Yekşem, 17 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Zarokên min naxwazin ku bavê wan li girtîgehê bimire’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Demîr: Ji bo çareseriyê garantiya qanûnî û statu divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber gotina ‘Birêz Ocalan’ 3 meh cezayê girtîgehê li Çaglar Demîrel hate birîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sancar: Aştî ji jorê ve nayê, bi têkoşînê ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hezaran kes li Kadikoyê meşiyan: Divê girtî bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî berdewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê Komkujiya Hewlêrê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Saadet Akman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervana ku ji jinên Ereb re pêşengtî dikir: Hêlîn Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Xwedîderketina li Kurdî xwedîderketina li nasnameya Kurd e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûken Mamxurî bû yek ji nefera YJA Starê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara nû ya kovara Xwebûnê bi mijara ‘sosyalîzmê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolînera Misrî Ferînaz Etiya peyama piştgirtiyê ji bo YPJ’ê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nameyên nivîsî cezayê girtîgehê li Werîşe Muradî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Karayilan: Têkoşîna azadî û demokrasiyê wê li ser xeta şehîdan teqez bi ser bikeve
Kurdistan

Karayilan: Têkoşîna azadî û demokrasiyê wê li ser xeta şehîdan teqez bi ser bikeve

Endamê Fermandariya NPG'ê Mûrat Karayilan şehîdên meha Gulanê bi hurmet û minet bi bîr anî û got, "Doza me doza şehîdan e. Bi ruhê fedaî yê Apoyî li ser şopa şehîdên leheng û li ser rêya Rêber Apo wê meşa demokrasî û azadiyê teqez bi ser bikeve."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Gulan 2026 Dema xwendinê: 29 dq.
Parvekirin

Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan ji bo şehîdên meha Gulanê ji ANF’ê re axivî, bal kişand ser cihê meha Gulanê di nava dîroka têkoşînê û anî ziman ku di vê mehê de gelek hevrêyên wan şehîd bûn. Karayilan Şehîdên Meha Gulanê careke din bi hurmet û minet bi bîr anî û destnîşan kir ku soza ku dane şehîdan hîmê bingehîn ê têkoşîna wan e.

 

Meha Gulanê weke meha şehîdan û 18’ê Gulanê jî weke roja şehîdan tê pêşwazkirin. Sedema vê çi ye? Pê ve girêdayî, di têkoşîna we de ev biryar kengî hat girtin û divê mirov vê rojê çawa pêşwazî bike?

Ez destpêkê tevahî şehîdên meha Gulanê û tevahî şehîdên şoreşê di şexsê şehîdên mezin rêheval Heqî Karer de bi minet û hurmet bîr tînim û bejna xwe li hemberî bîranîna wan ditewînim. Soza me dayî wan, bi wesîleya vê roja pîroz carekî din dubare dikim. Em ê heta dawî girêdayî soza xwe bin, hemû xeyalên wan bikin heqîqet û wisan wan bikin nemir. Di 1981’an de Konferansa PKK’ê ya yekemîn çêbû, di wê konferansê de biryar hat girtin ku roja şehadeta heval Heqî Karer bibe roja tevahî şehîdên Kurdistanê. Di heman demê de meha Gulanê jî bibe Meha Şehîdan.

Ev biryar di konferansê de hat girtin û wisa hate îlankirin. Ji wê demê heta niha ew roj û meha Gulanê tevahî weke roja şehîdan û cejna şehîdan tê pêşwazîkirin. Ji bo me şehîd xwedî gelek wate ne, di her tevgerê de şehîd ji bo wan bêguman xwedî wate ye, lê wek Tevgera Apoyî ev wate li gel me kûr e. Li ser vê hîmê bîr û bawerî û rêhevaltiyê tevgerîn heye. Ji bo wê jî wateya xwe cuda û kûr e. Em her sal divê Roja Şehîdan, Meha Şehîdan weke roja bi şehîdan re rûbirû bûyînê pêşwazî bikin. Ango rûbirûbûyîn, me li hemberî şehîdan çiqasî erka xwe pêk anî, em çiqas girêdayî sozên xwe man.

