Çarşem, 13 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Mekanîzma divê bi lez were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Trump da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Guven: Heta statuya Abdullah Ocalan neyê nasîn, çareseriyek mayînde pêkan nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

     2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Berdan Ozturk: Ya ku li Rojava tê parastin rûmeta e hemûyan e
Rojane

Berdan Ozturk: Ya ku li Rojava tê parastin rûmeta e hemûyan e

Berdan Ozturk êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên i ser Rojava nirxand û got, "Ya ku li Rojava ê parastin rûmeta e hemûyan e. Bêyî yekîtiyê em ê nikaribin ê rûmetê biparêzin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Parlamenterê DEM Partiyê Berdan Ozturk êrîşên Tirkiyeyê û çeteyên wê Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand. Ozturka anî ziman ku desthilatdariya heyî ya Tirkiyeyê hem li hundir hem jî li derve li ser dijminatiya li Kurdan siyasetê dimeşîne û got, “Di politikaya derve de enerjiya xwe ya heyî ji bo tasfiyekirina Şoreşa Rojava bi kar anî. Ji bo vê jî hewl da ji nakokiyên hêzên hegemonîk û dewletên herêmê sûdê werbigire.”

Berdan Ozturk anî ziman ku dewleta Tirk ji bo tinekirina destketiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi salan çeteyên OSO-SMO xwedî kir, piştî hilweşandina rejîma Esad jî yekser êrîş bir ser Til Rifet û Minbicê û got, “Vê yekê jî nîşan da derdê sereke yê AKP’ê li Sûriyeyê rejîma Esad an jî DAÎŞ nîne, derdê xwe yê esasî Kurd e û ev yek nîşan cîhanê da. Kurdên ji Efrîn a dagirkirî hatin koçberkirin û li Til Rifetê bi ih bûn, careke din ji cih û warê xwe hatin kirin û bi trajediyeke nû re rû bi rû man. Bi têkoşîna hevpar a gelên Kurd û Ereb re DAÎŞ li Minbicê hatibû tekbirin. Çeteyên ku êrîşî vê derê kirin, piştî ku li berxwedaneke mezin rast hatin û nekarîn berxwedanê bişikînin, êrîş birin er gelê sivîl û komkujî kirin.”

‘BERXWEDANA KOBANÊ GELÊ KURD DI HESTEKE HEVPAR DE GIHAND HEV’

Ozturk ragihand ku li vê derê li dijî mirovahiyê sûc hate kirin, desthilatdariya AKP-MHP’ê şirîkê vî sûcî ye û got, “Lewma ji bo Kurd di paşeroja Sûriyeyê de nebin xwedî mafê gotinê, serî li her rê û rêbazê didin. Tirkiyeyê xwest bibe cîranê DAÎŞ’ê lê ev nebû. Ji bo bi Esad re bibe cîran salên dawî hewl da, lê belê ew jî nebû. Niha jî dixwaze bi çeteyên SMO re bibe cîran ku wan xwedî dike. Divê bê pirsin: Hûn ê çawa bi Kurdan re bibin xwişk û bira ku hûn naxwazin bi wan re bibin cîran? Çawa ku gelên Rojava doh li dijî barbarên DAÎŞ’ê li ber xwe dan îro jî wê li hemberî çeteyên OSO-SMO yên diz, talanker li ber xwe bidin û xwedî li Şoreşa Rojava derkevin. Îro bi taybetî êrîşî Kobanê, Girê Miştenûrê dikin, ji ber ku Kobanê, Girê Miştenûrê ji bo Kurdan xwedî bîranînekê ye. Berxwedana Kobanê gel, jin û ciwanên Kurd di hesteke hevpar de gihand hev. Vê hestê sînorên ku coğrafya Kurdan ji hev qut dikir têk bir û hêviya yekîtiya neteweyî mezin kir. Ciwan û jinên Kurd di vê hesta hevpar de gihîştin hev, li dijî barbarên DAÎŞ’ê li ber xwe dan. Berxwedana ku Arîn Mîrkan li Miştenûrê kir bû sembola Şoreşa Rojava.”

‘BI TÊKOŞÎNA JINÊ RE VEGUHERÎ HÊVIYA AZADIYÊ’

Ozturk destnîşan kir ku şoreşa bi pêşengiya Jinên Kurd bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re veguherî hêviya azadiyê ya têkoşîna jinan a cîhanê û got, “Ev şoreşa ku bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî kete meriyetê, li cîhanê deng veda. Ev destketiyên ku bi berxwedanê hatin bidestxistin, bi êrîşan tê xwestin bê tinekirin. Lewma êrîş li ser berxwedanê tê kirin. Kobanê ya ku wê rojê nekarîn bi DAÎŞ’ê têk bibin, îro hewl didin bi çeteyên OSO-SMO bixînin. Çepera berxwedanê ya ku wê rojê nekarîn bişikînin, dixwazin îro bişikînin û tola DAÎŞ’ê hilînin.”

Berdan Ozturk anî ziman ku di nava şert û mercên heyî yên Sûriyeyê de Rêveberiya Xweser  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê cografyayeke, ew mînaka herî şênber a berxwedan û îradeya demokratik  gelan e û got, “Bi hilweşîna rejîma Beşar Esad re lêgerîneke û ya hêzê ya siyasî û leşkerî destpê kir. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di ava vê kaosê de hewl dide modela xwe ya demokratîk biparêze. Li hemberî polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û berjewendiyên hêzên navneteweyî, Rojava hewl ide hebûna xwe biparêze. Di heman demê de di avakirina Sûriyeya paşerojê de xwedî wê potansiyelê ye ku bibe aktorê sereke.”

