Dîmenên nû yên têkildarî birîna daran ên li herêma Bestayê ku bi salan e ev yek berdewam dike, derketin holê. Li gorî Ajansa Mezopotamyayê di dîmenan de tê dîtin ku bi tonan darên ku tê diyarkirin meha Sibatê li herêma Besta ya Şirnexê hatine birîn û ji bo ziwabûnê li qada birînê hatine hiştin, bi kamyonan ji herêmê tên derxistin.
Li gorî dîmenan, darên ku ji aliyê notirvanên ku ji Gundê Hosyan ê navçeya Berwarî ya Sêrtê anîne li kamyonan tên barkirin, ji xalên kontrolê yên leşkeran derbas dibin û bi kamyonan ji herêmê tên derxistin. Hate diyarkirin ku plakaya kamyonên bi brandayan hatine rapêçandin 06 e û tê ragihandin ku li herêmê bi tonan darên ku ji bo barkirinê tên sekinandin, hene.
Tê ragihandin ku li navenda Şirnexê û navçeyên, li çiyayên Cûdî, Gabar û herêma Bestayê ev heft sal in dar tên birîn û ev yek li herêmê rê li ber tehrîbata ekolojîk a gelekî mezin vedike.
Têkildarî darên ku hatine birîn bi ku ve tên şandin agahiyeke teqez nehat bidestxistin. Li gorî çavkaniyên li herêmê, piraniya darên hatine birîn ji bo şewitandinê ji herêmê dibin derve.

