Pêncşem, 26 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûqê xwestin lêkolîn li ser hestiyên li şikefta Farqînê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bi hezaran kes seredana sersaxiya li Cizîrê dikin
Kurdistan

Bi hezaran kes seredana sersaxiya li Cizîrê dikin

Bi hezaran kesan seredana konê sersaxiyê yê li Cizîrê ji bo Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hatiye danîn, kir. Dayikên şehîdan di axaftinên xwe de gotin: ‘’Kurekî min şehîd bû, bi hezaran hatin. Em naqedin.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Tebax 2026 Dema xwendinê: 2 dq.
Parvekirin

Li Cizîrê bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê ji bo Gerîlayên Azadiya Kurdistanê konê sersaxiyê hate vedan. Konê sersaxiyê li pêşiya bînaya DEM Partiyê hate vedan û wêneyên Rêber Apo, gerîlayên şehîd, gul û filamayên kesk, sor û zer danîn ser maseyan. Li qadê pankartên bi nivîsên; ‘’Şehîdên me rûmeta me ne” ve “Şehîd namirin” û wêneyên şehîdan ên mezin hatin vekirin. Ji bilî malbatên şehîdan, partiyên siyasî, rêxistinên civakî û gelek welatiyên ji herêmê û derdorê tevlî merasîmê bûn.

Bi sedan kes bi girseyî li gel çepik, tîlîlî û dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’ û ‘’Şehîd namirin’’ ketin qada sersaxiyê.

Behiye Pîşkîn a dayika gerîlayê şehîd Baran Pîşkîn (Nîrvana Melek) bi gotinên; ‘’Şehîd namirin. Bila serê Rêber Apo sax be, bila serê gerîlayan sax be. Şehîd ne tenê şehîdê me ye şehîdê her kesî ye’’ kete qada sersaxiyê. Dayikeke din jî got, ‘’Kurekî min şehîd bû, bi hezaran hatin. Em naqedin.’’

Piştî ku hemû malbat li pişt wêneyên şehîdan ên li ser maseyan rûniştin merasîma rêzgirtinê hate lidarxistin. Di merasîma rêzgirtinê de sirûda ‘’Çerxa Şoreşê’’ hate xwendin û dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’ hatin berzkirin.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî beşdarî merasîmê bû û ev yek anîn ziman: ‘’Em xwedî li paşeroja xwe derdikevin. Ji ber ku em dizanin ku em dikarin bes bi vî awayî pêşeroja xwe ava bikin. Ev zarok yên me hemûyan in. Divê wisa were qebûlkirin û wisa xwedî lê derkevin. Em çi qasî tifaqa xwe xurt bikin em ê çarenûsa xwe jî ew qas biguherînin. Em daxwaza pêkvejiyanê dikin. Bila serê me hemûyan sax be.’’

Sersaxî bi beşdariya bi hezaran berdewam dike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞIRNEX

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’
Nûçeya Pişt re Koçberên Serêkaniyê daxwaza vegerê û tezmînatê dikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Yekîtiya Afrîkayê ‘sûcên şer’ ên li Sûdanê şermezar kirin

Yekîtiya Afrîkayê, sûcên şer ên li dijî mirovahiyê yên ku li Sûdanê ji Nîsana 2023'an…

Ji aliyê Stêrk TV

Keskîn: Divê Nîmet Tanrikûlû jî wek Remzî Çalişan bê tehliyekirin!

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn ji bo tehliyekirina mafparêz Nîmet Tanrikûlû serlêdan kir û…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Li gel kêmasiyên qanûnê jî divê em ji bo gavên demokratîkbûnê israr bikin’

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal anî ziman ku Qanûna Çarçoveyê ya li Civata Giştî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?