Em çiqas di têkoşîn û jiyanê de layiqê şehîdan in. Şehîd lehengên me ne, em di rêhevaltiyê de çiqasî dilsoz in. Divê em muhasebeya vê bikin. Divê hemû rêhevalên me, hemû malbatên şehîdan, dilxwazên me, hemû welatparêzên Kurdistan her rojê şehîdan, her mehê şehîdan wisa bigrin dest. Ango weke roja ku em xwe lêpirsîn dikin, li hemberî heqîqeta şehîdan tevgerîna me çi ye? Em çiqasî layiqê şehîdan in? Kêmanî çi ne? Di şopdariya şehîdên qehreman de? Di xeta Rêber Apo de em çiqasî tevdigerin? Em çiqasî bûne bersiva erkê demê? Kêmanî li ku derê hene? Em ê çawan kêmaniyan derbas bikin? Teqez dibe ku em li hemberî heqîqeta şehîdan rêhevaliyeke sade û dirûst temsîl bikin, girêdayî sozên xwe bin. Soz rûmet e, rûmet neyê binpêkirin. Rûmet mirovatî ye, rûmeta te diçe. Ji bo vê em ê çawa girêdayî rûmet û soza xwe bin? Bi çi hewldan, bi çi tarzê jiyanê, bi çi tarzê têkoşînê girêdayî soz û rûmeta xwe bin. Divê em di van rojan de muhasebeya van bikin. Divê her kesekî welatparêz, dilxwaz, kadro wisa Rojên Şehîdan, Meha Şehîdan pêşwazî bike. Ango bi şehîdan re  rûbirû bin, wisa xwe muhakeme bikin, kêmaniya xwe bibîne û bi vî awayî bi temamî şopdariya şehîdan bike. Ev tê wateya ku hin bi xurtî têkoşîna şehîdên qehreman were meşandin. Divê her kesekî ji bo vê, ev rojên pîroz ku xwedî manewî ye, bi vî awayî pêşwazî bike.

Di têkoşîna we de rola şehîdan hûn dikarin çawa pênase bikin?