‘PIŞTEVANIYA NAVNETEWEYÎ DIVÊ BÊ XURTKIRIN’

Berdan Ozturk nêzîkatiya dudil a raya giştî ya navneteweyî ya li hemberî Rêveberiya Xweser  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rexne kir û got, “Ji aliyekî ve pesnê rêxistiniya azadiya nê û demokratîk a li herêmê didin, li aliyê din jî li hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng dimîne û bi rengekî neyekser piştgiriyê dide êrîşan. Bi taybetî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve binpêkirin e,lê belê li gel vê yekê jî hêzên navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe ên tratejîk ji nedîtî ve tên. Lewma banga e bi vî rengî ye: Divê statuya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin. Tecrûbeya demokratîk û pirrengî ya li Rojava di nava şert û mercên herî giran ê şer de hate afirandin, ji bo paşeroja Sûriyeyê firsendeke girîng e. Ji bo paşeroja Sûriyeyê temsîliyeta wekhev  gelan û modela xwerêveberiyê gelekî girîng e. Ji ber vê jî Rojava di guhertina demokratîk de mînakek e. Êrîşên ku bi destê çeteyên dewleta Tirk têne kirin divê hemû bêne rawestandin. Ev êrîş ne tenê li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, di heman demê de li ser hewldanên aştiyê yên li herêmê gefeke. Raya giştî ya navneteweyî divê li hemberî polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk helwesteke şênber nîşan bide û van êrîşan rawestîne. Piştevaniya navneteweyî divê bê xurtkirin. Ji bo parastina rêxistiniya demokratîk a li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sivikkirina krîza mirovî ya li herêmê divê gavên şênber bêne avêtin. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro ne tenê berxwedanek e, di heman demê de ji bo paşeroja Sûriyeyê modeleke. Piştgiriya ji bo vê modelê hem ji bo parastina mafên gelan ên herêmê hem jî pêkanîna aştiyeke mayinde ya li Rojhilata Navîn pêwîstî ye.”

‘ÊRÎŞA LI SER NIRXÊN MIROVAHIYÊ YE’

Ozturk ragihand ku êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê li dijî gelê Kurd e, êrîş li hemberî Ereb, Suryan, Ermenên li wê derê, lêgerîna li edalet û azadiyê ye û got, “Berxwedana ku li Kobanê dîrok nivîsand, ne tenê serketineke leşkerî bû, di heman demê de encama têkoşîna hevpar a gelan bû. Em îro bi polîtîkayeke şer re rû bi rû ne ku hewl dide vê serketinê tarî bike. Gelê Kurd çawa ku berê li hemberî van êrîşan li ber xwe da, neçar e ku îro jî bi yekîtî û biryardariyê li ber xwe bide. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê cografyayeke, navê sîstemekê ye ku jiyana wekhev û azad a gelan ispat dike. Êrîşa li ser vê sîstemê êrîşa li hemberî nirxên mirovahiyê ye.”

‘BÊYÎ YEKÎTIYÊ EM NIKARIN RÛMETÊ BIPARÊZIN’

Berdan Ozturk bangeke bi vî rengî li Kurdan kir: “Ya ku li Rojava tê parastin rûmeta me hemûyan e. Bêyî yekîtiyê em ê nikaribin vê rûmetê biparêzin. Eger em îro dengê xwe bilind nekin, wê sibe zemînek nemîme ku em karibin paşeroja xwe biparêzin. Berpirsyariya me ya herî mezin ew e ku em piştevaniyê mezin bikin, ku ev yek ji bo paşeroja hevpar a gelên me hemûyan e. Bang li civaka navneteweyî dikim: Bêdengiya li hemberî van êrîşan şirîkatiya li sûcê mirovahiyê ye. Rojava ji gelên cîhanê re bûye çavkaniya sûdwergirtinê, parastina vê modelê ne tenê wezîfeya Kurdan e, wezîfeya hemû mirovahiyê ye. Gelê Kurd ne îro ne sibe wê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo azadî, edalet û jiyana bi hev re ya gelan bernede. Berxwedana Rojava ev yek careke din ispat kir. Niha jî ew dem e ku li hemberî van êrîşan careke din bibêjin ‘Bijî berxwedana Rojava’.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 15’Ê KANÛNA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Partî û rêxistinên Kurdistanî bi rojeva parastina Rojava li hev civiyan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şêniyên Tebqa, Reqa û Dêrazorê ber bi Tişrînê bi rê ketin

Bi sedan kes ji şêniyên kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji bo tevlî çalakiya nobedariya…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtî Vefa Yilmaz ê di greva birçîbûnê de ye hate sirgûnkirin

Ahmet Yilmaz birayê girtiyê siyasî Vefa Yilmaz anî ziman ku birayê wî ji Girtîgeha Kalkandere…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD’ê çeteyên DAÎŞ’ê girt ku hewl didan mayinan bi cih bikin

QSD'ê hewldana êrîşê y DAÎ'Şê ya li bejahiya Dêrazor asteng kir. Li Hecîn û Sosê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê Şehîd Serbest hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?