Di saetên êvarê de li dijî baregeha Rêxistina Têkoşînê ya Kurdistana Îranê (Sazman-i Xebat) li bajaroka Topzawa ya navçeya Xebatê ya Hewlêrê ye êrîşeke hewayî pêk hat.
Hate ragihandin ku êrîş derdora saet 22:10’an de bi du balafirên bêmirov (dron) hatiye kirin
Hate diyarkirin ku ji ber ku baregeh berê hatibû valakirin, ti windahiyên canî çênebûn, lê ziyanên madî çêbûn.