Weke min got, rola şehîdan di tevgera me de pir zêde heye. Niha dema mirov li dîroka mirovahiyê dinêre, di civakên ku nikaribin di nava xwe de lehengan ava bikin, an jî nikaribin xwedî li lehengên xwe yên heyî derkevin, ew civak tu caran azad nabin û weke kole dimînin. Piştre jî winda dibin. Ango civakek ji bo ku hebûna xwe bidomîne, hewcehî bi parastinê heye parastina bi her babetî ne tenê weke leşkerî. Bêguman bi leşkerî bi çandî, bi ziman, bi keramet, ev civak were parastin. Di parastina wê de kesên ku wisa lehengên xwe ava kirî, dikarin hebûna xwe dom bikin. Yên leheng ava nekirî, ew têk diçin, hebûna wan êdî winda dibe. Ango wek kole dimînin. Bêguman leheng di şert û mercên dîrokê yên guncaw de derkevin ser dîka dîrokê. Ango di her demî de kî bi dilê xwe bixwaze nabe. Divê şert û mercên dîrokê jî ji bo derketinên lehengên dîrokî guncaw be. Cardin divê leheng teqez li ser hîmê bîr û baweriya biryarbûneke tevbigere. Ango wisa ji bo parastina civakê, ji bo ku civakê ji xetimandinê derbas bike, bikaribe bi biryar fedakarî bike. Ango zanist nebe ev nabe. Wê çaxê li deverekî, li çiyayekî ji bo ku leheng derkevin, tê wateya ku pêwîste zanist çêbibe, têgihîn çêbibe, bîr û bawerî çêbibe, ev çêbibin ku heta ku karibe di civakê de rol bigre. Leheng bi tarzê jiyana xwe, bi tarzê têkoşîna xwe, di civakan de kelecanê ava dike û civakan radikin ser ling. Wisa berjewendî û dahatuyên civakê temsîl dikin. Feraseta xwe û civaka xwe dike yek. Wisa di civakê de rolekî dilîze. Bêguman yên ku demê rast bixwînin wê bi ser bikevin. Di her keliyê dîrokê de leheng çêbûne, lê yên ku demê rast bixwînin û li gor demê tevbigerin, ew encam digrin. Dema ku mirov bi giştî li dîrokê binêre, gelê me rol û mîsyonê qehremenan di Kurdistanê de weke egîd bi nav dikin. Ango egîdên Kurdan hebûne û hene. Mirov dikare bibêje leheng jî, egîd jî. Egîd ji ber eşîr, yan jî civakê heyî têkoşîn dike, şer dike, fedakarî dike. Ne ji bo xwe, ji bo civaka xwe û derdora xwe dikare xwe feda bike. Ji yên wisa re di Kurdistanê de dibêjin egîd. Lê belê ji bo ku egîd encam bigirin, divê ew egîd bikaribin demê rast bixwînin. Di Kurdistanê de weke tê zanîn, siyasetê qirkirinê meşiya û siyasetê qirkirina fîzîkî, piştî wê jî siyaseta bişaftinê û asîmîlê hate pêşxistin. Bi taybet di Kurdistana Bakur de, di salên 1970’ê de hebûn û tunebûna civaka Kurd êdî bû mijara nîqaşê. Ji ber ku siyaseta qirkirinê di bakurê Kuristanê de pir zêde hate pêşxistin. Qetlîam û kuştinan pêk anîn û piştre jî, asîmîlasyoneke berfireh pêş xistin. Di heman salan de, li başûrê Kurdistanê jî tevgera heyî têk çû. Ev jî di civaka Kurd de şkestineke kûr ava kir. Di demeke pir krîtîk ku bawerî zeyif bû ku civak hêviya xwe kêm kiribû de, derketina Rêber Apo ya dîrokî çêbû. Rêber Apo ders ji tecrubeyên ku heta wê demê çêbûyî girt. Destpêkê kûraniya çanda Mezopotamya ya gelê Kurd û zanista serdemê bi hev re kir yek û li ser vê hîmê şîrove pêş xist, îdeolojî ava kir. Di qonaxa avakirina îdeolojiyê de tespîtên di cih de hatin kirin. Ango hat gotin ku welat ber tunebûnê ye, êdî mirov nikare navê wê bibêje, ji bo ku mirov nav bibêje cesaret pêwîste. Di welatekî wisa de, ji bo ku tu bikaribî şoreşgerî bikî, divê tu fedakariyek mezin bikî. Divê tu ne dibîstanê û karê xwe dest berdî, divê tu bikarîbî her tiştê dest berdî, canê xwe jî bidî. Ev yek nebin nabe. Çima? Li Kurdistanê civaka Kurd li ber kêra qirkirinê ye. Ji bo ku pêşiya tunekirinê were girtin, divê tu karibî singê xwe ji bo her curê zor û zehmetiyê vekî û bikaribî wisa têkoşîn bikî. Ango bi vê ferasetê têkoşîna îdeolojîk hat meşandin û avakirina kadroyan ya li ser vê hîmê hate pêşxistin. Ev li Kurdistanê bingeha lehengiyê ava kir. Yên egîd be dikarin li Kurdistanê rolê bilîzin. Bi vî awayî têkoşîna bi rê ketî, şehadeta 18’ê Gulanê wek şehîdê destpêkê yê mezin e, beriya wê jî hinek heval şehîd ketibûn, lê yê herî mezin ê navendî yê wek alîkarê Rêber Apo heval Hakî Karer e. Şehadeta heval Hakî, salek şûnde şehadeta heval Xelîl Çavgun pêvajoyeke wisa bi xwe re pêş xist. Jixwe ew pêvajo di heman demê de partîbûn jî xist rojevê û pêş xist. Partîbûn jî li ser vê hîmê hate avakirin. Ev tiştên din piştî wê bi lehengên berxwedana zîndanan re çêbûyî; Mazlûm Dogan, Ferhat Kurtay, hevalên wî, çalakvanên 14’ê Tîrmehê, cardin berxwedanên li çiya ku bi pêşengtiya Egîdan, Erdal û Bedîrxanan re