Ji ber ku gavên divê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bêne avêtin ji aliyê desthilatdariya siyasî ve tê derengkirin, ev mijar bû mijara nîqaşê. Ji destpêka pêvajoyê û vir ve siyaseta Kurd û tevgera Kurd destnîşan dike ku statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bicihanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser mafê hêviyê ji mercên muzakereyê ne ku nebe nabe. Lê belê di Qanûna Çarçoveyê de hate ragihandin ku kesên beriya 2005’an ceza li wan hatiye birîn wê nikaribe sûdê jê werbigirin û Serşêwirmendê Serokkomar Mehmet Ûçûm têkildarî statuya Ocalan got, wê statuya hikumxwariyê neguhere û dema înfazaê jî neyê betalkirin. Ev yek bû sedema rageşiyê. Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez ku di mijara Mafê Hêviyê de hefteya derbasbûyî serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) da, li ser mijarê ji ANF’ê re axivî. Bîlmez diyar kir ku Mafê Hêviyê qenciyek nîne, lê belê mafekî hiqûqî ye ku Tirkiye berpirsyar e ku bi cih bîne.
‘NABE KU MAFÊ HÊVIYÊ BI PÊVAJOYÊ VE BÊ GIRÊDAN!’
Bîlmez bi bîr xist ku mafên muwekîlê wan Abdullah Ocalan hene ku hem hiqûqa Tirkiyeyê hem jî hiqûqa navneteweyî nas dike, lê belê ev maf jê re nayê dayin. Bîlmez anî ziman ku ji van mafan a herî girîng biryara Hêviyêye ku DMME’yê sala 2014’an biryar li ser da û got, “Di vê biryarê de bi şênberî tê gotin, ‘Hûn nikarin mirovekî heta mirinê ceza bikin. Hûn nikarin mirovekî bêyî hêviya derketina derve li nava çar dîwaran bihêlin, ev yek binpêkirina xala sêyemîn a vê peymanê ye, yanî ev yek êşkence ye’. Lewma ev tê wê wateyê ku ji roja ev biryar hatiye dayin û vir ve Birêz Ocalan û her kesên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatye birîn di nava mercên êşkenceyê de ne. Bêguman divê ev pêvajo dewam bike û bigihêje encamê, pêvajoyeke gelekî girîng e. Dawiya dawî pêwîstiya gelên Tirkiyeyê bi aştî û çareseriyê heye. Muwekîlê me Birêz Ocalan jî di vê pêvajoyê de bi roleke girîng radibe. Lê belê rast nîne ku biryara Mafê Hêviyê ya ku têkildarî Birêz Ocalan hatiye dayin bi pêvajoyê ve bê girêdan. Ji ber ku Mafê Hêviyê mafekî hiqûqî ye, qencî nîne. Ev yek ne tenê mafekî hiqûqî ye ku bi muwekîlê me Birêz Ocalan bê sînordarkirin, ev maf hemû hikumxwarên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî eleqedar dike.”
Îbrahîm Bîlmez ragihand ku ji bo bicihanîna biryara Mafê Hêviyê ya DMME’yê wan gelek caran serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan û got, “Lê belê ji sala 2014’an û vir ve Tirkiye pêwîstiya biryara Mafê Hêviyê ya DMME’yê bi cih nîne. KWKE’yê timî mijûl dike. Diviyabû normal Tirkiyeyê planeke çalakiyê ji Konseya Ewropayê re amade bikira ku tê de bigota, ez ê li ser Mafê Hêviyê filan guhertinê bikim, filan sererastkirinê bikim. Lê belê Tirkiye 12 sal in Mafê Hêviyê bi cih nîne, di planên çalakiyê de yên heta niha pêşkêş kiriye jî timî mijarê derbas dike, mijûlkariyê dike.”
‘DIVÊ KOMÎTEYA WEZÎRAN A KONSEYA EWROPAYÊ JÎ BI RENGEKÎ POLÎTÎK NÊZÎ MAFÊ HÊVIYÊ NEBE’
Bîlmez destnîşan kir ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî divê bi rengekî polîtîk nêzî Mafê Hêviyê nebe û anî ziman ku Mafê Hêviyê beriya her tiştî meseleyeke ku eleqeya xwe bi mafên mirovan heye. Bîlmez bi bîr xist ku Mafê Hêviyê ne tenê muwekîlê wan Ocalan her wiha bi hezaran mirovî eleqedar dike û got, “Hefteya derbasbûyî me serlêdana 9/1 li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir û rexneyên xwe bi rengekî eşkere ragihand. Em di wê baweriyê de ne ku divê kommîte nêzîkatiyeke siyasî nîşan nede, wezîfeya ku peyman dide wê bi cih bîne. Divê ji vî alî ve zext li Tirkiyeyê bê kirin. Ji sala 2014’an û vir ve me gelek caran serlêdana 9/1 kir û Tirkiyeyê mesele timî mijûl kir, yan jî em dibînin ku bi meseleya Kurd ve girê dide. Me timî ji Komîteya Wezîran re got ku ev yek şaş e.”
Îbrahîm Bîlmez ragihand ku muwekîlê wan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn jî li Girtîgeha bi Ewlekariay Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di nava mercên tecrîdê de tê ragirtin û bi bîr xist ku li gel hebûna pêvajoyê jî weke parêzer di nava du salan de tenê sê caran karibûn bi Ocalan re hevdîtinê bikin.
‘DIVÊ BIRÊZ OCALAN AZAD BIBE’
Bîlmez bi bîr xist ku meseleya Kurd tevahiya Rojhilata Navîn eleqedar dike, ne tenê Tirkiyeyê û got, “Îradeyeke weke Birêz Ocalan heye ku dikare meseleyê çareser bike. Birêz Ocalan bi salan e li nava wan mercên tecrîdê de hewl dide meseleyê çareser bike. Armanceke xwe ya din nîne. Ez bi xwe weke parêzerekî, ji ber ku min bi çavên we dît dikarim vê bibêjim. Lewma ji bo amadekirina bingeha çareseriya vê pirsgirêka zehmet divê merc bêne afirandin. Divê Birêz Ocalan azad bibe. Lewma jî divê daxuyaniyên ku xizmetê ji çareseriya pirsgirêkê re nakin neyê dayin. Pêwîste daxuyaniyên hîn aqilane, xwînsar û li gorî hesasiyeta pêvajoyê bêne dayin. Ji ber vê jî weke parêzerekî li şûna gotinên Mehmet Ûçûm ez ê bala xwe bidim zilamên hikumetê. Beriya her tiştî divê Qanûna Çarçoveyê bikeve meriyetê û mercên Birêz Ocalan tavilê bêne başkirin. Divê mercên welê jê re bêne afirandin ku karibe li gorî vê pêvajoyê tevbigere û bêguman a herî girîng jî divê azad bibe.”

