Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku ji bo pêşveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê dewlet gavên şênber biavêje û got, bêyî azadî, hiqûq û demokrasiyê aştî nabe.
Yûnûs Mûratakan anî ziman ku di civînên gel de welatî timî pirsa “Em bawer nakin, garantî çi ye?” dikin û got, “Divê garantiya hiqûqî ya vê rewşa rawestandina şer hebe.”
Dayik Gulten Yakût anî ziman ku têkildarî dosya Halîl Yakût ê bi bahaneya civîna bilind a NATO’yê hate girtin, Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Mûglayê biryara ‘bê erkê’ da û got, “Ji jiyana kurê min didizin.”
Ji Baroya Amedê parêzer Zîlan Esen li dijî komkujiya jinan bal kişand ser girîngiya veguherîna civakî û piştevaniyê û got, “Divê zîhniyetê welê bê avakirin ku jinê weke kesayeteke wekhev û azad qebûl dike ku biryarê li ser jiyana xwe dide.”
Mavîş Aka diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya girtiya nexweş Evîn Zapsû giran bûye û got, “Bi derengî dibin nexweşxaneyê. Tim û tim diêşe, lê belê em nizanin bê pêvajoya tedawîkirinê bi rêk û pêk tê kirin an na.”
Şerê taybet sîstemeke global e ku bi xerakirina şaneyên entelektuel û exlaqî yên civakê, civakê teslîm digire. Weke ku Rêber Apo destnîşan kir, krîz webayeke sîstemî ye ku navenda modernîteya kapîtalîst hildiberîne.