çêbûyî, cardin bi berxwexwedana kolanan çêbûyî ya di pêşengtiya Bêrîvanan de bi rê ketî, van hemû lehengiyê bi xwe re ava kir. Di Kurdistanê de wisa Egîdbûnî pêş ket û her ku çû mezin bû. Bêguman dozên mezin xwedî armancên mezin in. Armaca şoreşgerên Kurdistanê ew e ku Kurdistanê ji tunebûn û xelandinê rizgar bikin, azad bikin û di Rojhilata Navîn de Konfederalîzma Demokratîk ava bikin. Ango gelê Kurd ne tenê xwe ji tunebûnê rizgar dike, bi xwe re gelên herêmê jî rizgar dike. Armanceke wisa mezin danîne pêşiya xwe û wisa heqîqeyek eşkere kirin. Heqîqet ev e; heqîqet Kurdistanê e, li ber kêleka tunebûnê ye, eş û elem komkujî têde hene. Divê mirov li hemberî vê bêdeng nemîne. Kî li hemberî vê bêdeng bimîne, mirovatiya xwe dest dide. Kesê ku bibêje ez mirov im, divê xwedî li van heqîqetan derkeve, li pey heqîqetê bimeşe û wisa tevbigere û têbikoşe. Jixwe hat dîtin ku lehengên wisa tevgeriya ne li ser civakê bandorekî mezin çêkirine. Ew lehengane bi jiyana xwe, bi çalakiya xwe, bi sekna xwe, bi têkoşîna xwe, bandor ava kirin. Bi esasî xwe û daxwazên civakê kirin yek. Xwe kirin fedayî daxwazên civakê. Dema civak dît ku tarzê jiyanê cuda ye, sade ye, ji bo têkoşîn û azadiyê ye, ji bo azadiya gelê Kurd e û gotin û pratîk yek e, dirust e, biryar e, cesaret dide mirov û dema ku di pratîkê de şehadet çêbû, ji xewnê rabûn, bawerî wisa çêbû. Bi vî rengî civak li pey meşiya. Dema civak dinêre ku doza wan bi wan re yek e û di wê oxirê de fedakarî dike û canê xwe dide, ew jî radibe û ew jî fedakarî dike. Civak wisa li pey lehengan meşiya, rabû. Bi lehengiyên wisa berçav, bi fedakarî û cesaretê wan kelecan jiyan kir û dît ku hêvî heye. Hêvî bi civakê re çêbû û civak wisa rabû ser piyan. Ango yên ku civak rakirî, ew leheng in, şehîdên qehreman in. Yên ku civak dayîn meşandin, ew in. Nimûne, rabûnên girseyî ku em jê re dibêjin serhildan, destpêkê bi çi awayî çêbûye? Ji bo xwedî li cenazeyên lehengan, şehîdan derkevin, çêbûye. Li welatên din rabûnên civakan ji bo daxwazên aborî, siyasî ne, yanî hinek daxwazan dikin rojev û li ser vî hîmê civak dadikevin kolanan. Lê li Kurdistanê mêze bikin; rabûnên civakan ji bo ku layiqê lehengan bin, ji bo xwedî li cenazeyên lehengan derbikevin û wana weke ku tê xwestin bi merasîmê rake, çêdibin. Civaka Kurdistan destpêka 89 û 90’î li Nusaybîn, li Cizîra Botan bi vî awayî dest bi serhildanan kiriye. Çima? Ji ber ku ew lehengên şehîd bûyîn, ji bo civakê hêvî ava kirin, bandor çêkirin. Civak êdî navê wan li hemû zarokên xwe yên nû xwedê dayî lêdikin. Civak bi wan hêviyan pêşerojê ji bo xwe çêdike. Ev bi xwe re şoreş ava kir. Şoreşa civakî û şoreşa jin bi xwe re ava kir. Êdî li Kurdistanê ne tenê lehengên mêr, lehengên jin derketin. Jin û mêr bi hev re derketin kolanan. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê di keç û xortên Kurd de rihekî wisa ava kir ku mirov dikare bêje mezinbûn diyar kir. Li ser vê hîmê pêşveçûna lehengan çêbû, li ser vê hîmê têkoşîn her ku çû mezin bû û bû girseyî. Niha pir kes li ser girsebûna PKK’ê têgihînên şaş tînin ser ziman. PKK’ê bi civakê, bi saya lehengan girseyî bûye. Civak bi baweriyê li pey meşiyaye, wisa Tevgera Azadiya Kurdistanê bi navê PKK’ê weke topa berfê her ku çûye mezin bûye û di salên 90’î de jî gihîştiye girseyeke mezin. Ev bi xwe re mirovatî li Kurdistanê pêş dixe, îradeya mirov ava dike, hem berxwedanê zindanan, hem jî ya çiyayan vê yekê bi xwe re ava dike û dimeşe. Mirov dikare bibêje ku mirov ji bo doza pîroz pir rehet dikarin xwe feda bikin, agir berdin canê xwe. Mînak di 17’ê Gulana 1982’an de, li zindana Amedê heval Ferhat Kurtay, Mahmut Zengî, Eşref Anyik, Necmî Oner; çar heval bi veşartî amadekarî dikin û agir berdidin canê xwe. Hevalên dîtir ji xew radibin, dibînin ku agir vêketiye, dixwazin vemirînin; bang dikin dibêjin nevemirînin, agir gur bikin, nevemirînin xiyanet nekin, geş bikin, wisa bi dîlan diçin şehadetê. Her wiha keça Kurd, xwendekara zanîngeha tipê ya Amedê Zekiye Alkan dibêje Newroz wisa tê pîrozkirin û li ser bircên Amedê agir berdide canê xwe. Ev xwe fedakirin e, çi jin û çi zilam fekariyeke pir bilind e, baweriyeke pir bilind e, kelecaneke pir mezin e. Ev yek girsebûn çêkir, wisa meşa azadiya Kurdistan ava kir û geş kir. Şehîd di dîroka me de tên van wateyan. Ango ên ku me ava kirî, fikr û ramana Rêberî û li ser vê hîmê berxwedan û keda şehîdan e.

