Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ya di bin rêveberiya Mansur Yavaş de, plan dike ku di Daristana ODTU’yê de “Projeya Peywendiya Rêya Jîngehê ya Bîlkent-Încek” derbas bike. Şaredariyê ji bo vê projeyê 3’yê Îlonê dest bi rijandina asfalt kir. Xwendekaran li dijî vê yekê dest bi nobetê kir. Nobet tevî astengî û zextên polîsan dewam dike. Proje sala 2022’yan di encama protestoyan de hate rawestandin, lê belê Hezîrana 2025’an car din îhale hate derxistin û ji Tîrmeha 2026’an û vir ve dest bi înşaeta wê hatiye kirin. Ev yek bû sedema nerazîbûna xwendekaran û xelkê Enqereyê. Têkildarî rewşa dawî ya li qadê û gefên li ser ekosîstema ODTU’yê em bi xwendekar Dîdar Gungor re axivîn.
TEVÎ GEFÊ JÎ LI QADÊ NOBET Û DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ
Gungor rageşiya ji roja ewilî ve û ruhê piştevaniyê ragihand û diyar kir ku piştî bûyerên 4’ê Îlonê qewimîn, ew roja piştre gihiştin qadê û rastî dorpêçeke mezin a polîsan hatin. Gungor da zanîn ku piştî ku şaredariyê makîneyên kar anîn qadê, roja 5’ê Îlonê çalakiya nobetê hate plankirin û got, Mansûr Yavaş û ekîba wî gef li xwendekaran xwar ku wan bi makîneyên kar biperçiqînin û îro jî bi polîsan gefa wan dewam kir. Gungor diyar kir ku tevî hemû zext û gefan jî xwendekarên ODTU’yê dîsa çûn ser rê û ji bo rawestandina xebatan li qadê daxuyaniya çapemeniyê dan.
Gungor destnîşan kir ku xebata rê bi zanebûn anîn dema bidawîbûna dibistana havînê û ev bang kir: “Ji ber ku ev rê tenê xwendekarên ODTU’yê eleqeder nake, em bang li tevahî gelê Enqereyê dikin ku bi me re li ber xwe bidin û li dijî projeyê bisekinin.”
‘RÊVEBERIYA KU MERDÎVENÊN BI LIV Û TEVGER JÎ NADE XEBITANDIN, HEMÛ ÇAVKANIYÊN XWE DIKARE JI BO VÊ PROJEYÊ BI KAR BÎNE’
Gungor tercîha şaredariyê ya ji bo bikaranîna çavkaniyan jî rexne kir û got, “Rêveberiya xwecihî ya ku merdîvenên bi liv û tevger jî nade xebitandin, dema mijar dibe rant û rijandina asfaltê hemû çavkaniyên xwe dikare ji bo vê projeyê bi kar bîne.”
Gungor anî ziman ku yek ji sedemên din ê bi lezkirina projeyê biryarên xwemalîkirin û garantiyên sermayeyê ne û bal kişand ser Biryara Serokkomar a 4’ê Îlonê 2026’an:
“Her wiha bi Biryara Serokkomar a hejmar 11750 û di dîroka 4’ê Îlona 2026’an de biryarnameya xwemalîkirina ji bo 30 salan a pir û rêyên otoyê hate weşandin. Em xwesteka bi rengekî bi lez temamkirina vê projeya rêyê, ji vê biryarê serbixwe nabînin.”
‘RÊYA RANTÊ MUDAXILEYÎ HEVGIRTINA MEKANÎ Û XWESERIYA ODTU’YÊ YE’
Gungor diyar kir ku berê jî araziya ODTU’yê bi vî rengî bi projeyên rê hatiye parçekirin û destnîşan kir ku ew vê rêya rantê weke mudaxileya li hevgirtina mekanî û xweseriya Zanîngeha ODTU’yê dibînin.
Gungor got, “Di rojên borî de Mansur Yavaş li ser medyaya dîjîtal ragihand ku ji dema hatî ser wezîfeyê û vir ve 21 milyon metre kare qada kesk bi Enqereyê daye qezenckirin. Li aliyekê bi daxuyaniyên wiha pesin dide, li aliyê din jî yek ji qadên kesk a Enqereyê ya herî girîng Daristana ODTU’yê talan dike.”
Gungor da zanîn ku ev projeya rê ji bo cûreyên zindiyan û ekolojiyê jî xeter e. Gungor destnîşan kir ku divê têkoşîn hevpar bibe û bang li her kesê kir ku destekê bidin berxwedana li qadê.

