Çarşem, 16 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Di 6 mehên destpêkê de li Kurdistanê 1804 caran mafên mirovan hatin binpêkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Jîna Emînî: Edalet wê rojekê pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hana: Dosya Jîna Emînî heta pêkhatina edaletê wê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê Îran darvekirinan rawestîne, dest ji êrişên li ser herêmên Kurdan berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê 8 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Erdîşê daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê: Aştî bi wekheviyê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK, YRK û HPJ’ê serdana şehîdgehê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhilatê Kurdistanê di greva giştî de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrettîn Demîrtaş: Yên ku zêdegaviyê di rexneyan de dikin nafikirin, teqlîdê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana gora Jîna Emînî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwiyek li ser rêya azadiyê…

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Bi hêza xweparastinê wê şoreşa Jin, Jiyan, Azadî bi ser bikeve’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê banga tevlîbûna greva giştî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara taybet a kovara ‘Jinên Rojhilat’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAKB’ê: ‘Jin Jiyan Azadî henaseya têkoşîna azadiya jinan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tahliyeya girtiya 33 salan Hîcran Bînîcî salekê din jî hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raportora NY’ê ya ji bo Îranê: Israra azadiyê ya jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > YJŞ: Rêxistiniya jinên Êzidî wê ti carî rê nede jenosîdan
Jin

YJŞ: Rêxistiniya jinên Êzidî wê ti carî rê nede jenosîdan

Fermandariya Biryargeha YJŞ'ê cangoriyên fermanê bi bîr anî, bal kişand ser girîngiya hebûna hêza xweparastinê û destnîşan kir ku rêxistiniya jinên Êzidî wê ti carî nehêle careke din civak bê qirkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Tebax 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Fermandariya Biryargeha Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi wesîleya salvegera 12’emîn a fermana 3’ê Tbaxa 2014’an daxuyaniyek weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hate ragihandin ku meha Tebaxê weke meha jenosîdan derbasî dîroka Êzidiyan bûye, di vê mehê de komkujiyên mezin û êrişên bêperwa hatin kirin û komkujiyên Tilizêr û Sîba Şêx Xidir ên 14’ê Tebaxa 2007’an û fermana 3’ê Tebaxa 2014’an weke mînak hate nîşandan. Fermandariyê di salvegera van komkujiyan de cangoriyên fermana 74’an bi bîr anî û got, “Her wiha şoreşger, şervan û fermandarên weke hawarî gihaştin gelê me; endamên YJA STAR-HPG, YPG û YPJ ya ku li ber axa me de xwîna xwe dan bi minetdarî û heskirineke mezin bi bîr tînin û li ber ked û xwêdana wan soza mezinkirina hêza xwe rêxistinkirinê didin.”

‘FERMANA 74’AN BI TAYBETÎ QIRKIRINA JINÊ JI XWE RE KIR ARMANC’

Fermandariya Biryargeha YJŞ’ê diyar kir ku gelê Êzidî di herikîna dîrokê de timî bi fermanan re rû bi rû hate hiştin, ji ber baweriya xwe her tim hate qetilkirin, bi fermanan tinebûn lê hate ferzkirin û wiha dewam kir: “3’ê Tebaxê 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve dagirkirina Şengal û gundên wê fermana herî trajîk ya dîrokê ye. Bi vê dagirkirinê re bi hezaran Êzîdî hatin qetilkirin, hatin rêvandin, hatin firotin û esîr kirin. Gelek kes ketin rêya pênaberiyê. Bi rojan bi birçîbûn û tênbûnê re têkoşiyan. Çeteyên DAIŞ’ê yê ku dijminê netewe, ziman, ol û çanda ye bi hezaran mirovên me û jinên Êzîdî revandin. Gelek ji wan kuştin û gelek ji wan jî weke cariye bi kar anîn û li bazarên Mûsil û Reqayê firotin. Fermana 74’an de bi taybetî qirkirina jinê kir armanc. Di vê fermanê de armanca bingehîn; qetil kirin jina Êzîdî ya ku girêdayî ax û baweriya xwe ye û tinekirina çanda Êzdayêtî bû. Lê dîsa li hember van kiryaran jina Êzîdî dest ji axa xwe berneda, xwe sipartin çiyayê Şengalê, dilsoziya xwe bi parastina axa xwe re nîşanî dijminê xwe da. Dîroka xwe û baweriya li hemberê azadiyê himbez kirin. Çiyayê Şengalê ji xwe re kirin stargeh. Lewma; ax û çiya hebûna jinê ye.”

