Rejîma Îranê bi girtin û cezakirinê zextên xwe yên li ser mûxalîfên ku beşdarî xwepêşandanên Şoreşa “Jin Jiyan Azadî” bûne berdewam dike.
Kamran Sultanî yê ku di dema xwepêşandanên “Jin Jiyan Azadî” de li bajarê Bokanê hatibû girtin, bi îdiaya “ji bo li dijî ewlekariya neteweyî sûc bikin kom bûne û hevkarî kirine” 5 sal ceza lê hat birîn.
Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) Sultanî piştî hat binçavkirin wî birin navenda binçavkirinê ya Wezareta Îstîxbaratê û li wir 3 meh û nîvan rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî hat. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Sultanî birine Girtîgeha Bokanê.
Her wiha ji bo Muhsîn Îslamxah, Mihemed Ferecî û Raûf Şêx Marûfî yên ku bi Sultanî re dihatin darizandin jî bi îdiayên “dijminatiya li hemberî Xwedê” û “li ser rûyê erdê belavkirina fesadiyê” cezayê darvekirinê hatibû birîn.
Li bajarê Kamyaran ê eyaleta Kurdistanê jî Mîlad Îbrahîmî yê 31 salî di xwepêşandanên Çileya 2026’an de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû gulebarankirin û birîndarkirin. Ji bo Îbrahîmî bi îdiaya “rûxandina nîzama giştî” salek ceza û her wiha 4 milyar riyal cezayê pereyan hat birîn.

