Şemî, 14 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Bila cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî bên eşkerekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sevda Ozbîngol: Daxwaza destpêkê ya jinan azadiya Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sosyolog Michel Kokoreff: Em şahidiya şiyarbûna siyasî ya nifşekî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ciwanên ku bi torên sûc re rû bi rû dimînin, ji bo paşerojê pirsgirêkeke cidî ava dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arzoxliyê berxwedana li dijî GES’ê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji DAÎŞ’ê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê şehadeta Dersim Behar ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê li dû şopa şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir: Şengal wê bi îradeya xwe azad bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin Kudat ê ku berdana wî 6 caran hat astengkirin piştî 34 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 2 rojnamevanên jin cezayê hepsa malê û qedexeya derketina derveyî welat hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed: Em tenê bi têkoşîna xwe dikarin azad bibin
Jin

Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed: Em tenê bi têkoşîna xwe dikarin azad bibin

Berdevka YPJ'ê Rûksen Mihemed diyar kir ku mafê xweparastinê yê jinan garantiya jiyan û azadiya wan e û got, "Ev sedsal sedsala jinê ye. Em tenê bi têkoşîna xwe dikarin azad bibin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Jinek çima neçar dimîne ku têkoşîna çekdarî bike? Êrişên li ser nasname, dîrok, çand û nirxên jinan berê wan da têkoşîneke çawa ya xweparastinê? Berdevka Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rûksen Mihemed bi tecrûbeya têkoşînê ya 15 salan bersiv da van pirsan û bal kişand ser îradeya jinan a parastina azadî û jiyana xwe.

Rûksen Mihemed ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku jin nikarin parastina xwe ji hinekan re bihêle û got, “Dema ku jinan xwe parastin hingî jiyan heye. Lê belê dema parastina xwe ji hinekî din re hişt nikare jiyanê biparêze; di encama vê de jî dimire.”

DÎROKEKE NÛ YA JINÊ

Bi Şoreşa Rojava re jinan rêxistiniya xwe çêkir û vê yekê li qada parastinê jî kir ku hêzeke xweser bê avakirin. Rûksen Mihemed işaret bi rola YPJ’ê ya di nava vê pêvajoya dîrokî de kir û got, “YPJ’ê bi xwe re dîrokek jinûve nivîsand: Dîrokeke nû ya têkoşînê ya jinê. Ji ber ku cara yekê hêzeke xweser a jinê hate avakirin. Vê rewşê pêşî li jinê vekir ku li her qadê temsîliyeta xwe ava bike.

Di jiyana jinekê de eger xweparastin nebe maf, hiqûq û jiyana wê jî ewle nabe. YPJ’ê ev yek pêk anî. Sîstemeke bi ewle, bi rûmet û cihê tundiyê nîne ava kir. Têkoşîna YPJ’ê 15 salan ne tenê jinên li Rojava û Rojhilata Navîn, her wiha jinên li seranserê cîhanê di binê sîwaneke hevpar a têkoşînê de gihand hev. Kir ku di nava jinan de helwesteke hevpar û ruhê piştevaniyê derkeve holê.”

Berdevka YPJ’ê anî ziman ku rêxistiniya jinan a li qada parastinê destpêkê bi naskirina nasnameya xwe destpê kir, işaret bi aliyên dîrokî û fikrî yên vê pêvajoyê kir û got, “Bi Şoreşa Rojava re rêxistiniyua jinê destpê kir û bû mecbûriyetek ku jin li qada parastinê cih bigirin. Lê belê beriya her tiştî diviyabû jinê nasname û hebûna xwe nas bike, bi dîroka xwe zanîbûya û hişmendiya parastinê bi dest bixista. Me destpêkê ev feraset ji xwe re kir esas. Ji bo me bû pîvana bingehîn ku jin ji xwe bawer bikin, karibin fikrê xwe bi rengekî azad bînin ziman û biryarên xwe bi xwe bidin. Piştre jî vê nêzîkatiyê kir ku jin bêhtir giraniyê bide ser qada parastinê.”

LI ŞAMÊ ÎRADEYA JINÊ NAYÊ NASKIRIN

Li Sûriyeyê nîqaş li ser avakirina serdema nû tê kirin. Cihê jinan ê li nava vê sîstemê jî yek ji sernavên girîng e. Rûksen Mihemed nêzîkatiya hikumeta demkî ya Şamê nirxand, anî ziman ku rêxistinî û îradeya jinê nayê naskirin û got, “Hikumeta demkî ya li Şamê hîn qanih nebûye ku doz û azadiya jinê meseleyeke bingehînî ye. Hîn pê nehesiyan e ku heta rêxistiniya jinê nebe welatek ava nabe, li qadên parastin û ewlekariyê aramî mayinde nabe. Mejiyê serweriya mêr timî dide pêş.

