Duşem, 23 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 23’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû: Em ji pêvajoyê bawer dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên cotkaran em talîbê rêveberiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda li pêşiya Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 6’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa YCK-KURD Çukurovayê de banga ji bo rêxistinbûn û jiyana komînal

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi avabûna PKK’ê re gelê Kurd hebûna xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Awdananê Hazim Haşîmî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê herêma Serçûrî ya Merîwanê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê mêr li dijî tundiya li jinê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG û YJA Starê salvegera damezrandinê ya 48’an a PKK’ê nirxandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara kesên li Awdananê hatin binçavkirin, gihîşt 12’an

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nêrgîz Mihemedî banga parastina jinan li dijî gefên sîber kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd: Em ê di civakîbûna aştiyê de bibin xwedî gotin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga jinan a ji bo 25’ê Mijdarê: Piştevanî dide jiyîn, têkoşîn azad dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hesekê, Til Temir û Dirbêsiyê çalakiyên 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jin têkoşîna hebûnê didin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçberî, xizanî û tundî: Şerê bêdawî yê li dijî jinan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Şukran Demir: Li dijî şer û tundiyê gotinek me heye!
Jin

Şukran Demir: Li dijî şer û tundiyê gotinek me heye!

Seroka Komeleya Dema Jinê Şukran Demir diyar kir ku wê li dijî tundiya mêr û dewletê têkoşînê mezin bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê îsal di demeke welê de tê pêşwazîkirin ku êrişên li ser destketiyên jinan zêde bûne. Her roj herî kêm 6 jin bi tundiya mêr têne kuştin û polîtîkaya cezakirinê li Tirkiyeyê tê meşandin. Seroka Desteya Rêveberiya Komeleya Dema Jinê Şukran Demir li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û got, “Em ê li gel hev bin û hîn bi xurtî xwe bi rêxistin bikin.”

Şukran Demir anî ziman ku ew 25’ê Mijdarê îsal di nava atmosfereke tundiyê ya piralî de pêşwazî dikin û anî ziman ku bidestxistina mafên siyasî, civakî û aborî yên jinan li aliyekî, jin êdî ji bo karibin sax bimînin neçar dimînin ku têbikoşin. 

Şukran Demir got, “Ji bo jinan tevahiya qadên jiyanê hatine tengkirin û girtin. Li gel van zor û zehmetiyan, jin li tundiyeke psîkolojîk û fîzîkî ya giran rast tên. Kuştina jinan her sal zêde dibe, lê belê polîtîkayên ku pêşî li vê yekê bigire nakevin meriyetê.”

Di dewama axaftina xwe de anî ziman ku bi pêşketina teknolojiyê û bicihbÛna wê li nava jiyana mirovan re şêweyê tundiyê jî guherî û girantir bûye û got, “Teknolojî ji bo şopandina bi israr, tacîza bi rêya hesabên medya dîjîtal û şêweyên nû yên tundiya li hemberî jinê bû zemînek. Bi rêya teknolojiyê tundî tê kirin.”

Şukran Demir destnîşan kir ku li gel êriş û tundiyê jî jin li gorî berê hîn bi zanebûn tevdigerin û bi hev re têkiliyê datînin, torên piştevaniyê mezin dikin.

Li ser vê bingehê işaret bi xeta têkoşînê ya jinan a li hemberî şer kir û bi bîr xist ku saziyên jinan herî dawî li hev civiyan û Komîsyona Şopandin û Kontolê ya Aştiyê ya Jinan ava kirin.

Şukran Demir anî ziman ku deklarasyona damezrandinê ya komîsyonê li Komeleya Dema Jinê hate eşkerekirin û diyar kir ku tundiya li jinê û polîtîkayên şer ji hev cuda nikare bêne nirxandin.