‘BI BANGA RÊBER APO ŞENGAL VEGUHERÎ QADA BERXWEDANEKE DIJWAR’

Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dema êrişên qirkirinê dihatin kirin hêzên ku digotin wê parastina civakê bikin gel di nava lepên DAÎŞ’ê de hiştin û çûn û hate gotin, “Gerîlayên Kurdistanê ji bo parastina gelê me xwe berpirs dît û berê xwe dan deşta Mûsilê. Lê dema tevahî dinya ji vê jenosîdê re bêdeng mabûn, çav, guh û devê xwe girtibûn, bi bangawaziya Rêber Apo Şengal vegeriya bû qada berxwedaneke dijwar. Ji çiyayên Kurdistanê gerîlayên azadiyê, ji Rojavayê Kurdistanê şervanên YPJ û YPG ref bi ref berê xwe didan Şengal’ê. Ev mîlîtanên ku goh dabûn qêrîna gel ê me wê pira xwişk û biratiyê di navbera çand û baweriyan de bidan avakirin.

‘BI HATINA ŞERVANÊN AZADIYÊ RE HÊVIYA GELÊ ME JINÛVE ŞÎN BÛ’

Bi hatina şervanên azadiyê re hêviyê gelê me jinûve şîn bû. Di pêşengtiya gerîlayên Kurdistanê de li Şengalê berxwedaneke mezin hate meşandin. Bi dayina berdelên mezin ve Şengal hat azadkirin, wek destaneke lehenigyê debasî dîroka berxwedanê bû.”

Fermandariya YJŞ’ê diyar kir ku hêzên YJA Star û YPJ’ê ji qîrîna jinên Êzidî re bûn ronahiya hêviyê û got, “Ev qîrîn di sengerên Şengalê de bû berxwedaneke meizn. Di pêşengtiya van hêzan de li dijî çeteyên kujerên kastîk hêza şerkirinê da me. Bi fikr û felsefeya Rêber Apo ya ku azadiya jin esas digre me xwe rêxistin kir. Rêber Apo nameya xwe ya ji bo konferansa Ronesansê de dabû diyar kirin; ‘Jinên Êzîdî pêşenga diyarde ya vê têkoşînê ne. Ew bûn hedefê erîşên herî dijwar lê ti car serî netewandin. Berxwedana ku li Şengalê de dan raber kirin hem ji bo xwe heman demê de ji bo tevahî gelan heviya jiyaneke bi rûmet jinûve ava kirin’.

‘CIVAKA BÊ PARASTIN MEHKÛMÎ WINDAKIRINÊ YE’

Bi rênîşandana Rêber Apo re, em îro gihaştin qonaxêk dîrokî. Rêber Apo dabû diyar kirin; ‘Avakirina pergalek a Êzîdiyan mafê wan ya herî rewa ye.’ Weke hêzên parastina jin em pêbawerin ku; Hêza xwe parastinê pêdiviyêk herî girîng a civakê ye. Civakek bê parastin mehkûmê winda kirinê ye. Bi soza tolhildana jinên Êzîdî me hêza parastina jin û rêxistinbûna jin ava kir. Armanca me; di bingeha bîrdoziya rizgariya jin de jinên Şengalê parastin, ji wan re derfetên jiyana azad ava kirin û hûnandina pergala demokratîk e. Em dixwazin ji ew mafê xwe ya herî rewa sûd werbigrin.