Ji aliyê Tevgera we ve her tim tê gotin şehîd kaniya hêza me ye. Hûn dikarin vê gotinê ji bo me hinekî vekin?

Rêber Apo ji bo şehîdan tu caran wisa şîrove windahiyê nekiriye, ango şehadet weke windahî şîrove nekiriye. Berovajî şehadet weke qezencekî şîrove kiriye û pêş xistiye. Ango bi her şehîdekî, ji bo bîranîna şehîd, rêbazê bilindkirina têkoşînê ketiye rojevê, ji bo vê jî li ku derê, li kijan herêmê şehîd çêbûne, li wê derê mezinbûn çêbûye, derketin çêbûye. Rast şopandin, bîranîn dayîna jiyankirin, dibe bingehê bilindkirina têkoşînê. Di dîroka me de her tim wisa bûye, şehîd rolekî wisa lîstine. Nimûne; şehadeta heval Hakî Karer bû bingeha partîbûnê. Li ser bîranîna wî partîbûn ketiye rojevê û hatiye rêxistinkirin. Şehadeta Xelîl Çavgun bû bingeha berxwedana Hîlwanê. Li hemberî feodal, noker, dagirkeran berxwedaneke dîrokî hate pêşxistin. Şehadeta zindanên Amedê bû bingehê pêngava 15’ê Tebaxê, şehadetê heval Egîd (Mahsum Korkmaz) bû bingehê bilindkirina şerê gerîla û avakirina ARGK’ê. Her tim wisa bûye, her xeleka şehîd bi xwe re, pêngavekî nû pêşxistiye. Ango ji bo vê şehîd lewazî ne, lê xurtbûn ava kiriye. Şêwazê Rêber Apo pêş xistî, hişmendiya hatî pêşxistin û girêdanbûna rêhevalî; bi her şehîdekî re di hemû hevalan de hêrsekî ava dike, ruhekî ava dike, hişemdî û tol rakirinê ava dike, dibe bingehê pêngavekî nû. Wisa şehadet ne lewazî, xurtbûn bi xwe re aniye. Bêguman dijmin her tim dixwaze derbe li me bixe, şehadet çêbike weke ku me lewaz bike, lê berovajî wê di nav tevgerê de şehade ne lewazî xurtbûn bi xwe re aniye. Ji bo vê, ew dirûşme ku “Şehîdên me kaniya hêzê me ne” heqîqetek mezin û berçav e. Di rastiyê de ev tevger li ser hêza şehîdan mezin bûye, wisa ava bûye, wisa pêş ketiye, cardin li ser hêza şehîdan partîbûn pê re çêbûye, girsebûn çêbûye, encamgirtin çêbûye. Ji ber vê gotina, “Şehîdên me kaniya hêzê me ne” gotineke pir rasteqîn e, pir di cih de ye. Gotina PKK partiya şehîdan e ku partiya me ku wê çaxê PKK’ê bû, ji diyalektîkekî wisa tê. Ango ev partî bi şehîdan çêbûye û bi şehîdan mezin bûye. Partî partiya şehîdan e. Ango tevgera me tevgera şehîdan e. Şehîd bi vî awayî nemir in, pêşeng in. Ji bo na wê Rêbe Apo gotiye, “Di rêya armanca mezin de şehîdbûn ne mirin e, her tim jiyan e.” Ango gotiyeke jiyaneke bê mirin e. Di rastiyê de jî şehîdên me di têkoşîna me de rolekî wisa lîstine. Îro em wek tevger çi ye me hebe, aîdê şehîdan e. Ji keda şehîdên me û berhema şehîdên me ev tişt pêk hatine. Ger ku niha derfet heye, madiyat heye, zemîna siyasetê û têkoşînê heye, ev bi xwîna lehengên me hatine avakirin. Bi saya pêşeng, lehengên, egîdên me yên keç û xurt çêbûne. Ew vê dozê meşandine û heta roja îro anîne. Bêguman li ser heta Rêber Apo, li ser felsefeya Rêber Apo, ew ruhê fedayî hatiye avakirin ku geş bûye, wisa xurt bûye, di ciwanên Kurd de ruhekî nemir ava kiriye, dikarin pir eşkere xwe ji bo dozê feda bikin. Cesaret û îrade bi wan re ava bûye. Îrade çêdibe, mezinbûn çêdibe; bi vî awayekî her tişt hatiye avakirin û pêk hatiye. Îro jî ku em li vir bi we re diaxivin, bi saya wan qehremanan e. Ji bo na wê, êdî jiyana me jî beşeke ji wan e. Heta ger ku em niha jiyan dikin, bi saya wan e. Wê çaxê em deyndarê wan in ku em şopdariya wan bikin, dozê wan temsîl bikin. Ev ji bo her kesî derbasdar e. Em divê doza wan temsîl bikin; di xeta Rêber Apo de şopdariya şehîdan wisa rast bikin, heta karibin rêhevalê wan bin, layiqê wan bin, em rêhevaliyê rast temsîl bikin.

