Sêşem, 29 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Armanca esasî avakirina civaka demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Şaredariya Yahşîhanê de 15 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Demokratîkbûn nebe pêvajo bi ser nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji komedyen Denîz Goktaş re cezayê girtîgehê û biryara tehliyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 177’emîn a komkujiya Roboskiyê de careke din banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Statuya Kurdan, şertê bingehîn a pêşeroja demokratîk a Îranê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li wargeha Mexmûrê rêze semînerên li ser ‘Malbat û zarokan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo koçberên Şengalê pêngaveke nû ya vegerê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Krîza aboriyê û rizandina civakî pirsgirêkên civakî girantir dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Derfetên sporê bi destê astengdarên dîtinê nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Çalakiyên şermezarkirinê didomin: Parastina Rojava erka her kesî ye
Rojane

Çalakiyên şermezarkirinê didomin: Parastina Rojava erka her kesî ye

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên SMO yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û banga parastina Rojava hate kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Bertekên li hemberî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên SMO yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber AZC Plaza ya li semta Ofîsê daxuyanî da.

Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Şaxa Hejmar 1 a Amedê Salîha Zorlû diyar kir ku tu feydeya şer ji bo gelan nîne, şer çareseriyê nayne.

Berdevkê Demê yê Platforma KESK’ê Farûk Ercan daxuyanî da û wiha got: “Îsraîl û DYE bi eşkereyî piştgiriyê dide komên cîhadîst ên li Rojhilata Navîn, desthilata AKP’ê ya ku bi mehan e li hemberî gefên Îsraîlê bang li raya giştî ya Tirkiyeyê dike û bi komên cîhadîst ên ku di lîsteya terorê ya NY’ê de ye weke ‘hêzên muxalîf’ bi nav kir. Li şûna ku li Sûriyeyê aştiyê pêk bîne, hewl dide bi rêya SMO’yê mudaxeleyî herêmê bike û ev jî xitimandina îro li Sûriyeyê kûrtir dike. Em bang li wan dikin ku li şûna bi komên selefî re bingehekê ava dikin, polîtîkayên ku daxwazên demokratîk ên gelên li Sûriyeyê li ber çavan digirin bişopînin.”

ÎZMÎR

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber avahiya DEM Partî ya bajêr daxuyanî da.

Rêvebera DEM Partiyê ya Îzmîrê Aysel Onen diyar kir ku bi êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê pêşeroja gelê Kurd, pêşeroja gelê Sûriyeyê jî hedef digirin û got, “Modela jiyana nû ya ku li Rojava hatiye avakirin, yekane rêya çareseriya krîzên Rojhilata Navîn e. Weke DEM partiyê em ê bi awayekî herî xurt parastina Rojava bikin û li dijî polîtîkayên şer û qirkirinê rawestin. Bi vê armancê em bang li hemû hêzên demokratîk û raya giştî ya navneteweyî dikin ku li hemberî êrîşên li ser Rojava bê deng nemînin û li dijî şer dengê xwe bilind bikin.”

MÛŞ

Bi pêşengiya DBP, DEM Partî û TJA’yê êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Mûşê hate şermezarkirin. Rêxistinên DEM Partî yên Bedlîs û navçeya Tetwanê û rêxistinên navçeyên Mûşê beşdarî çalakiya li ber avahiya DEM Partiyê hate lidarxistin, bûn. 

Hevserokê DEM Partiyê yê Mûşê Yafes Dînar diyar kir ku dewleta Tirk û bermahiyên çeteyên DAÎŞ’ê yên ku piştgiriya wan dike êrîşî destkeftiyên gelê Kurd dikin.

Li ser navê TJA’yê Hatîce Şeker daxuyanî xwend. Hatîce Şeker wiha got: “Ev şer çareseriyê ji holê radike. Nayê qebûlkirin ku di pêvajoyeke wiha de Rojava bibe hedef. Em baş dizanin ku êrîşî modela jiyana demokratîk û şoreşa jinê dikin. Bi êrîşên li dijî Rojava ne tenê pêşeroja gelê Kurd, pêşeroja gelê Sûriyeyê ye jî hedef digirin.”

ENQERE

Rêxistinên demokratîk ên Enqereyê li ber avahiya DEM Partiyê ya Enqereyê daxuyanî dan. Hevseroka DEM Partiyê ya Enqereyê Tatligul Gul daxuyanî xwend. Tatligul Gul diyar kir ku helbet wê rojekê hesabê tiştên ku di dema qedexeya derketina kolanan de qewimîne bê pirsîn. 

Tatligûl Gul bal kişand ser şerê li Sûriyeyê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got, “Îro ji her demê bêhtir pêwîstî bi diyaloga li ser bingeheke demokratîk û polîtîkayên çareseriyê ji bo Rojava û Sûriyeyê heye. Lê di demeke wiha de êrîşên li dijî Rojava berdewam dikin. Bi taybetî ku ji 27’ê Mijdarê ve Rojava hedef tê girtin û ev jî aloziya Sûriyeyê kûrtir dike.”

Tatligul Gul bang li hemû hêzên demokratîk û raya giştî ya navneteweyî kir ku ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dengê xwe bilind bikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çeteyên Tirk li Minbicê sivîlek qetil kir
Nûçeya Pişt re Bi dewleta Tirk re agirbest pêk nehat
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Civîna komîsyonê: Aştî cîbicîkirina edaletê ye

Komîsyona ku li Meclîsê hate avakirin, di civîna 5’emîn de Dayikên Şemiyê guhdar kir. Dayikên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amêdiyeyê dîmenê sewqiyata bi helîkopterê

Dewleta Tirk di hefteyên dawî de sewqiyateke zêde li Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Dîmenê helîkoptera…

Ji aliyê Stêrk TV

Mehmet Turkmen xistin şaneyê

Hate hînbûn ku Serokê Giştî yê BİRTEK-SEN’ê Mehmet Turkmen, ji ber ku şert û mercên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêwar Awdanan: Statuya Kurdan, şertê bingehîn a pêşeroja demokratîk a Îranê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Amûdê 60 şehîd bi merasîmekî hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şêniyên Zirganê ji bo perwerdehiya bi zimanê Kurdî meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?