Sêşem, 3 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Aştiyê daxwaza dîtina Rêber Apo ji Wezaretê re ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê bi rayedarên Yenî Partiyê re hevdîtin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Beriya COP31’ê serdegirtina malan: 3 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo girtiya nexweş Evîn Zapsu banga berdanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muratakan: Gel ji ber gavên nayên avêtin, ji pêvajoyê bê bawer in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Azadî, hiqûq û demokrasî nebe aştî jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Gabarê êrişa li ser şehîdgehê: Kêl hatin şikandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê nerazîbûna li dijî budçeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê kuştina rojnamevanan bi rengekî serbixwe nayê lêpirsîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şînoyê 3 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê gorek hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê banga naskirina Statuya Taybet a Şengalê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Parêzer Zîlan Esen: Li dijî kuştina jinan veguherîna civakî şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê jin wê ji 19’ê Mijdarê û pê ve heta dawiya salê ‘bêpere’ bixebitin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Dayikên Aştiyê ya li Enqereyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Em ê civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Odabaş: Bi bilindkirina dengê jinan em dikarin tevkariyê li aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan bi dawî bû: ‘Em ê bi hev re aştiyê ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê turnuvaya santrancê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Mijdarê ya Kovara Pêşeng Derket: Bi 5 zimanan dê were weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Divê wateya siyasî ya cihê nû yê li Îmraliyê bê xurtkirin
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Divê wateya siyasî ya cihê nû yê li Îmraliyê bê xurtkirin

Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku cihê nû divê nebe cihekî welê ku Rêber Apo ji girtîgeheke berê derbasî yeka nû bûye û got, "Helwesta Birêz Ocalan zelal e. Weke cihekî karkirinê ji bo Koordînatoriya Aştî û Siyasîbûnê dibîne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Kedê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna Koma Partiya xwe ya heftane de ya li Meclîsê bûyerên di rojevê de nirxand.

Dayikên Aştiyê yên bi dxwaza avêtina gavên şênber ên ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatin Enqereyê beşdarî civîna vê hefteyê bûn.

Tulay Hatîmogûllari di destpêka axaftina xwe de bixêrhatina endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ku 24 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo û avêtina gavên şênber ji bo pêvajoyê li Enqereyê ne û tev li komcivîna DEM Partiyê bûn kir. Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku aştî dê bi têkoşîna dayikan were û çalakiya dayikan silav kir.

Tulay Hatîmogûllari bi boneya salvegera darbeya 4’ê Mijdara 2015’an a li dijî HDP’ê bi lêv kir ku gelek hevalên wan ên girtiyên siyasî di doza kûmpasê ya Kobanê de girtî ne û wiha got: “Em li vir silav û rêzên xwe ji hevalên xwe re dişînin. Bi awayekî derhiqûqî di girtîgehê de ne. Hevalên me çima di girtîgehê de ne. Bi ser re 10 sal derbas bûn lê ew darbeya siyasî berdewam dike. Tevî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî hevalên me nayên berdan. Tirkiye mecbure wan biryaran pêk bîne. Lê tevî biryaran jî hevalên me weke dilgirtî ragirtî ne. Îro jî ew hişmendiya darbeyê belavî hemû Tirkiyeyê bûye. Birêz Ekrem Îmamoglu hê jî girtî ye. Ji bo piştgiriyê me doz şopand. Şûna siyasetmedaran ne girtîgeh in. Meclis e. Hûn nikarin vîna gel desteser bikin. Bi vê yekê hûn demokrasiyê dikin gorê.”

Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku bi boneya darbeya siyasî ya 4’ê Mijdarê ew ê li ber girtîgehên hevalên wan ragirtî ne daxuyaniyan bidin û got: “Ji vir 10 sal berê darbeya leşkerî pêk hat. Ez ê li Edîrnê serdana Selahattîn Demirtaş bikim. Hevserokê me Tuncer Bakirhan jî dê li Kandirayê serdana birêz Figen Yuksekdag bike û Berdevka Meclisa me ya Jinan Halîde Turkogulu jî dê li girtîgeha Sîncanê serdana girtiyên jin bike. Em ê li ber wan girtîgehan daxuyaniyan bidin û bêjin, Hevrêyên me hûn ne bi tenê ne. Em soz didin hûn ê azad bibin. Em ê hiqûq û edaletê bi we re bi dest bixin.”