Di hinek daxuyaniyên we de heye û me gelek caran ji we bihîstiye ku di serdema şerê tunelan de di refên we de rihê fedaîtiyê geş bûye. Vê yekê hûn bi çi ve girê didin?

Bi esasî ji salên 2015’an heta 2025’an, şerê 10 salan meşiyayî, şerekî ku bi ruhê fedayî hatî meşandin e. Ango ne tenê şerê tunelan, şerê bakurê Kurdistanê hemû eyaletan bi rastî bi ruhekî fedayî hate meşandin. Ango têkoşîna Azad Sîseran, yê Berçem Cîloyan, yê Delal Amedan, yê Egîd Civyanan, yê Welat Herînkiyan, Leyla Amedan, cardin yê têkoşînê Atakan Mahîran, Çîçek Botanan, Yilmaz Dersiman, Şehmuz Malazgirtan, yê Berwar Dersiman, yê Herekol Geveran ango bi hezaran heval û fermandar van hemû jî fedayiyane şer kir. Nimûne, Çetîn Sîwêrek fermandarê Dersimê bû, Egîd Civyan êrîşî dijmin kir û wisa bi fedayiyane gihîşt şehadetê. Di 10 salên dawî de bi ruhekî fedayî şerekî pir dijwar hat kirin. Di şerê tunelan de ev rih zêdetir bû. Êrîşên li ser baregehê navendî yê Tevgerê, şerê heta wê çaxê meşiyayî ruhek ava kir. Ruhê fedayî yê Apoyî geş bû.

