Çarşem, 16 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Di 6 mehên destpêkê de li Kurdistanê 1804 caran mafên mirovan hatin binpêkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Jîna Emînî: Edalet wê rojekê pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hana: Dosya Jîna Emînî heta pêkhatina edaletê wê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê Îran darvekirinan rawestîne, dest ji êrişên li ser herêmên Kurdan berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê 8 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Erdîşê daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê: Aştî bi wekheviyê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK, YRK û HPJ’ê serdana şehîdgehê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhilatê Kurdistanê di greva giştî de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrettîn Demîrtaş: Yên ku zêdegaviyê di rexneyan de dikin nafikirin, teqlîdê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana gora Jîna Emînî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwiyek li ser rêya azadiyê…

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Bi hêza xweparastinê wê şoreşa Jin, Jiyan, Azadî bi ser bikeve’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê banga tevlîbûna greva giştî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara taybet a kovara ‘Jinên Rojhilat’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAKB’ê: ‘Jin Jiyan Azadî henaseya têkoşîna azadiya jinan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tahliyeya girtiya 33 salan Hîcran Bînîcî salekê din jî hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raportora NY’ê ya ji bo Îranê: Israra azadiyê ya jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî: ‘Rêxistinbûna me, azadiya me ye’
Jin

Çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî: ‘Rêxistinbûna me, azadiya me ye’

Jinên ku di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de li Agirî û Şirnexê daketin qadan, diyarkirin ku ew ê têkoşîna xwe rêxistinkirî li dijî qetilkirinên jinan û polîtîkayên zextê, mezin bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Îlon 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Di salvegera 4’an a qetilkirina Jîna Emînî de ku li Tehranê hatibû kuştin, jin li gelek bajaran daketin qadan. Jinan destnîşan kirin ku ew ê ji bo jiyan û azadiya xwe têkoşînê bidomînin.

AGIRÎ

Li Agiriyê, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Kolana Cumhuriyetê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Rêxistinên civakî û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Em ê bibin serhildana Jînayê, em ê darvekirinê rawestînin” hat hilgiritn û metna daxuyaniyê ji aliyê Berdevka TJA’ya Agiriyê Dîlan Başboga ve hat xwendin.

Dîlan Başbogayê diyar kir ku ew ê li dijî qetlîamên jinan bi rêxistinkirinê têkoşînê mezin bikin û got: “Rêya yekane ya çareseriyê ya li dijî politîkayên şer ên ku li herêmê tên geşkirin û qetlîamên sîstematîk ên jinan ku ji aliyê rejîmê ve tên kirin, têkoşîna rêxistinbûyî û demokratîkbûna radîkal e ku bi pêşengiya jinan pêş dikeve. Wek TJA em careke din diqîrin: Em ê ne bîlançoya qetlîamên jinan, diyardeya azadî û rêxistinbûna jinan li vê erdnîgariyê serwer bikin.”

Daxuyaniya çapemeniyê bi diruşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

ŞIRNEX

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê di çalakiya ku ji aliyê TJA’yê ve hat lidarxistin de pankarta “Jîna Emînî nemir e, li hember qirkirina jinê têkoşînê mezintir bike, jin jiyan azadî” hat hilgiritn. Di çalakiyê de dovîzên “Ji qirkirina jinê re bêdeng nemîne”, “Rêxistinbûna me azadiya me ye” û “Min porê xwe hûnand, ez derbasî berxwedanê dibim” hatin hilgirtin. Her wiha posterekî mezin ê Jîna Emînî jî hat hilgirtin. 

Metna hevpar ji aliyê aktîvîsta TJA’yê Nafiye Geçgel ve hat xwendin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan ku di daxuyaniyê de axivî û ev tişt got: “Di wê demê de diruşma ‘jin jiyan azadî’ li her derê belav bû û ev mîras heta îro berdewam dike. Ji vir em silavan li hemû kesên ku li Rojhilat di grevê de ne dikin. Di heman demê de em silavan li hemû girtiyên siyasî yên ku di girtîgehan de di greva birçîbûnê de ne dikin. Em ji vir careke din diyar dikin ku em xwedî li berxwedana wan derdikevin. ‘Jin jiyan azadî’ ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo hemû jinên cîhanê bû hişmendî, dirûşm û felsefe. Ev dirûşm felsefeya me ye.”

Daxuyanî bi diruşma “jin, jiyan, azadî” û çepikan bi dawî bû.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Rojava çalakiyên ji bo perwerdeya Kurdî dewam dikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Rêber Apo rê li ber heqîqetê vekir’

Endama Tevna Zêrîn Adar Gabar 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd li tevahî mirovahiyê pîroz…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya DEM Partî-DBP’ê bi rayedarên PYD’ê re hevdîtin kir

Şandeya DEM Partî û DBP’ê ya çûyî Rojava, bi rayedarên PYD’ê re hevdîtin kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Malper û hesabên medyaya dijîtal ên MA û JinNewsê hatin astengkirin

Teknolojiyên Agahiyê û Ragihandinê (BTK) careke din malper û hesabên medyaya dijîtal ên Ajansa Mezopotamyayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dayika Jîna Emînî: Edalet wê rojekê pêk were

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Şehîdên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hana: Dosya Jîna Emînî heta pêkhatina edaletê wê dewam bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xwendekaran daxwaza mafê perwerdeya bi Kurdî kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?