Divê ev mejî bê guhertin. Ji ber ku neheqiyên li jinê tê kirin di heman demê de li civakê tê kirin. Di nava sîstema bê avakirin de divê mafên qanûnî, hiqûqî û siyasî yên jinan bêne ewlekirin. Naskirina jinê tê wateya naskirina îrade û sîstema jinê. Cihdayina li jinan li hin qadan nayê wê wateyê ku îradeya jinan hatiye naskirin. Di vê mijarê de girîng e guhertinên cidî werin kirin û gavên şênber bêne avêtin.”

PEYMAN LI QADÊ BI CIH NAYÊ

Hevdîtinên li ser statuya YPJ’ê demeke dirêj e dewam dike. YPJ’ê di daxuyaniya xwe ya dawî de ragihandibû ku li hev hatiye kirin ku li Heleb û Hesekê du yekîneyên taybet bêne avakirin. Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed destnîşan kir ku lihevkirina navborî hîn li qadê derbasî pratîkê nebûye.

Rûksen Mihemed rexne kir ku hevdîtin bi rêya navbeynkaran tê kirin û anî ziman ku divê di navbera fermandariyan de yekser diyalog bê danîn. Rûksen Mihemed got, “Li hev hate kirin ku YPJ bi rengê du tabûrên taybet di nava statuya avabûnê de bên qebûlkirin û di her tabûrê de jî 400 şervan^ne jin hebin. Lê belê li ser hejmarên cuda wê hevdîtin bêne kirin. Di nava du hefteyên derbasbûyî de me agahiyên li ser sîcîla hezar û 484 hevalên xwe radest kir. Lê belê peymana li ser qebûlkirina du tabûran hîn neketiye pratîkê.

Dixwazim vê bibêjim: Ev gav bi rêya navbeynkaran tên eavêtin, di navbera fermandariyên me de diyalogeke yekser nehatiye danîn. Eger diyalog yekser bi fermandariyên me re bê danîn ev gav wê hîn bi lez û encamgir bêne avêtin. Nedanîna diyaloga yekser kêmasiyeke girîng e û ev yek di heman demê de nîşaneya vî mejî ye. Danîna diyaloga yekser a aliyên pêwendîdar nêzîkatiya herî rast e.”

‘DIVÊ HER ROJ VEGUHERE 25’Ê MIJDARÊ’

Rûksen Mihemed diyar kir ku destketiyên jinan ên heta niha divê bêne aprastin, têkoşîna azadiyê dewam bike û got, “Niha li dijî sîstema jinê gelek êriş têne kirin. Lewma em jin, li her cihê ku em lê ne divê ji têkoşînê paşve gavê neavêjin. Ev sedsal sedsala jinê ye. Em ê êdî jiyana xwe bi xwe ava bikin. Tenê bi têkoşîna xwe dikarin azad bibin.

Li dijî hercûre ferzkirinê divê em nerazîbûna xwe nîşan bidin û ti carî tawîzê ji rêya têkoşînê nedin. Bi parastina destketiyên xwe em ê misogeriya siyasî û destûra bingehînî pêk bînin.”

Rûksen Mihemed bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê peyamek da û got, “Belê, di 25’ê Mijdarê de li dijî tundiya li jinê helwesteke xurt tê nîşandan. Lê belê li hemberî van êriş, tundî û ferzkirinan ne tenê 25’ê Mijdarê divê her roj têkoşîn bê meşandin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne
Nûçeya Pişt re Meclîsa Gel a Şengalê: Têkoşîna me ji bo naskirina îradeya civaka Êzidî û Şengalê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCK: Pêvajoya nû xwe dispêre mîrate û berxwedana 14’ê Tîrmehê!

KCK'ê got, "Pêvajoya nû ya ku bi Rêber Apo bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk'…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên Şamê li Siwêdayê sivîlek qetilkirin û 5 sivîl birîndar kirin

Di êrîşa hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de ku êrîşên xwe yên li dijî Durziyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Idlibê teqîna mezin

Li herêma bejahî ya Kefer Tixarîm a Idlibê teqîneke mezin rû da.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Sûriyeyê di 2 hefteyan de 50 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Bila cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî bên eşkerekirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sevda Ozbîngol: Daxwaza destpêkê ya jinan azadiya Birêz Ocalan e

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?