Raste fedayiyên ku di wê demê de çalakiyên fedayî kirî, weke heval Sara, heval Rûken, heval Rojhat, heval Erdal, heval Asya, heval Rojger vana li ber çavê her kesî çalakiyê fedayî kirin. Lê di tunelan de hema hema hemû heval eynî wisa bi fedayiyane şer kir û bi dehan çalakiyên wisa fedayî di şerê tunelan de hene. Nimûne, talîmat çûye ku filan kes ji tunelan derkeve were, ji bo neyê li binê lingê xwe xistiye, naxwaze were, dixwaze ew jî li wir bimîne û şer bike. Nimûne, talîmat hatiye dayîn ku tunelên Zendûra li Metîna berdin, ji bo ku hevalên xwe yên birîndar ên li wir neterikînin, di pêşengtiya heval Hejar de biryar girtin û gotin em bernadin. Her wiha li Metînayê biryara ‘destberdana ji tunelê’ hate dayin. Fermandarî hefteyekê bi hêzê re axivî ku qanih bike. Mînak, pratîka hevala Azê… Bi tena serê xwe mehekê li dijî dijmin şer kir.

Lehengên jin-mêr ên bi vî rengî di şerê tunelan de gelekî zêde bûn. Sekna hevalê Bager Gever, hevala Asmîn, çalakiyên wan ên fedaî… Ev çalakî bi çar hevalan kirin. Li Girê Şehîd Berxwedan û Girê Bextiyar çar kesan bi hev re çalakiya fedaî kirin. Bi ruhekî bi vî rengî yê fedaî û israreke bêdawî şerê tunelan hate meşandin. Sedema sereke ya vê yekê tecrîda li ser Rêber Apo û berxwedana Rêber Apo ye. He rwiha êrişên li ser navenda tevgerê bû.

Tişta di vê demê de pêk hat çi bû? Ya yekemîn ruhê Apoyî, ya duyemîn pisporiya şer bû. Herdu tiştan dewleta Tirk li Zapê xitimand, westand. Vê berxwedanê di heman demê de pêvajoya heyî jî afirand. Ev hemû bi saya lehengên li şerê tunelan bû. Bi saya pêşengên weke Cûmalî, Serhat, Botan, Çavrê, Azê, Mordem, Nalîn, Delîl, Yekta, Guven, Sarya, Asmîn û Dogan pêk hat. Wan lehengan berxwedan mezin kirin û li hemberî artêşa Tirk weke dîwarekî sekinîn.

Ya ku meha Gulanê kir meha şehîdan çi ye? Hûn dikarin hinekî qala vê bikin?

Di meha Gulanê de şehîdên me zêde ne. Rast e, Adar û Nîsan weke mehên hatina biharê tê zanîn lê belê li Kurdistanê derfetê liv û tevgera di biharê de tenê meha Gulanê heye. Ji ber vê jî di meha Gulanê de gelekî şer diqewime. Lewma şehadetên meha Gulanê gelekî zêde ye. Em navê hin fermandaran, hin pêşengan tînin ziman, lê belê di meha Gulanê de şehîdên me gelekî zêde ne.

Di meha Gulanê de di nava şoreşa Tirkiyeyê de jî gelek şehadetên mezin çêbûn. Destpêkê 1’ê Gulana 1977’an şehîdên Taksîmê hene, 6’ê Gulanê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan hatin darveirin, 17’ê Gulana 2017’an Ûlaş Bayraktaroglû şehîd bû, 18’ê Gulanê Îbrahîm Kaypakkaya şehîd bû, 31’ê Gulanê Sînan Cemgîl û hevrêyên wî şehîd bûn. Yanî di meha Gulanê de gelek pêşengên tevgerên şoreşê yên Tirkiyeyê jî şehîd bûn.

