Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî Roja Çapemeniya Azad daxuyaniya nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin kun desthilatdar ji bo civakê kontrol bikin, serî li hezaran rêyan didin, rastiya berovajî dikin.
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Di destpêkê de em Roja Çapemeniya Azad li hemû kedkarên çapemeniyê, bi taybetî jî li kedkarên çapemeniya azad pîroz dikin. Her wiha hemû şehîdên çapemeniyê bi rêzdarî bi bîr tînin û dilsoziya bi wan re carek din dubare dikin. Ev çend roj in li Kurdistan û derveyî welat bi sedan cangorî têne bibîranîn. Em carek din rastiya ku wan daniye holê dibînin û deyndariya xwe ya ji bo wan diyar dikin. Ev bedelên giranbûha ku hatin dayîn tenê ne ji bo gelê Kurd ji bo civaka exlaqî û polîtîk hatin dayîn. Heke îro li çar aliyên cîhanê di kolanên paytextan de dirûşmên Jin Jiyan Azadî têne berzkirin ev bi saya van şehîdan e. Heke îro behsa jiyaneke wekhev a gelan tê kirin ev bi têkoşîna van şehîdan e.
Kevneşopiya çapemeniya Kurd ku bi rojnameya Kurdistanê dest pê kir û bi Ronahî û Hawarê domiya bi Serxwebûnê gihişte asteke din. Ev rêya ku bi Mazlum Doganan dest pê kiriye 48 sal in bênavber didome. Wekî dara çinarê bi heybet berê wê li asîmanan, wekî dara berûyê xwedî rayên saxlem xwe bi axê ve zexm kiriye. Di her kêliya ku hate xwestin biperçiqînin tune bikin de her carê mezintir bû. Di kêliya şaxek hate şikandin de deh şaxên din lê zêde bûn. Û îro vaye bi hezaran em li vir in, li her derê ne. Çi li Başûr û Bakur, çi li Rojhilat û Rojava, çi li Ewropa û Amerîkayê, li her derê cîhanê şopa li pey heqîqetê didome.
Em di kêliyên dîrokî re derbas dibin. Bêguman di têkoşîna azadiya gelan de her kêlî dîrokî ye, lê hinek kêlî û pêvajo jî hene ku bandorê li sedsalên pêşiya xwe dikin. Niha dema em tê re derbas dibin jî xwedî girîngiyeke wisa ye. Gelê Kurd ji têkoşîna çekdarî derbasî qonaxeke nû dibe. Ji têkoşîna îspatkirina hebûnê derbasî avakirina jiyaneke komunal dibe. Ew dara ku hebûna xwe teqez kir êdî ji bo dayîna fêkî amade ye. Ji bo dar hişk nebe her tişt hate kirin lê êdî ev têr nake, divê ev dar fêkî bide. Ji derdora xwe re bibe sîwan. Ev kar jî avakirina civaka demokratîk e.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku li Bakurê Kurdistanê dest pê kir, pêl bi pêl bandora xwe li tevahiya Kurdistanê dike. Kurd êdî tenê ne li qada şer di qada dîplomasiyê de li ser maseya muzakereyê têkoşînê didin meşandin. Di vê pêvajoya girîng de çapemeniya azad jî wekî her kêliyên dîrokî hewl dide ku rastiya vê pêvajoyê ji raya giştî re ragihîne. Bi hişmendiya ku ragihandin diyarker e em tevgeriyan. Ji îro pê ve jî dê sekna xwe ya alîgiriya çareseriya demokratîk neguherîne.
Em dizanin karê rojnamegeriyê gelek zehmet e. Dema erdnîgarî dibe Kurdistan zehmettir dibe. Di çil salên dawî de bi sedan rojnameger hatin qetilkirin bi hezaran rastî lêpirsînan hatin, hatin girtin. Avahiyên rojnameyan hatin bomberbarankirin. Rojnameyên hêj nehatin çapkirin hatin qedexekirin. Dem guherî, desthilat guherîn lê xetere û zordariya li ser çapemeniyê neguherî. Serdema rojnamegeriya çapgirî derbas dibe û serdem dibe serdema dijîtalê. Mixabin tiştek naguhere ew jî polîtîkayên desthilatariyan e. Yên ku duh avahiyên rojnameyan didan teqandin îro jî malperên ajansan, rojnameyan digirin. Cerdevanên ku duh cil û bergên welatparêzî li xwe dikirin û piştre rojnamevan qetil dikirin îro bûne cerdevanên dijîtal û her roj heqîqetê qetil dikin. Di bin kirasên cuda de êrîşî nirxên civakê dikin. Ew jî têr nake weşanên alîgir bi zimanekî qirêj mafên herî rewa terorîze dikin. Desthilat ji bo civakê kontrol bikin, serî li hezaran rêyan didin. Rêya sereke jî berovajîkirina rastiyan e. Ji bo rastî dernekevin holê û li gorî xwe dikaribin rojevê ava bikin desthilatdar saziyên taybet vedikin. Butçeyên milyar dolar vediqetînin. Lê bi yek rastiyê ew kuleyên wan hildiweşin. Bi yek dîmenî kelhên derewan dihêrivin.
Em wekî kedkarên çapemeniya azad dixwazin bangewaziyekê jî bikin. Erdnîgariya me êdî ji peçvûn û şer westiya. Bangewaziya me ji bo kedkarên çapemeniyê û derdorên demokrat û azadîxwaz e. Ji bo aştiyeke mayînde hewce ye em li dora aşitiyê bibin xelek. Ji bo aştî bi ser bikeve divê dengê aştîxwazan ji yê şerxwazan bilindtir be. Em nehêlin daxwaz û armanca azadiyê di nav qelebalixa şerxwazan de winda bibe. Her wiha desthilat jî divê demildest pêdiviyên pêvajoyê pêk bîne û azadiya fizîkî ya sermuzakerevanê aliyê Kurd birêz Abdullah Ocalan.
Di van rojên ku cangoriyên azadiyê têne bibîranîn û banga xwedîderketina xeyal û armancên wan tê kirin de em jî bi taybetî şehîdên çapemeniya azad divê bi bîr bînin û ew ala ku wan bilind kiriye em bilindtir bikin. Di qebûlkirina hebûna Kurd de peywireke girîng pêk anîn. Niha peywireke din li pêşiya çapemeniya azad e: bûyîna dengê civaka demokratîk. Tenê ne li Kurdistanê li tevahiya cîhanê ji bo jiyaneke azad û wekhev pêdivî bi civaka demokratîk heye. Çapemeniya azad jî di vê demê de bi berpirsiyariya rojnamegeriya aştiyê tevgeriya. Bi vemirandina dijberiyan li hemberî xeta şerkeriyê xeta azadî, wekhevî û aştiyê xurt kir û ji îro pê ve jî dê bi helwestê erka xwe bîne cih.”

