Şemî, 30 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Çorûmê: DEM Partiyê ji bo aştiyê banga rûbirûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nexşerêya li Îmraliyê di hevdîtina 27’ê Adarê de hate amadekirin, kirin qurbanê siyaseta hundirîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ekîn Yeter: Qanûna pêvajoyê divê bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Buroya Hiqûqê ya Asrînê: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê pîrozbahiyên Cejna Qurbanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cejna Qurbanê de serdana gora Vedat Aydin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana 37’emîn ku bêhtirî 400 folklorîst beşdar bûn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Partî û rêxistinên Kurdistanî bi rojeva parastina Rojava li hev civiyan
Rojane

Partî û rêxistinên Kurdistanî bi rojeva parastina Rojava li hev civiyan

Nûnerên Partî û Rêxistinên Kurdistanî destnîşan kirin ku ji bo çarenûsa gelê Kurd û gelên herêmê divê ew berjewendiyên xwe yên şexsî bidin aliyekî, li paşeroja gelê xwe binihêrin û bi lez yekîtiya xwe ava bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Nûnerên Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanê bi rojeva êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Bruksel ê Belçîkayê li hev civiyan.

 

Civîn li ser banga Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Ewropayê pêk hat û gelek kesayet, siyasetmedar, rewşenbîr, nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, li avahiya Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Brukselê li hev civiyan.

Hevseroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi navê Rêveberiya Xweser beşdarî civînê bû û li ser rewşa dawî ya li herêmê nêrînên xwe parve kir, bal kişand ser girîngiya yekîtiya partî, rêxistin û saziyên Kurdan.

‘DIVÊ EM BERJEWENDIYÊN ŞEXSÎ BIDIN ALIYEKÎ, LI PAŞEROJA GELÊ XWE BINIHÊRIN’

Îlham Ehmed got, “Hemû hewldanên me li ser bingehê parastina destketiyên heyî, parastina gelê xwe yê li herêmê û bi hêzkirina wan destketiyan e. Lazime em tev berjewendiyên xwe yên nakevin berjewendiya qedera gelê xwe bidin aliyekî û li paşeroja gelê xwe binêrin. Ev yek ji bo me xaleke sereke ye.”

Îlham Ehmed anî ziman ku herêm bi giştî di nava guhertineke mezin de ye, dem hatiye ew bi yekîtiyê qedera gelê xwe diyar bikin û got, “Lazime em yekîtiya navxwe ava bikin û di nava rêveberiya paşerojê de ku li Şamê were avakirin, Kurd jî xwedî roleke baş bin. Ji ber ku em jî beşek in ji vê pêvajoyê re. Berbiçav e, her çend ku zext li ser Tirkiyeyê çêdibin, ew jî ewqas zoriya xwe dide ser Şamê, weke ku wan ev şoreşa pêk anî be an jî weke ku wan Sûriye ji rejîma Baas rizgar kiribe xwe nîşan didin. Heta beriya bi du rojan jî ku rejîma Sûriyeyê hilweşe, her roj dikirin hawar û dixwestin bi Beşar re hevdîtin bikin. Demildest xwe gihandin Şamê û dibêjin: ‘Divê Kurd di nava dewleta nû de nebe, divê bêne tinekirin’. Ango li pey feraseta qirkirina Kurdan e. Ji hêla me ve hewildanên me yên ji bo têkilîdanîn bi her alî re heye û em her tim ji rêya diyalogê re vekirî ne. Tevayî danûstandinên me li ser bingeha avakirina Sûriyeyek ku tevayî gel, pêkhate, kêmnetewe, bawerî û her aliyên civakî ji her rengî bi awayeke azad xwe di nav de bibînin. Heya bi niha daxuyaniyên ku têne dayîn jî, tenê li ser bingeha, ‘Kurd hevalbendên me ne, li dijî DAÎŞ şer kirine’, lê ji bo piştevaniya Kurdan û rê li ber komkujiyan girtin an jî piştgirî li mafê kurdan kirin, tu biryar an jî tu hewildan nîne û ne zelale. Her wiha ji bo paşeroja gelê me yê li herêmê jî gelek hewldan û amadekariyên me jî hene. Ji bo her rewşeke ku biqewime lazime Kurd bi tevayî bi awayeke yekgirtî xwe amade bikin û xwe nedin paş. Ji ber ku niha dem dema berxwedanê û dem dema yekîtiya navxweyî ya Kurd e.”

