CEO’yê Nvidia Jensen Huang, got ku polîtîkayên sînordarkirinê yên DYE’yê di sektorên hişe çêkirî û çîpan de avantajek mezin didin Çînê.
Tu dikarî bi maîla xwe bibî abone, em ê ji te re nûçeyên lêzgin bişînin.
Hate ragihandin ku li Nepalê bi taybet jî li paytext Katmandûyê ji ber lehî û hezazan herî kêm 192 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Komîseriya Bilind a Penaberan a NY (UNHCR) ragihand ku ji ber êrîşên Îsraîlê ya Lubnanê nêzikî 100 hezar kes reviyane Sûriyeyê.
HPG'ê diyar kir ku hêzên gerîla li herêma Zapê droneyeke dewleta Tirk a dagirker û kamerayeke mobesse îmha kirin.
Girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan ku 17 sal in li Îranê girtî ye, lê hate qedexekirin ku malbata xwe bibîne.
Li eyaleta Sistan-Belûcistanê ya Îranê di êrîşên çekdarî de 3 endamên hêzên ewlekariyê hatin kuştin.
Îsraîlê serê sibehê careke din bombe li Beyrûdê barand. Di êrîşa doh nîvê şevê de sê endamên Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstînê (ERGF) hatin kuştin. Di êrîşeke din de jî…
Li rojhilat û başûrrojhilatê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji ber bahoza Helenê herî kêm 93 kes mirin. Li deh eyaletan bi milyonan Emerîkî bê elektrîk man.
KNK'ê diyar kir ku hilbijartinên Başûrê Kurdistanê di pêvajoyeke gelekî krîtîk de pêk tê û bang kir ku hilbijartin bi rengekî zelal bê meşandin. Her wiha ji gel jî xwest…
Her şehadeteke li çiyayên Kurdistanê windahiyek nîne. Yên ku zanin, yên çûne û li pey xwe hiştine destketiya herî mezin e, Agir Erdexan timî bi vî rengî bi bîr anîn.
Dêrazor ku ji DAÎŞ'ê heta bi çeteyên dewleta Tirk, ji rejîma Baasê heta bi çeteyên Îranê di hedefa gelek koman de ye, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve tê ewlekirin.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê ragihand ku şervanên QSD’ê Ciwan Qasimiyê û Dozvan Kobanê di 25’ê Îlonê de li Minbicê şehîd bûne û soza tolhildanê da.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên kantona Efrîn û Şehbayê meşeke girseyî ji bo banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, li dar xistin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di hevdîtina “Nan û Edalet” ya li Stenbolê de axivî û diyar kir ku heta rakirina pergala bêedalet wê têkoşîna wan bidome.
Hate ragihandin ku di lêpirsîna êrîşa li dijî avahiya DEM Partiyê ya navçeya Sultangaziyê de 2 kes hatin binçavkirin û lêgerîna kesekî jî didome.

Têkevin hesabê xwe