlek re hevdîtin kirin.
Di hevdîtina li Wezareta Edaletê de Dayikên Aştiyê Peyrûze Kûrt, Adalet Çay û Hîdayet Demîr amade bûn. Dayikan bi Gurlek re li ser azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û berdana girtiyên siyasî, her wiha gavên şênber ên ji bo çareseriyê nêrînên xwe parve kirin.
Dayikên Aştiyê dosyayên xwe yên bi Kurdî û Tirkî amade kirin pêşkêşî Gurlek kirin û daxwaza xwe ya ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re dubare kirin.