‘LI SÛRIYEYA PAŞEROJÊ DIVÊ KURD BI HER AWAYÎ XWEDÎ GOTIN BE’

Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de got, “Em dîsa dubare dikin û em ji bo diyaloga bi her alî re vekirî ne. Her wiha tevayî diyalogên ku ji bo çareseriya pirgirêkan li Sûriyê li ser bingeha pejirandina rastiya gelê Kurd em amade ne ku di nava paşeroja Sûriyeyê de bi awayekî çalak hebin. Ji ber ku ji niha û pê de pir zor e ku ber bi paş de gav werin avêtin. Eger qanûnek nû jî were amadekirin, lazime bi her awayî Kurd xwedî gotin bin û armanca hatina gel hev jî ev e.”
 
Piştî nirxandinên berfireh, ji bo parastina destketiyên gelê Kurd li herêmê yan di çarçoveya Sûriyeyeke demokratîk de, nêrîneke hevpar ew bû ku, eger di paşerojê de li ser navê Kurdan şandeyek an jî nûnertiyek biçe Şamê, lazime yekîtiya Kurdan demildest were avakirin û tevayî Kurdên li herêmê bi awayekî hevpar xwe di nava vê şandeyê de bibînin. Lazime mafê tevayî pêkhate, kemnetewe xwe di nava paşerojê Sûriyê de bibînin.

Civînê nêzî sê saetan dewam kir û piştî civînê encamnameyek ku 8 xal di nav de hebûn hat belav kirin.

Encamname wiha ye:

ENCAMNAMEYA JI 8 XALAN HATE RAGIHANDIN

“Li ser banga Nûnertîya Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê ya Ewropa, bi amadebûna grûbek kesayet û nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, di roja 14.12.2024an da, li avahîya Nûnertîya Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê ya li Brukselê da, civînek berfireh pêkhat. Piştî nîqaşên berfireh, jibo parastina deskevtên gelê me li rojavaya Kurdistanê helwestek hevbeş derket holê û jibo dema pêş plansazîyek hevbeş ya kar û xebatan hate çêkirin.

Mijar û rojeva civînê pêşketin û boyerên li Surîya û rojavaya Kurdistanê bûn. Gorî rojevê, di destpêkê de nûnerên Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê agahdarî dane civînê û peyre jî beşdaran yek bi yek li ser rewşa Surîya û rojavaya Kurdistanê û êrîşên li ser deverên Kurdan û parastina deskevtan, dîtinên xwe anîn ziman. Teybetî gef û êrîşên dewleta Tirk yên li ser rojavaya Kurdistanê, bi berfirehî hatin nîqaşkirin û li hember van êrîşan helwest hatin danîn. Herweha li ser helwest û pozîsyona Koolasyona Navneteweyî ya dijê DAIŞê û welatên çîran jî hate rawestan. Bi giştî di roja îro da, pêwîste li Surîya da Kurd çawa tevbigerin û Kurdên parçeyên dî û yên li derveyî welat divê çi bikin û çawa xwedî li Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Surîyê derkevin, helwest, nêrîn û pêşniyar derketin û bang hatin kirin.

Li gorî van nîqaşan, civîn van xalên jêrîn ji reya giştî re pêşkêş dike:

