Ji ber fikarên aboriyê, dozên siyasî, bêkarî û xizaniyê pêla koçberiyê ya ji Kurdistanê zêde bû. Koça navxweyî ku di salên 1990’î de bi şewitandina gundan rû da, bi taybetî piştî sala 2010’an bi koça derve dewam kir.
Ji bo çareserkirina vê koça navxweyî û derve ya ku bandorê li demografiya herêmê dike bang têne kirin. Ji rêveberiya Komeleya Lêkolîn û Şopandina Koçê ya Mezopotamyayê (GOÇ-DER) Serdar Bayram li ser mijarê axivî û got, “Ev pêvajo ji bo mirovên li welêt û li derve koçber bûne firsendek e. Divê zemîna qanûnî bê danîn û ji bo mirovên ji cih û warê xwe bûne pêşniyarên çareseriyê bêne nirxandin.
Bayram diyar kir ku bi taybetî di navbera salên 2015-2019’an de koça ber bi Ewropa û Emerîkayê gelekî zêde bû û ragihand ku ji beşên cuda yên civakê mirovan berê xwe dan derveyî welat. Bayram destnîşan kir ku di vê demê de daxwaza ji bo koçkirinê veguherî meyleke civakî û got, “Gundiyekî li Licê jî dixwest biçe, akademîsyenekî li zanîngehê jî, mamosteyek jî, karmendek jî. Gelek ji mirovan jî bêyî ku li ser wê yekê bifikire ku piştî çûyînê wê li kîjan pirsgirêkan rast bên, dixwestin biçin.”
Bayram ragihand ku mijara koçberiyê ya li Kurdistanê nû nîne, di demên cuda yên dîroka komarê de koçberî li ser Kurdan hate ferzkirin û diyar kir ku piştî sala 2015’an koça ku rû da ji ya beriya wê cuda bû. Bayram got, “Mirov koçberiya di salên 1970, 1980 û 1990’î bi giranî weke koça polîtîk binirxînin. Lê belê koça piştî sala 2015’an xwedî karakterekî gelekî cuda ye. Di vir de bêhêviya aboriyê, zexta civakî û fikarên li ser paşerojê diyarker bû.”
‘BÛYERÊN CIVAKÎ BANDOR LI KOÇÊ KIR’
Bi dewamî anî ziman ku koçberiyê ne tenê mirovên koç kirin, her wiha bandor li civaka mayî jî kir û ragihand ku pirsgirêkên civakî yên salên dawî li herêmê qewimîn pêwendiya xwe yekser bi koçê re heye. Bayram got, “Demeke welê rû da ku li Kurdistanê ji heft heta heftê salî mirovan berê xwe dan Ewropayê. Di vê demê de gelek mirovên xwedî wesif ji herêmê çûn.
Em bandora vê yekê ya civakî îro jî dibînin. Bûyerên tundiyê, bikaranîna narkotîkê, jihevketina civakî û bêhêvîbûna ciwanan a ji paşeroja xwe pêwendiya xwe bi vê tabloyê heye. Eger valahiya ku li nava civakê derketiye holê neyê dagirtin, wê avaniyên cuda wê valahiyê dagirin. Em ê encamên vê yekê di salên pêş de hîn bi şênberî bibînin.”
Bayram diyar kir ku meseleya vegera li gundan yek ji sernavên bingehîn ên li benda çareseriyê ye û bi bîr xist ku bi taybetî li herêmên Botan û Serhedê hîn gelek gund û çêrgeh hene ku qedexe ne.
Bayram got, “Mirov bixwazin vegerin gundê xwe jî li gelek deveran nikarin hilberînê bikin, nikarin sewalkariyê bikin. Li gel ku nêzî du sal in şerekî cidî naqewime jî herêmên qedexekirî hîn hene. Mirov dixwazin li gundê xwe vegerin, sewalkarî û cotkariyê bikin, lê belê derfet ji vê yekê re nayê dayin. Li Kurdistanê divê ti gund, çêrgeh an jî qadên jiyanê ne qedexe bin. Divê gel karibe bi rengekî azad biçe çêrgeh û gundê xwe.”
‘DIVÊ HER KES BI BERPIRSYARIYÊ RABE’
Bayram bal kişand ser bangên vegerê ku dema dawî gelekî kete rojevê û destnîşan kir ku divê bi polîtîkayên şênber piştgirî ji van bangan re bê dayin. Bayram got, “Mesele ne mijareke welê ye ku tenê komeleyeke koçberiyê çareser bike; divê rêveberiyên xwecihî, şaredarî, partiyên siyasî û hemû saziyên eleqedar bi berpirsyariyê rabin. Em qala vegera bi hezaran mirovî dikin. Ji bo ev mirov karibin vegerin divê mercên aborî, civakî û psikolojik bêne afirandin.”
‘VEGERA LI KURDISTANÊ DIVÊ WERE KIRIN’
Serdar Bayram bang li wan mirovan jî kir ku ji Kurdistanê çûne û got, “Divê li Kurdistanê vegerin. Divê li vê xaka qedîm vegerin û li vê derê jiyanê jinûve ava bikin. Ji bo vê jî mercên vegerê divê bêne afirandin. Pêvajoya diyalogê ya heyî divê ji aliyê qanûnî ve pêşî li vegerê veke. Hem mercên qanûnî hem jî yên civakî divê ji vê yekê re guncaw bin.
Ji bo mirovên ku ji ber siyaseta demokratîk kirine li sirgûnê ne û kesên vegera li gundan tê astengkirin karibin vegerin, divê astengî hemû bêne rakirin.”

