Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Berxwedana li Mêrdînê: Hûn nikarin gelê Kurd bêdeng bikin
Kurdistan

Berxwedana li Mêrdînê: Hûn nikarin gelê Kurd bêdeng bikin

Ahmet Turk di çalakiya şermezarkirinê de ya li Mêrdînê axivî û got, "Bi qeyûman, bi girtinê hûn ê ti carî nikaribing elê Kurd bêdeng bikin." Devrîm Demîr jî berxwedana gel silav kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li dijî tayînkirina qeyûman a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê 3 roj in welatî li ber xwe didin. Îro jî gelek welatî hatin li ber avahiya şaredariyê û çalakiya xwe berdewam dikin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çaglar Demîrel, siyasetmedar Ayla Akat Ata û parlamenterên DEM Partiyê û gelek welatî tev li berxwedana îro bûn. Di berxwedana îro de bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Li ber avahiya şaredariyê daxuyanî hat dayîn.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdinê Devrîm Demîr di çalakiya nobetê de axivî û bal kişand ser girîngiya berxwedanê û got: “Dewlet bi tayînkirina qeyûman vîna gelê Mêrdînê xesp dike. Lê belê gelê me li her derê xwedî li îradeya xwe derdikeve û dibêje ‘Em qeyûmê nas nakin û em ê li ber xwe bidin’. Em bi berxwedan û têkoşînê hatin heta îro. Em ê piştî îro jî berxwedana xwe bidomînin. Ez bawerim em ê bi vê berxwedanê bi ser kevin. Em ê bi berxwedana xwe paşve gav ji qeyûman bidin avêtin. Weke ku hûn dizanin ev 3 roj in ji partiyên siyasî, sazî, dayik û kesên din gelek kes tên vir da ku li cem me bin.”

Siyasetmedar Ayla Akat Ata jî bal kişand ser tayînkirina qeyûmê yên demên borî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewlet êdî bê hêz e û li dijî vê yekê hertim kurdan tune dihesibîne û dixwaze wisa bi hêz bibe. Bi salan ji me re gotin ‘Hûn li vî welatî cudakariyê dikin’, cudakariya esil û îxanet tayînkirina qeyûman e. Dibêjin hûn nikarin vîna xwe derxin holê, gelo di hiqûqa vî welatî de tiştek wisa heye? Heke di hilbijartina hevşaredariyan de pirsgirêk heye hûn çima mazbata didin? Li holê hesabeke polîtîk heye, lê gelê me hesabê hatî kirin pûç kir. Ya ku bi hêz gelê me ye. Dê herî dawiyê ji xeletiyên xwe paş ve gav bajêjin. Fira jiyana azad û wekhev ne tenê şaredarî ne. Em wek Tevgera Jinan dibêjin em li cem hevala xwe Devrîmê ne. Em bi zanebûna ku hîna gelek tişt hene ku em jê hîn bibin li cem birayê xwe Ahmet in. Em alîgirê çareseriya demokratîk in. Em di aştiyê de her tim israr dikin û ji bo wê jî amadene ku bedel bidin.”

Aktîvîsta TJA’yê Çaglar Demîrel bi bîr xist ku tayînkirina qeyûman di 4’ê Mijdarê de pêk hatiye planek bi zanebûn bûye û wiha got: “Di sala 2016’an de em hatin girtin. Lê berxwedana me li girtîgehan jî berdewam kir. Hûn tu carî nikarin vîna Gelê Kurd bişkînin, hûn nikarin vê yekê bi qeyûman bikin. Qeyûm çi ye? Qeyûm barîkat e.  Şaredarî malên gel in, nahêlin gel bikeve malên xwe. Li ber şaredariyê barîkat jî deynin nikarin li hemberî çand û zimanê Gelê Kurd barîkatan dayîn. TJA Mêrdînê jî çand û zimanê xwe parast. Devrîm Demîr û birayê Ahmet jî îradeya Gelê Kurd temsîl dikin.”

Çaglar Demîrel, da zanîn ku tayînkirina qeyûman jî ji bo şikandina vîna jinên Kurd pêk hatiye. Çaglar Demîrel bi bîr xist ku pêşî bi tayînkirina qeyûman re navendên jinan hedef hatin girtin û ev tişt anî ziman: “Li hemberî van êrişan herî zêde jinan bersiv dan. Dixwazin Gelê Kurd bi tenê bihêlin. Em dixwazin Tirkiye vê yekê baş bizane. Divê Gelê Kurd bi tenê nehêlin. Dema di 4’ê Mijdara 2016’an de yekem qeyûm tayîn kirin, me li meclîsê got îro ya me ye, sibe Tirkiye ye. Me got werin em destên xwe bidin hev, nexwe ew ê sibe jî li we bikin. Piştî 8 salan li Esenyurtê qeyûm hat tayînkirin. Em ê li Êlih, Xelfetî, Mêrdînê û li her derê bin. Em ê berxwedana xwe bidomînin.”

Herî dawî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk axivî û da zanîn ku roja ku dest bi siyasetê kir heta îro her tim bûye hedefa îktidaran û dewletê û wiha got: “Kurd îro polîtîk in. Ji bo vê, gava ku hûn bi projeyên rast diyalogê ava bikin, em ê destê we bigirin. Lê ger hûn bi siyaseteke ku xapandinê armanc dike werin hûn ê xwe bixapînin. Ez di wê baweriyê de me ku dema em berxwedaneke xurt nîşan bidin, yên dixwazin me tune bikin, wê gavê paşde bavêjin. Divê her kes xwedî li îradeya xwe derkeve. Mesele ne xwedîderketina li min û hevala me Devrîmê ye, xwedî li îradeya xwe derketin e. Em hêvî dikin ku her kes vîna xwe biparêze.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MÊRDÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Xelfetiyê berxwedan dewam dike: Hûn nikarin me têk bibin!
Nûçeya Pişt re Li Êlihê bi hezaran kes li ber xwe didin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

SOHR: Li Sûriyeyê di 5 mehan 3 hezar û 278 sivîl hatin qetilkirin

SOHR’ê ragihand ku di êrîşên ji Adara 2025’an heya dawiya Tîrmehê dom kirin de, herî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ciwanên Êzidî di salvegera fermana 3’ê Tebaxê de dest bi meşa dirêj kirin

Bi boneya salvegera 12’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê, komek ciwanên Êzidî yên formayên wêneyên şehîdên…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên Şamê li Siwêdayê 12 sivîl qetil kirin

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên Şamê li Siwêdayê 12 sivîl qetil…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?