1-Ji 2012an vir ve li rojavaya Kurdistanê, li bakur û rojhilata Surîyê, Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî-Kildanî, Ermenî û hemî pêkhateyên etnîkî û dînî (Misilman, Sunî, Alewî, Mesîhî, Êzidî), bi hevre xwedî li îradeya xwe derketin û rêveberîyek xweser avakirin. Di nava vê rêveberîyê de ne tinê pêkhateyên etnîkî û bawerîyan, di heman demê de jin jî bi îradeya xwe cihê xwe li hemî dem û dezgehan de digrin. Deverên di bin kontrola Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê de, deverên herî azad, demokratîk û sekulerin. Ji ber vê sedemê jî ji destpêka Şoreşa Sûrî ve û heta niha, ev dever di bin êrîşên hêzên dagirker û hêzên Selefî de ne. Ev rastî, ev ferq û cudahî ji hemî deman zêdetir îro li ber çavaye. Ji bilî herêma di bin kontrola Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê, hemî deverên Surîyê niha ketîne destê hêzên Islamîya tundrew û çeteyên girêdayî dewleta Tirk. Çi dibi bila bibi divê ev herêm bi sîstema xwe ve bête parastin.

2-Dewleta Tirk, dijminê sereke yê gelê Kurd e, li seranserê Kurdistanê êrîşan dike û li herêmê serkêşîya dewletên dagîrker dike û li hemî Cihanê dijê gelê Kurd di nava kar û xebatên dijber de ye. Ji destpêka Şoreşa Surîyê vir ve dewleta Tirk dijmintîya kurd û deskevtên Kurdan dike. Pêşîyê bi rêya DAIŞ û hêzên girêdayî xwe êrîş kir. Dema encam ne girt bi xwe dest bi êrîşan kir û gelek dever dagîrkir. Êrîşên dewleta Tirk berdewamin. Di êrîşên xwe de hemî pîvanên mirovî û huqoqî binpê dike. Dewleta Tirk bi giştî binesazîya Rojava û cihên jiyanê (depoyên avê, santralên elektrîkê, depo û bîrên petrolê, depoyên gazê, depoyên genim, kargehên ard û firin, kargeh, nexweşxane û cihên dî yê wekî wan) hedef digre. Piştî têkçûna rejîma Beas, dewleta Tirk hêzên girêdayî xwe ku hemî hêzên Selefî ne xistin hereketê û êrîşê Şehba û Minbicê kirin. Cih û deverên têne dagirkirin de Kurd jê têne derxistin û demografî bi temamî tête guhertin. Êrîşên wan berdewamin. Civîn êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê, bi tundî şermezar û mehkum dike û bi hemî hêza xwe ve li hember van êrîşan, li milê Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê radiweste. 

3-Li gorî hiqûqa navneteweyî ev êrîşên dewleta Tirk, sucên şerin û sucên dijî mirovatîyê ne. Em vê rewşê ji nîzing ve dişopînin û emê sûcên dewleta Tirk bibin dagehên navneteweyî. Civîn, biryara pêkanîna trîbûnalek (mahkemeyek sivîl) navneteweyî li ser kiryarên dewleta Tirk yên li rojavaya Kurdistanê, weke karekî sereke yê vê demê dibîne û cihê xwe di nava vê xebatê de digire.

4-Rejîma Beas têkçûye û niha li Şam ê rêveberîyek nû tê avakirin. Niha wê hemî dem û dezgehên dewleta Surîyê ji nûve bêne avakirin û destûrek nû bête çêkirin. Kurd miletekî qedîm yê wê axê ne. Divê Kurd û hemî pêkhateyên Surî, di avakirina dewleta nû de cihê xwe bigrin û di destûrê de mafê wan bête misogerkirin. Ji ber vê yekê divê li rêveberîay nû ya Surî re hevdîtin û muzakere bêne kirin. Nabi partî û rêxistinên Kurdî parçe parçe bi serê xwe tevbigerin û tinê biçin Şamê. Civîn bang li hemî partî û rêxistinên Kurdî yên li rojavaya Kurdistanê dike ku heyetek hevbeş pêkbînin û bi rêveberîya Şamê re bi yek dengî biaxivin.

5-Parastina Rojavaya Kurdistanê, parastina Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê, heman demê de parastina Kurdistanê ye. Pêwîste hemî hêz, partî, rêxistin û quwetên Kurdistanî, mil bidin milê Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê û li hember êrîşan rawestin û deskevtên gelê me biparêzin. Civîn bang li hemî hêz, partî, rêxistin û quwetên Kurdistanî û hemî gelê Kurd û dostê Kurdan dike ku di vê demê de bê teredût Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê destek bikin û li hember êrîşan rawestin.

