Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Bi milyonan mirov li qadan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin’
Kurdistan

‘Bi milyonan mirov li qadan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin’

Di pîrozbahiya Newrozê ya li Artukluyê de, Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş got: "Bi milyonan mirov li qadên Newrozê dengê xwe bilind kir. Dengê xwe ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd rêzcar Abdullah Ocalan bilind kirin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Adar 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê, bi dirûşmeya “Newroza Azadî û Demokrasiyê / Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” pîrozbahî hate lidarxistin û bi hezaran kes tevlî bûn. Welatî ji danê sibê ve herikîn Qada Fuarê ya navçeyê. Beşdar bi cilên xwe yên neteweyî û aksesuarên rengîn di qadê de cih girtin. Her wiha komên alîgirên tîmên futbolê û mêvanên ku ji Ewropayê hatibûn jî di pîrozbahiyê de amade bûn. Welatî li ber stranan govend gerandin û bi domdarî dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan nabe”, “Yek e yek e yek e Kurdistan yek e!” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.
 
Pîrozbahî piştî gerandina govendê, bi merasîma rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane berdewam kir. Piştî rêzgirtinê ji qadê dengê dirûşma “Şehîd namirin” bilind bû û piştre bername bi axaftinan dewam kir.
 
‘NEWROZ SEROK APO YE’
 
Endamê Komîteya Amadekar û Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Artukluyê Mehmet Bîngul destnîşan kir ku gelê Kurd li qadan daxwaza statû û mafên xwe dike û got: “Îro gelê Kurd bi milyonan diherike qadan. Diqîre ku xwedî statû ye. Azadiyê dixwaze. Azadiya Rêberê xwe daxwaz dike.”
 
Piştre Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr axivî û diyar kir ku jinên Kurd bi rengên xwe qad xemilandine û ev tişt got: “Gelê Kurd bi vî ruhî di avakirina yekitiya xwe de bi biryar e. Ji bo yekitiyê li ber xwe dide. Îro êdî dema azadiyê ye, dema yekitiyê ye. Em dixwazin ev Newroz bibe wesîleya yekitî û azadiya Kurdan.”
 
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Mêrdînê Abdulselam Turan jî anî ziman ku ji qadên Newrozê bi hezaran silav gihîştine Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e, aştî rûmeta mirovan e. Aştî avakirina civaka demokratîk e bi pêşengiya jinan e. Aştî banga Serok Apo ye. Newroz bi xwe Serok Apo ye.”
 
‘DEMA AZADIYÊ HATIYE’
 
Di dawiyê de Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin axivî û diyar kir ku Newroza 2026’an ketiye dîrokê û wiha axivî: “Hûn amade ne em Newroza Serok Apo bi hev re pîroz bikin? Newroza te pîroz be Serok Apo. Banga rêzdar Abdullah Ocalan banga jiyanekê nû ye. Di peyama xwe ya Newroza 2026’an de jî destnîşan kir ku Newroz destpêka jiyanekê nû ye. Em jî ji vir bang dikin: Heke hûn di avakirina jiyanekê nû de jidil bin, deriyên girtîgehan vekin. Bila gerîla bikaribin siyasetê bikin. Bi milyonan mirov ji bo azadiya rêzdar Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin. Êdî dema azadiyê ye, dema avakirina jiyana nû ye.”
 
Piştî axaftinan, girseyê bi stran û amûra ribabê pîrozbahî û govenda xwe berdewam kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Şirnexê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ meş
Nûçeya Pişt re Li Şemzînanê Newroz hat pîrozkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Kobanê di heman demê de doza jinan e’

Ji KBG'ê Tulay Korkûtan diyar kir ku tiştên di Doza Kûmpasê ya Kobanê de ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Pervîn Bûldan: Hewldanên heyî lêgerîna li çareseriyê ye

Ji Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan diyar kir ku hewldanên niha weke lêgerîna…

Ji aliyê Stêrk TV

Akademiya Jineolojiyê wê konferansa li dijî zayendperestiyê li dar bixe

Akademiya Jineolojiyê bi armanca mezinkirina têkoşîna azadiya jinê û wekheviya civakî wê di 2'yê Adarê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?