Di vê çarçoveyê de bal kişand ser bandora hilweşîner a polîtîkayên şer ên li ser jiyan jinan û bi bîr xist ku bi taybetî jinên di salên 1990’î û 2015-2016’an de ji Kurdistanê bi zorê hatin koçberkirin û hatin Stenbolê li xizanî û cihêkariyê rast hatin.

Seroka Komeleya Dema Jinê diyar kir ku jinên koç kirin di tevlîbûna li jiyana bajêr de zor û zehmetî kişandin, her wiha li kêmaiya mekanîzmayên saziyî yên ku piştgiriyê bidin rast hatin û got, “Dema ku me kar kir herî zêde di vê mijarê de me zehmetî kişand. Nebûna mekanîzmayên saziyî yên ku travmayên jinan ên koçberbûyî ji holê rakin û pirsgirêkên li Stenbolê lê rast tên ji holê rakin, gelekî zehmetî da me. Em dibînin bê şer bandoreke çawa li jiyana jinan û qadên wan ên jiyanê dike. Weke ku di mînakên Gulistan Doku, Rojîn Kabaiş, Ipek Er, Ayşe Tokyaz de hate dîtin, jin timî bi polîtîkayên şer têne tinekirin, kuştin jî bi giranî di bin navê ‘mirina bi guman’ de tê nixumandin. Jin îro li dijî şerê topyekûn, li dijî polîtîkayên şerê taybet ên wan dikuje, hewl didin gavên şênber biavêjin. Ji ber ku niha Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk heye ku dewam dike. Em gelekî nîqaş dikin bê ev pêvajo wê ber bi ku ve biçe, ji ber ku rewşeke nediyar heye. Lê belê ji bo jinan rastiyek zelal heye; ew jî têkoşîna ji bo aştiyê ye. Ji bo avakirina aştiyê, ji bo bidawîbûna hilweşîna ji ber şer, ji bo misogerkirina mafên mirovan, ji bo avakirina jiyaneke bi rûmet em dixwazin gav werin avêtin. Lewma Komîsyona Şopandin û Kontrolê ya Aştiyê ya Jinan a ji jinên ji nasnameyên cuda û ji bajarên cuda di nav de ne, gaveke girîng e. Weke jin sedema avakirina vê komîsyonê ew e ku em bi têrkerî tevlî pêvajoyê nehatine kirin. Jin bi giranî di pêvajoyên civakî û siyasî de di asta duyemîn de têne hiştin, gelek caran jî li derve têne hiştin. Jin li ber vê nêzîkatiyê radibin. Îro li nava civakê rewşeke cidî ya şikestinê, belavbûnê û fêhmnekirina hev heye.”

Şukran Demir destnîşan kir ku ji ber vê yekê gava komîsyonê ya ji aliyê jinan ve hatiye avêtin ji bo civakîkirina aştiyê ya li hemberî şer gelekî girîng e û got, “Li hemberî şer û tundiyê gotina me heye ku em ê bibêjin. Em ê li gel hev hîn bêhtir xwe bi rêxistin bikin û gotina xwe bi xurtî bilêv bikin. Baweriya me ya bi vê yekê bêdawî ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bi avabûna PKK’ê re gelê Kurd hebûna xwe nas kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Efrînê kesek din jî hat revandin

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê kesekî din revand û li navçeya Mabata bi sedan…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîd Rustem Cûdî li Dirbêsiyê hate bîranîn

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Cizîrê di salvegera 15'emîn de Şehîd Rustem Cûdî li Dirbêsiyê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Muslim: Kobanê lîstikên dijmin hemû raxist pêş çavan

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim got, "Kobanê hemû lîstikên dijmin raxist pêş çavan. Li Bakur 'Plana…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Zeynep Oduncu: Di avakirina aştiyê de divê gotin û îradeya jinê hebe

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Nêrgîz Mihemedî banga parastina jinan li dijî gefên sîber kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinên Kurd: Em ê di civakîbûna aştiyê de bibin xwedî gotin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Banga jinan a ji bo 25’ê Mijdarê: Piştevanî dide jiyîn, têkoşîn azad dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?