Gelek hevrêyên me jî şehîd bûn. Weke ku tê zanîn 18’ê Gulanê hevalê Hakî Karer şehîd bû, 2’ê Gulanê Mehmet Karasûngûr, Îbrahîm Bîlgîn şehîd bûn, 2’ê Gulanê fermandarê me yê Cûdî; Hamza, hevalê Azad Sîser, Çekdar Amed şehîd bûn. 18’ê Gulanê gelek fermandarên me şehîd bûn: Hevalê Sabrî Tendurek, hevalê Rêzan Amed… 3’ê Gulanê şoreşgerê hêja hevrê Sirri Sureyya Onder şehîd bû. Şoreşgerekî gelekî hêja bû. Ji bo çareseriyê bi dil û can têkoşiya. Wê demê di 3’ê Gulana 2025’an de şehîd bû.

19’ê Gulanê hevalê Halîl Çavgûn, Muslum Baran şehîd bûn. Di sala 2010’an de li Rojhilat şoreşgerên hêja Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderyan, 9’ê Gulanê hatin darvekirin û şehîd bûn. Hevalê Kasim Engîn, hevalê Masîro Xabûr, hevalê Bawer Patnos 27’ê Gulanê şehîd bûn. Salih (Hasan Agaç), Hêlîn Serhat, hevalê Hozan 16’ê Gulana 1997’an li Hewlêrê şehîd bûn. Di komkujiya çiyayê Bêzarê de şehadet çêbûn; 28 ciwanên Kurd ji bo tevlî bibin bi rê ketibûn, lê belê ji aliyê dijmin ve hatin şopandin û şehîd ketin. Hevalê Cemşîd, hevala Sûltan Yavûz li Şemzînanê di sala 1988’an de, eger şaş neyê bîra min di 15’ê Gulanê de şehîd bûn. Bi kurtasî di meha Gulanê de gelek hevrêyên me, pêşengên me şehîd bûn.

Meha şehîdan bi vî rengî ji bo me bû xwedî wateyeke gelekî mezin. Weke min got, gelek hevalên me ku me navê wan nekarî bigota di vê mehê de şehîd bûn. Ez careke din şehîdên meha Gulanê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînim û soza ku me dane wan dubare dikin.

Doza me doza şehîdan e. Şehîdên me doz gihandine vê astê; ji niha û pê ve jî bi hêza ku wan afirandine wê ev doz bi ser bikeve. Bi ruhê fedaî yê APoyî, li ser şopa şehîdên leheng û li ser rêya Rêber Apo wê meşa demokrasî û azadiyê teqez bi ser bikeve. Ev lehengên me, şehîdên me wê her tim bibin pêşengên me yên nemir. Ji ber vê yekê jî em careke din dibêjin, “Şehîd namirin, şehîd namirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Zarokên min naxwazin ku bavê wan li girtîgehê bimire’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Ewropayê çalakiyên 1’ê Gulanê: Kurd bi rengê xwe daketin qadan

Li gelek bajarên Ewropayê 1'ê Gulanê bi meş û çalakiyan hate pîrozkirin. Saziyên Kurdan jî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo bîranîna fermandarê YBŞ’ê Pîr Çeko peyker hat danîn

Fermandarê YBŞ’ê Pîr Çeko ku di 27’ê Adara 2023’yan de di encama êrîşa hewayî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Reqayê ji 11 partiyan banga ‘aştî’ û ‘yekîtiyê’

11 partiyên siyasî yên li Kantona Reqayê li pêşiya Deriyê Bexdayê yê li rojhilatê bajêr…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Zarokên min naxwazin ku bavê wan li girtîgehê bimire’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Demîr: Ji bo çareseriyê garantiya qanûnî û statu divê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sancar: Aştî ji jorê ve nayê, bi têkoşînê ava dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li gelek bajaran meşa ‘Gavek ji bo Aştiyê’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?