‘EM Ê LÎSTOKÊN QIRÊJ ÊN ŞERÊ TAYBET BÊ BERSIV NEHÊLIN’

Di fermanê de gelek jinên Êzîdî ketin deştê DAIŞ’ê. Heta niha jî gelek ji wan esîrin an jî aqûbeta wan ne diyar e. Girêdayî vê rewşê pengava ku Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya ku bi navê; ‘Ji bo edalet û azadiyê; tu jî bibe dengê dîlgirtiyên fermanê!’ daye destpê kirin, weke hêzên parastina jin em jî tevlî vê pêngavê dibin. Em êrişên ku rûmeta jinên Êzidî dikin armanc şermezar dikin. Em ê li dijî lîstokên qirêj ên şerê taybet ku di şexsê jinên Êzidî yê dîlgirtî tê meşandin bê bersiv nehêlin.”

‘CEWHERA NASNAMEYA JINA ÊZIDÎ BERXWEDAN E’

Daxuyanî bi vê peyamê bi dawî bû:

“Em dizanin, di cewhera nasnameya jina Êzîdî de berxwedan heye. Pêşengên civaka me; Sitiya Ês, Sitiya Nesra, Zarifê Osê, Xatûna Ferxa, Pira Fat, Dayê Zero, Meyan Xatûn, Yade Gûlê û Cîlan bi berxwedaniya xwe pêşeroja civaka me ronî kirin. Bi taybetî ji fermana 2014’an heta niha hêza parastina jin di bingeha avakirina netewa demokratîk de bi biryar e.
 
Di avakirina rêxistina jinên Êzîdî de fermandarên ku xwedî kedek mezinin, fermandarên nemir; Berfîn Nûrhaq, Şîlan Goyî, Medya Egîd, Rûsyar Kobanê, Nûjîn Sêrt, Hêlîn Mardîn bi minetdariyêk mezin em bi bir tînin. Em dibêjin; rêxistina jinên Êzîdî bi ked û xwêdana we ava bûye, wê ti car nehêle li ser vê civakê jenosîdek din pêk were. Herî dawiyê; tevahî şêhîdên fermanê di şexsê Jiyanda, Nûjiyan, Vînar, Stêrk, Zîlan, Doğa, Arîn û Bêrîvanan de şervanên azadiyê yê ku li ser axa kevnar ya Êzîdiyan de tevlî karwanê nemiran bûn bi hes kirin û minetdariyêk mezin bi bîr tînin û em soza xweya meşandina li ser şopa şehîdên xwe û pêkanîna armanca wan nû dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Zerdeşt Êzidî: Em ê vê komkujiyê ti carî ji bîr nekin û nedin jibîrkirin
Nûçeya Pişt re ‘Em ji bo fermîkirina statuya Şengalê têdikoşin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Efrînê lehî rabû: Zarokek xeniqî

Li geliyê Şera yê Efrînê ji ber barana zêde lehî rabû. Zarokekê jiyana xwe ji…

Ji aliyê Stêrk TV

HBDH’ê Berxwedana 15-16’ê Hezîranê silav kir: Em li dijî faşîzmê bibin yek

faşîzmê bibin yek HBDH’ê Berxwedana Karkeran a Mezin a 15-16’ê Hezîranê silav kir û got:…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: Dadgeha ku cezayê girtîgehê li siyasetmedaran biriye, dadgeheke qirkirinê ye

KCK'ê cezayên giran ên di Doza Kûmpasê ya Kobanê de li rêveber, endam û siyasetmedarên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dayika Jîna Emînî: Edalet wê rojekê pêk were

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Şehîdên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hana: Dosya Jîna Emînî heta pêkhatina edaletê wê dewam bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xwendekaran daxwaza mafê perwerdeya bi Kurdî kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?