Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ku ji bo pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, berdana girtiyan û avêtina gavên şênber di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji 24 bajaran bi rê ketin, gihîştin Enqereyê.
Dayik li Navenda Giştî ya DEM Partiyê ya li Balgatê gihîştin hev.
Dayikên Aştiyê ji bo daxwazên xwe bidin bihîstin wê li Parka Meclîsê daxuyaniyê bidin, piştre jî li Parka Kûrtûlûşê nobeda kon bidin destpêkirin.