Tulay Hatîmogûllari bûyer û qezaya Susurlukê bi bîr xist û got: “Bi ser re 30 sal derbas bû. Di wê erebeyê de midûrê emniyetê, fîrariyek û siyasetmedarek hebû. Tevî 30 sal derbas bû jî erebe guherî lê hişmendî neguherî ye. Ew hişmendî îro bi krîza borsayê û fonan didome. Dîsa yên sûcdar û rayedarên dewletê yên îro di heman erebeyê de ne. Heta piştperdeya wê dernekeve holê hemû kesên berpirsin neyê cezakirin û hesap nedin em ê li pey vê dozê bin.”

Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser pirsgirêk û krîza aboriyê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Teqawid nikarin debara xwe bikin û tevî temenê xwe yê mezin jî neçarî xebatê tên kirin. Desthilat tenê di hilbijartinê de teqawidan tînê bîra xwe. Dibêje em ê pirsgirêkên we çareser bikin lê tiştekî nake. Her roj karker û zarokên karker dimirin. Kes hesabê vê yekê nade. Divê berpirs bên cezakirin. Divê MESEM bên girtin. Li Meclisê hevdîtina budçeyê jî dest pê kir. Desthilat çi ji karker, jin, ciwan û civakê re wadê dike. Em weke DEM Partiyê dibêjin divê meaşê teqawidan bi 61 hezar lîreyî were sererastkirin û her tim bê nûjenkirin. Ji sermayedar û rantê re çavkanî heye lê dema dibe kedkar û teqawid dibêjin çavkanî tune ye. Weleh çavkanî heye lê hûn nakin. Jin dibêjin çavkanî heke ji rant û çekan re neyê veqetandin û ji jinan û xizanan re were veqetandin pêşî li xîzaniyê dê bê girtin.”

Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser ku kampanyaya wan a “Ji bo nan, aştî û edaletê budçe” û wiha axivî: “Di van kampanyayên me de welatî derdê xwe tînin ziman. Welatî şert û mercên di nav de dijîn tînin ziman. Welatî dibêjin em dixwazin weke mirov bijîn. Em jî li vir dibêjin; ew ne qedera me ye. Em dikarin vê qederê biguherînin. Bes em bibin yek, xwe rêxistin bikin û têkoşîna kedê mezin bikin.”

Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku ew ê ji pêşniyar qanûna hevpeymana Mekkeyê re bejin ‘na’ û wiha got: “Me di komisyona têkiliyên dervê de ji vê qanûnê re got na û em ê di desteya giştî de jî bêjin na. Ji ber ku li gorî vê peymanê heke li dijî welatekî di nava peymanê de êrişek bibe weke ku bi hemû welatan re bûye. Tirkiye bi vê peymanê rasterast li rex Siûdiyê cih digire. Ji bo pereyên Siûdî dê zarokên xizanan bibin Yemenê û şer bi wan bidin kirin. Divê Tirkiyeyê dîplomasiya aştiyê bike. Çawa ku em li vir têkoşîna aştiyê dikin û dixwazin li Tirkiyeyê aştî pêk were bi heman awayî ji bo dinyayê jî dixwazin. Heta li herêmê aştî nebe em ê têkoşîna xwe ya aştiyê bidomînin.”

Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku li Enqereyê di Konferansa Jinan a “Em bi hev re pêşerojê diaxivin” de jin ji bo aştiyê hatin cem hev û wiha pê de çû: “Biryara şeran ne jin didin. Hişmendiya serdest a zilam biryara şer dide û em jin jî têkoşîna aştiyê dikin. Em spasiya komîteya amadekar a vê konferansê dikin ku em anî ba hev. Em jin dê siberoja xwe bi hev re ava bikin.”

Tulay Hatîmogûllari ragihand ku li gorî daneyên Sayiştayê herî zede li şeredariya Wanê ku qeyûm danîne ser wê gendelî û bertîl hatiye kirin û şeredariyên tên desteserkirin dibin cihê gendeliyê.

