Platforma Saziyên Demokratîk a Dersimê, di salvegra 7’emîn a şehadeta kadroyên pêşeng ê PKK’ê Riza Altun ê ku di 25’ê Îlona 2019’an de şehîd bibû, li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Dersimê merasîma bîranînê li dar xist.
Merasîma ku bi vêxistina çirexê û bi rêzgirtinê dest pê kir, sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Altun hat nîşandan.
Solcan Gedîk ê ku piştî 30 salan ji girtîgehê hatibû tehliyekirin, diyar kir ku bi saya têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd cîhanê Kurd nas kir û di vê oxirê de gelek ked hatine dayîn. Gedîk got ku yek jê Riza Altun ê ku bûye efsane ye û wiha axivî: “Bibîranîna şehadetan, fêmkirina şehadetan e. Divê em hewl bidin xeyala wan berdewam bikin. Em şînê nagirin. Armanca me ew e ku em felsefeya wan bidin jiyîn û xeyalên wan pêk bînin. Heke em bikaribin wan temsîl bikin em ê karibin wan bibîr bînin.”
Gedîk, bal kişand ser şehedatên di têkoşîna partiyê de û wiha pê de çû: “Gelê Kurdistanê îro bi şehîdên xwe têkoşîna xwe berdewam dikin. Serok Apo, got ‘Şehîd rêber in, ne ez im’. Îro em jî hewl didin xeyalên wan pêk bînin. Xeyala wan jiyanek xweş, cîhanek adil û jiyanek azad e.”
Bîranîn piştî belavkirina loqmeyan bi dawî bû.

