Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) û Hêzên Parastina Jin yên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) peyameke hevpar dan û beşdariya li greva giştî silav kirin.
Peyam bi vî rengî ye:
“Di serî de em silav û rêzên xwe pêşkêşî malbatên şehîdên Şoreşa Jin Jiyan Azadî û hemû gelê welatparêz ê Rojhilatê Kurdistanê dikin. Di pêvajoyek wiha de li gel hemû zext û zordariyê ku rejîma Îran li ser gel dide meşandin, bi yek dengî û helwesta gelê me, bi nirx û pir watedar e. Di roja salvegera Şoreşa Jin Jiyan Azadî de tevlîbûna greva giştî ku di pêşengtiya gelê Kurd de li Rojhilatê Kurdistanê pêk hat, careke din biryardarî û parastina destketiyên şoreşê da raberkirin.
Wek yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê û Hêzên Parastina Jin HPJ’ê bi wê wesîleyê me bi vê peyamê xwest em helwest û biryardariya gelê xwe spas bikin û piştgriya xwe bidin diyarkirin.”