Tulay Hatîmogûllari Dayika Aştiyê Elîf Aslan ku hefteya bihûrî jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û derbarê çalakiya Dayikên Aştiyê a li Enqereyê de wiha got: “Dayikên Aştiyê ji bo pêvajoyê li vir in. Ji bo aştî pêk were hatin Enqereyê. Dixwazin gavên pêwist bên avetin. Ne tenê ji DEM Partiyê re ji hemû partiyên siyasî re pêşniyarên xwe dikin. Aştî ne tenê berpirsyariya me ye. Ya hemû partiyan e. Dayikên Aştiyê li Enqereyê bang li desthilatê dikin; Dibêjin ji bo aştiyê hûn li benda çi ne. Dayikên Aştiyê ji bo êdî tu dayik negirîn têkoşîna aştiyê dikin. Dayikan ji bo aştiyê di vê serma Enqereyê de li Parka Kurtuluşê ji bo aştiyê di kon de nobed girtin. Dayik dibêjin em ji sermayê natirsin. Bes bila aştî were, zarokên me neyên kuştin û ji girtîgehan bên berdan. Daxwaza dayikan şênber e. Dayik dibêjin; divê astengiyên li pêşiya pêvajoyê bên rakirin. Ji bo pêvajo bi rê ve biçe; divê azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêk were. Girtiyên siyasî bên berdan. Peyama dayikên me yên laçikspî ji Enqeryê, ji parlamento, ji parkan û ji navenda bajêr belavî hemû cîhanê bû ev peyamek mezin e ji bo hemû Tirkiyeyê Dayik niha jî li Meclisê serdana komê partiyan dikin. Ez jî bang li hemû partiyên siyasî dikim; gotina dayikan nexşereya aştiyê ye. Guh bidin daxwazên dayikan.”

Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dayik heta vir hatine û daxwaza aştiyê dikin. Bi banga birêz Ocalan pêvajoyek dest pê kir. Rêxistinê sozên xwe pêk anîn û gav avêtin. Niha dora avêtina gavan a dewletê ye. Qanûn derket lê gelo endamên tevgerê dê kengî vegerin. Takvîmeke desthilatê ya pêvajoye heye an na? Heke hebe çima ji raya giştî re parve nake. Ji bo qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê divê êdî wext nayê windakirin û bikeve meriyetê Divê Desteya Ewlehiya Neteweyî demildest rapora teyît û tespît amade bike û qanûn bikeve meriyetê. Li Meclisê divê êdî komîsyon bê ava kirin da ku Meclis jî bi rola xwe rabe. Gava sereke ya pêvajoyê şert û mercên azad ên birêz Ocalan e. Birêz Ocalan derbasî xaniyekî bûye lê divê ne cih azadiya wî ya fizîkî pêk were. Birêz Ocalan dixwaze rojnameger û hemû beşên civakê re hevdîtin bike. Ji bo cihê nû bi wate bibe divê derî bên vekirin û hemû beş bikarin hevdîtinê bikin. Em jî li vir silav û hezkirinên xwe ji birêz Ocalan re dişînin. Bila hemû kes jî bizanibe aştî pêşkeşî me nayê kirin. Em ê bi têkoşîna xwe berdewam bikin. Divê hemû kes xwe berpirs bibînin û çi ji destê wan were bike. Weke DEM Partiyê em ê ji bo aştiyê têkoşîna xwe bidomînin. Tu hêz nikare li pêşiya me bigire. Çi dibe bila bibe em ê aştiyê bînin vî welatî.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gazî: ‘Em ê armancên şehîdên xwe pêk bînin’
Nûçeya Pişt re Dayikên Aştiyê daxwaza dîtina Rêber Apo ji Wezaretê re ragihand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Endamê PM’ê yê DEM Partiyê Muhammed Ayten hate girtin

Endamê PM'ê yê DEM Partiyê Muhammed Ayten bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hate girtin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay car din serlêdana lêpirsînê hate kirin

Ji bo karkerên bi navê Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ên ku 3’yê…

Ji aliyê Stêrk TV

Rapora YE’yê: Hiqûqa dewletê li 5 welatan bi awayekî sîtematîk tê xirabkirin

Li gorî rapora Yekîtiya Azadiyên Sivîl a Ewropayê, li Yekîtiya Ewropayê hiqûqa dewletê bi êrîşên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dayikên Aştiyê daxwaza dîtina Rêber Apo ji Wezaretê re ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gazî: ‘Em ê armancên şehîdên xwe pêk bînin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Aştiyê bi rayedarên Yenî Partiyê re hevdîtin kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Beriya COP31’ê serdegirtina malan: 3 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?