6-Rojavaya Kurdistanê di bin êrîşên dewleta Tirk û hêzên Selefî de ye û dixwazin Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê hilweşînin û hemî deskevtên gelên wê herêmê têkbibn. Li hember van plan û êrîşan, pêwîste Rojava û hemî herêmên Bakur û Rojhîta Sûrîyê bêne parastin û divê sîwaneke navneteweyî ya parastinê ji Rojava re bête avakirin. Bakur û rojhilata Surîyê, di nava xaka Surî da devera herî azad û demokratîke. Li vê deverê bi deh hezaran girtî û bermayên DAIŞê hene. Têkçûna Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê, rê li ber DAIŞ û hêzên Selefî vedike û ji hemî Cihanê re xeterîyê çêdike. Civîn, sêrîde bang li Koolasyona Navneteweyî ya dijê DAIŞê, Neteweyên Yekbûyî, hemî hêzên peywendîdar û reya giştî Cihanê dike ku li hember êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê rawestin, Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê bi parêzên û jibo avakirina Surîyeke demokratîk bibin alîkar.

7-Niha li deverên bakur û rojhilata Surîyê gelek penaberên ji Efrîn, Şehba, Heleb û Minbicê hene û pêwîstîya wan bi alîkarîya mirovî heye. Gelê li çar alên Kurdistanê û derveyî welat jibo wan alîkarîyê kom dikin. Herweha Rêxidtinên Humanîter yên navneteweyî jî dixwazin alîkarîyê bikin. lê derîyê Piş Xabûr û Til Koçer girtî ne. Civîn bang li rêverîya Herîma Kurdistanê û Hukumeta Êraqê dike ku van derîyan vekin û alîkarîyê bigihênin koçberan û mexdûran. Herweha civîn bang li hemî gelê Kurd, dostên Kurdan û Cihana Humanîter dike û dibêje kampanya alîkarîyê xurt bikin û baştir xwedî li koçber û mexdûran derkevin. 

8-Şerê eve salekî zêdetire ku li Filistînê berdewame niha derbazê Lubnanê û Surîye yê bûye û car caran jî derbazê Yemen, Îran û Êraqê dibe. Ev şer hingî diçi fireh dibe û ber bi şerekî Cihanî ve diçe. Ji xwe gelek hêz vê rewşê weke şerê Cihanê yê sêyemîn navdikin. Dagirkerên Kurdistanê her yek bi awayekî terefê vî şerî ne. Yanî şer hingî diçi ber bi Kurdistanê ve jî tê. Di vê rewşê de yekrêzîya nav mala Kurd, yekîtîya neteweyî gelek mihime. Civîn, bang li hemî kes, hêz, partî, rêxistin û quwetên Kurdistanî dike ku rojekî zûtir di Konferanseke Neteweyî de kombibin û yekîtîyek xurt ava bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Berdan Ozturk: Ya ku li Rojava tê parastin rûmeta e hemûyan e
Nûçeya Pişt re Gaziyên jin: Em ê tola şehîdan rakin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Komploya li dijî Rêber Apo – IV

Ji bo pêvajoya danûstandinan careke din nekeve dewrê, operasyona derxistina Rêber Apo ji Sûriyeyê, yanî…

Ji aliyê Stêrk TV

Çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê êrîşên xwe didomînin

Çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê gundê Sefa yê girêdayî Çilaxayê bi dronekê bombebaran kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stenbolê Nobeta Edaletê ya li dijî dagirkeriyê di roja 3’an de ye

“Nobeta Edaletê" ya Stenbolê di roja xwe ya 3'yemîn de û hat destnîşankirin ku têkoşîna…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Law ê ku kîtên mirinê ji sedan kesan re şandibû wê ji cînayetê neyê darizandin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Skoçyayê giraveke çêkirî ya efsûnî ji dema Neolîtîkê maye hat dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Kujerê rêzeyî ê ku Rûsyayê ji bo şer serbest berdabû, fîrar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?