Şemî, 27 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çetîn Arkaş: Divê Rêber Apo demildest azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrsînê bi hezaran kes li mitîngê li hev civiya: Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelê Çûkûrovayê ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Mersînê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Kartay hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Bayram Balci li Enqereyê merasîma cenaze

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyê Şehîd Zozan hate veşartin, Diyar Xerîb hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mitînga Wanê: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konfernsa Zimanê Kurdî de daxwaza hevpar: Divê Kurdî bi destûra bingehîn were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana serxiya Behiye Sevîm û Suleyman Bakir hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serhedî ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan ji bo Yuce û Tokçu hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA wê atolye û meşa şevê lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê jinan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Edaletê ya TJA’yê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo Nana Xanim Babazade banga parastina neteweyî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş li Geverê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Bila girtiyên nexweş Altig, Horoz û Bekîk bên berdan’
Rojane

‘Bila girtiyên nexweş Altig, Horoz û Bekîk bên berdan’

Parêzvanên mafên mirovan, destnîşankirin ku rewşa girtiyên nexweş Aydin Altig, Suleyman Horoz û Recep Bekîk xirab e û xwestin bên berdan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Gulan 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Parêzvanên mafên mirovan, li Stenbol, Enqere û Îzmîrê têkildarî girtiyên nexweş daxuyanî dan. 

ÎZMÎR

Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya ji du hefteyan carekê li dar dixe, li ber Sumerbanka Kevn a li Konakê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nemîne nebe hevkarê sûc” hate vekirin. Metna daxûyaniyê ji aliyê endamê Desteya Rêveberiya ÎHD ya Şaxa Îzmîrê Îsmet Suzer ve hate xwendin.

Suzer bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Aydin Altig ê ku li Girtîgeha Bilind Ewlehiya Kirşehîrê tê ragirtin û got ku Altig di 17 saliya xwe de hatiye girtin û heta niha li girtîgehên Îzmîr, Edene, Çewlîg, Amed, Yozgat û Konya hatiye ragirtin. Suzer rewşa tenduristiya wî ya giran wiha anî ziman: “Aydin Altig ku di 17 saliya xwe de hatibû girtin, pişta wî ketiye ber wî (pneumothorax) û ji ber vê yekê emeliyata pişikê bûye. Ji ber girikên li pozê wî derketine emeliyat bûye. Her wiha êgzemaya kronîk û birînên belav li laşê wî çêdibin; carinan ev birîn giran dibin û tedawiya birêkûpêk dixwazin. Yek ji mijarên herî krîtîk jî pirsgirêkên diranan e. Berê li Girtîgeha Amedê jî ji ber heman sedeman nikaribû dermankirina diranan bidomîne; niha jî li Kirşehirê ji ber heman sedemê nikare here nexweşxanê, ji ber vê yekê êş, enfeksiyon û pirsgirêkên xwarinê zêde dibin. Tevî vê tabloya tenduristiya giran, mafê serbestberdana şertî ya Aydin Altig careke din bi awayekî keyfî hate astengkirin.”

Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Kirşehirê bi biryara xwe ya hejmar 03.02.2026 gotiye ku “rewşa wî baş nîn e” û serbestberdana wî 6 mehan hatiye paşxistin; pêvajoya nirxandinê taloqî havîna 2026an hatie kirin. Di biryarê de cezayên disiplînê yê ji sala 2008an û berê, mijarên wekî “paqijî/tertiqata odeyê” û şîroveyên derbarê helwesta ramanî ya girtî de wekî sedem hatine nîşandan.

Daxwazên ji bo berdana Altig wiha hatin rêzkirin:

* Divê ferzkirina lêgerîna dev a Aydşn Altig û hemû pratîkên gihiştina xizmetên tenduristiyê asteng dikin, tavilê bên rawestandin;

* Sewqên nexweşxanê yên ji bo dermankirina diranan û yên din bêderengî bên kirin;

* Ji bo nexweşiyên pişik, mîde û çermê nirxandina berfireh ji aliyê pisporan ve were kirin û plana dermankirinê were amadekirin;

* Pêdiviyên derman û xwarinê bi temamî bên dabînkirin;

* Bi vê re, bi berçavgirtina tabloya nexweşiya giran û dema dirêj a girtîbûnê, biryarên dirêjkirina cezayê bên betal kirin û rê li ber serbestberdana Aydin Altig were vekirin.

Suzer di dawiya daxuyaniyê de ev bang kir: “Em bang li hemû saziyên pêwendîdar dikin ku erkên xwe bi cih bînin, mafê dermankirinê yê Aydin Altig tavilê misoger bikin û dawî li van pratîkên keyfî bînin ku mafê serbestberdana şertî bi awayekî pratîkî tune dikin. Emê heta ku mafê jiyanê û mafê dermankirinê yê girtiyên nexweş misoger nebe, daxwazên xwe bidomînin û bi raya giştî re parve bikin.”

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya “Rûniştina F’yê” di hefteya 736emîn de li pêşiya avahiya komeleyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo girtiyê nexweş Suleyman Horoz ê ku li Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin daxuuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankertên “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Suleyman Horoz bê berdan” û wêneyên girtiyên nexweş hatin rakirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Oya Ersoy ve hate xwendin.

