Duşem, 2 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Heta ku Rêbertiya me azad nebe, aştî nabe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCÊ-E’yê piştgiriya ji bo entegrasyonê û banga naskirina mafên Êzidiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê gihîştin Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîba Keskîn: Nabe ku aştî ji zihniyeta mêr re were hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di hejmara meha Mijdarê ya Komînal de belgeya entegrasyonê ya Rêber Apo hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Li Herêma Kurdistanê kuştina rojnamevanan bi rengekî serbixwe nayê lêpirsîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şînoyê 3 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê gorek hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê banga naskirina Statuya Taybet a Şengalê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Em ê civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Odabaş: Bi bilindkirina dengê jinan em dikarin tevkariyê li aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan bi dawî bû: ‘Em ê bi hev re aştiyê ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sineyê doz li 2 jinên aktîvîst hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Ya ku berxwedana Kobanê kir destaneke bêhempa yekîtiya gelê me bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê zarokeke 15 salî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê turnuvaya santrancê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Mijdarê ya Kovara Pêşeng Derket: Bi 5 zimanan dê were weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bû xwedî jiyaneke wêrek û bi wate
Kurdistan

Bû xwedî jiyaneke wêrek û bi wate

Şehîd Havîn Gabar ku xwedî jiyaneke durust, wêrek û bi wate bû, ji bo hêjayî keda Rêber Apo û hevrêyên xwe yên şehîd be, bi daxwazî û biryardariyeke mezin heta nefesa xwe ya dawî têkoşiya.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Adar 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Ciwanên leheng ên Kurdistanê bi îrade û wêrekiyeke mezin li dijî teknolojiya sedsala 21’an li ber xwe didin. Yek ji van berxwedêran keça Botana serhildêr Canan Oral (Havîn Gabar) e.

Canan Oral a li Aydinê ji malbateke welatparêz a bi eslê xwe ji Şirnex, bajarê berxwedêr ê Botanê hatiye dinê, ji ber hişmendiya kûr a welatparêziya malbatê û zindîkirina çanda qedîm a Botanê, tu carî ji nasname û cewhera xwe dûr neket. Oral Tirkbûna li ser gelê Kurd qebûl nake, hezkirin û hesreta welatê xwe di dilê xwe de her dem zindî dihêle. Canan Oral a ku welatê wê di bin dagirkeriyê de ye û zilma li gel tê kirin qebûl nake, li hemberî dijmin hêrsa wê mezin bû û ev hêrsa xwe bi tevlîbûna çalakiyên ciwanên şoreşger nîşan dide. Canan Oral a bi taybetî di sala 2015’an de li Şirnex û bajarên din ên Kurdistanê bû şahidê hovîtiya dewleta Tirk, piştî şehadeta Hacî Lokman Bîrlîk di heman salê de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Gerîlaya YJA Starê Havîn a ku demekê li herêma Besta beşdarî xebatan bû, piştre derbasî herêma Heftenînê bû û yekemîn perwerdeya xwe ya gerîlatiyê dît. Havîn Gabar a ku bi perwerdehiya xwe yekser xwe bi jiyana çiyayî û gerîlatiyê adapte kir, bi gavên bi sebir û ji xwe bawer ji bo ku xwe bigihîne nasnameya jina azad dixebite. Gerîla Havîn ku ji bo layiqî ked û fedakariya hevrêyên xwe yên şehîd bi biryar û biryardariyeke mezin têdikoşe, her karê ku dikeve ser milê xwe bi zîrektî û jêhatîbûna xwe bi cih tîne. Gerîlaya pispor a YJA Starê Havîn Gabar bi perwerdeya bîrdozî û leşkerî ku dîtiye, xeta fedayî ya şehîd Zîlan, Bêrîtan, Delal Amed, Rojbîn û Sara Goyî dişopîne.

Havîn ji bo li dijî artêşa Tirk a dagirker şer bike çû herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, beşdarî gelek çalakiyan bû û derbên giran li dijmin xist. Havîn a ku hişmendiya Rêber Apo esas digire û felsefeya wî di her şert û mercî de bi cih tîne, di xeta fedaî ya Sara, Rûken, Zîlan û Doga de li dijî hovên Osmaniyan tevdigere. Bi tevlêbûna xwe ya bêdudilî û bêhesab ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Di 4’ê Kanûna 2023’an de di encama êrîşên dewleta Tirk de tevî hevrêyê xwe Delîl Tolhildan şehîd bû. Gerîla Havîn Gabar a xwedî heqîqet, wêrekî û jiyaneke watedear e, weke milîtaneke bêhempa ya xeta PKK û PAJK’ê navê xwe di dîroka berxwedana Kurdistanê de nivîsand.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bi biryarên nû re wê li Başûrê Kurdistanê çi biguhere?
Nûçeya Pişt re Cenazeyê şehîd Sadûn Mîrza Elî bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çîn, Kanada û Meksîka, wê bersiva şerê bazirganiyê yê Trump bidin!

Çîn, Kanada û Meksîkayê ragihandin ku wê bersiva baca gumrukê ya DYE’yê bidin.

Ji aliyê Stêrk TV

Taksîm dorpêçkirî ye: Gelek rê hatin girtin

Taksîm ji ber 1'ê Gulanê Cejna Karkeran ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin û gelek…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şervana YPJ’ê şehîd Agirî Zagros bi merasîmkê hat veşartin

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê cenazeyê şervana Yekîneya Parastina Jin (YPJ) Agirî Zagros (Zeyneb Eto)…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Li Herêma Kurdistanê kuştina rojnamevanan bi rengekî serbixwe nayê lêpirsîn’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şînoyê 3 Kurd hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şengalê gorek hate dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Meclîsa Gel a Şengalê banga naskirina Statuya Taybet a Şengalê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?