Oya Ersoyê bi bîr xist ku 3’yê Nîsanê Mehmet Çevîren di Girtîgeha Girtî ya Qûbînê ya Êlihê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da, paşê jî di 23’yê Nîsanê de Dilbaz Abî di Girtîgeha Qûbînê ya Êlihê de jiyana xwe ji dest dabû û wiha axivî: “Dilbaz Abî ev 30 salan bûn di girtîgehê de bû û berdana wî ji aliyê Lijneya Çavderiyê ve dihata taloqkirin. Di 15’ê Nîsanê de hate eşkerekirin ku Dilbaz Abî întîxar kiriye û jiyana xwe ji dest daye. Ev bûyerên întîxarê jî diyar dike ku di heman girtîgehê de mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin. Poyraz Eser jî di 3’yê Kanûnê de li Girtîgeha Sîncanê ku dihate ragirtin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû. Di dozê de jî bêteqîbî hate dayîn. Di doza Mehmet Çevîren û Dilbaz Abî de jî metirsiyên me hene.”
 
Oya Ersoyê anî ziman ku ew di hefteya 736’emîn de li rewşa girtiyê bi nave Suleyman Horoz dipirsin û got: “Suleyman Horoz hê li Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin. Nexweşiya gurcik û ziravê ş, Suleyman Horoz peyda bûye û her ku diçe zeîf dibe. Keça Suleyman Horoz van agahiyan da me; ‘Berî ku bavê min were girtin ji ber ku nexweşbû min anîbû gel xwe, bijîşk ji me re gotibû divê bavê tê emeliyat bibe. Lê belê dema ku me amedekariya emeliyetê dikir bavê min hate girtin. Ji ber nexweşiyan divê bavê min xwarinên taybet bixwe. Lê di girtîgehê de ev tişt ne pêkan e. Dema ku dawiyê min bavê xwe dît gelek zeîf bûbû. Bijîşk ji bavê min re gotiye di pankreasa tê mezin dibê û dibe ku pankreas îltîhap bigire. Ji bo vê divê em tehlîlan bikin. Lê tedawiya bavê min di girtîgehê pêk nayê. Jiyana bavê min di bin xeterê de ye’. Em di çalakiya xwe ya hefteya 736emîn de bang dikin ku di şexsê girtiyê nexweş Suleyman Horoz de divê girtiyên nexweş hemû werin berdan.”

Piştî xwendina daxuyaniyê, çalakî bi dawî bû.

ENQERE

Înîsiyatîfa Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş di hefteya 608’emîn a çalakiya xwe de li Kolana Sakaryayê kom bû. Înîsyatîfê di çalakiya vê hefteyê de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Recep Bekîk ê 33 salî ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S ya Kavak a Samsûnê tê girtin û berdana wî heya Gulana 2025’an hatiye taloqkirin. 

Hevseroka Şaxa ÎHD a Enqereyê Sevîl Tûrgûtê diyar kir ku ji ber hevdîtina bi rêya telefonê ya bi malbatê ya beriya berdana wî bi çend rojan re, der barê Bekîk de lêpirsîn hatiye destpêkirin. 

Sevîl Tûrgûtê got: “Rewşa tenduristiyê ya Recep Bekîk giran e û lezgîn e. Di 4’ê Gulana 2025’an de jê re hat gotin ku di pankreasê de girseyek 2.5 santîmetre heye. Piştre, bi gumanbariya penceşêrê ew birin nexweşxaneyê, biyopsî hat girtin û gelek test hatin kirin. Lêbelê, zêdetirî salekê ye ne ji encamên biyopsiyê hatiye agahdarkirin û ne jî ji bo vê girseyê dermankirineke bibandor hatiye destpêkirin. Qonaxa nexweşiyê, gelo girseya nexweşîna baş e yan xirab e û kîjan plana dermankirinê dê were sepandin ji girtî hatiye veşartin; Bekik bêyî ku encam werin parvekirin an dermankirin bê kirin, tê sekinandin. Ev rewş, ne xemsariyek jirêzê ye, binpêkirina mafan e ku mafê wî yê jiyanê tehdît dike û dikare bibe sedema encamên giran.”

Sevîl Tûrgûtê anî ziman ku rewşa tenduristiyê ya Bekîk ji ber kolesterola bilind çavdêriya pispor a birêkûpêk hewce dike û got: “Tevî vê yekê, gihîştina tenduristiyê li girtîgehê bi awayekî sîstematîk tê astengkirin. Prosedurên nexweşxaneyan bi navber, bêrêkûpêk û bê encam tên meşandin ku ev mafê tenduristiyê yê girtiyekî nexweş ji holê radike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nasnameyên şehîdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin eşkerekirin
Nûçeya Pişt re Li Stenbolê jinek hat kuştin.
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kobanê ji bo 2 şervanên QSD’ê merasîm hat lidarxistin

Li bajarê Kobanê ya Kantona Firatê ji bo 2 şervanên QSD’ê merasîmeke bi heybet hat…

Ji aliyê Stêrk TV

Komek ji ciwanan li dijî dagirkerî û xiyanetê tevlî nava refên gerîla bû

Ciwanan ragihandin ku ew li ser esasê banga PKK’ê beşdarî nava refên gerîla bûne.

Ji aliyê Stêrk TV

Yê ku agir berda Mawayê artêşa Tirk e, vaye wêneyê wê!

Bi wêneyên nû eşkere bû ku şewata li herêma Çiyayê Mawa ya navçeya Heskîf a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar be

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Çetîn Arkaş: Divê Rêber Apo demildest azad bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyê Şehîd Zozan hate veşartin, Diyar Xerîb hate bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Mêrsînê bi hezaran kes li mitîngê li hev civiya: Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?