Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > Cejn
Gotar

Cejn

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Adar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin
  • Pirsa çima wisa ye û çawa dikarin derbas bibin, dibe ku herî zede di van rojên cejnê de ji hev bê pirsîn. Bi hêviya ku cejn bi rastî jî weke cejn be, cejn pîroz be.  

Cejn şahiya ruhê mirov ê parvekirinê ye. Daneheva kedê,  her wiha dîdara kêfxweşiya danehevê ye. Ji komika piçûk heta roja me ya îro ku bi milyonan, milyaran kes bi bîr û baweriyên cuda, ji bo parvekirin, hestkirin, veguhestin û berdewamiya hest û nirxên xwe yên pîroz bi navê cejnên curbecur tên ba hev. Ev kêfxweşî û şahî, di serpêhatiya mirovahiyê de xwedî dîrokeke kur û qedîm e. Li bêndera çandiniyê, daneheva keda salê, misogerkirina berdewamiya mirovahiyê, serkeftina civakbûnê û bihêzkirina wateyê weke şahiya pîrozkirinê di nava civakan de pêş ket. Şahî wate li xwe barkir û di heman demê de wate jî bi xwe re kevneşopî, rêûresma vê şahiyê bi rêk û pêk kir. Wateya van şahiyan jiyan bû, ji bo demeke din parastina jiyanê bû. Bi hemû endamên xwe yên civakê serxistina jiyanê hêjayî pîrozkirinê bû. Bi awayê herî adilane parvekirina danehevê bû jî di heman demê de. Spasdarî û rêza herî bi nirx a ji bo xwezayê bû. 

Li gorî vê her civakek bi rengê taybetmendiyên xwe yên ku tê de jiyan dike, reng û dengê didara cejna xwe da çêkirinê. Parvekirina li gorî bereketa heyî destûra bingehîn ya vê yekê bû. Dexl û dan, nêçîrî, masîvanî bi xwe re teşe didan civakan û civakan jî li gorî van cejnên xwe, wate li xwe bar dikirin. Ev diyardeya qedîm, di serpêhatiya mirovahiyê de bi guhertin û veguhertinan, zêdekirin û kêmkirina wateya li xwe barkiriye heta roja me ya îro hat. Rengê xwe guhert lê berdewamiya xwe ji dest neda. Ev yek di gelek cejn û merasîmên netewî, olî û çandî de xwe nişan dide.  

Îro jî li gorî ola Îslamê cejne. Ev cejn li ser esasê ol û baweriyê ye. Wateya xwe ji baweriyê digre. Lê rîşeyên xwe ji wê wateya herî kevnar a mirovahiyê digre. Di hest û baweriyê de ji milyar zêdetir kesên li ser rûyê erdê tîne ba hev. Bi rastî li tevahî dinê, li derdora hest û hizrekê danehava ewqas mirovan heqîqeta baweriyê lê di heman demê de bihêzbûna heqîqeta hîmên avakarê civakê jî nişan dide. Ev cejne ku bi qasî mehekê mirov bedena xwe jê re amade kir, ev cejne ku mirov bi hemû rêûresmên xwe, xwe nêzî xwedayê xwe kir, selametê ji xwe û ji cîhanê re kir, ev cejne ku divê yên ji hev xeyîdî bên cem hev û li hev biborin, ev cejne ku divê ne hilweşandin lê avakarî bê hilbijardin. Ji ber ku cejna ola Îslamê ye ku wateya navê wê bi xwe Aşitî ye. 

Lê mixabin di nav van kêliyên cejna ola aşitiyê de jî, herî zêde li ser erdnîgariya ku ola Îslamê pêk hatiye şer, qirkirin, kuştin û talan xwe nîşan dide. Rojane bi kuştin û şerên dijwar re rûbirû dimînin. Weke çerxeke ku nikare bê şikandin di nav kuştin û qirkirinê de tên û diçin. Pirsa çima wisa ye û çawa dikarin derbas bibin, dibe ku herî zede di van rojên cejnê de ji hev bê pirsîn. Bi hêviya ku cejn bi rastî jî weke cejn be, cejn pîroz be.  

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bi wesîleya cejna Remezanê şehîd hatin bibîranîn
Nûçeya Pişt re Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana goristanan hate kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 8’Ê TEBAXA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Hunermendan bang kir: Ked, edalet, azadî û aştî

Helbestvan, nivîskar û hunermendên ku bi daxwaza aştiyê hatin ba hev, wiha gotin, “Cîhan li…

Ji aliyê Stêrk TV

Firat: Li Rojava êriş li dijî îradeya gel tê kirin; nikarin vê îradeyê bişikînin

Mehmet Kasim Firat: Dibe ku êriş zêde bibe; lê belê rastiya gelê Kurd wê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojhilata Navîn bi çi dikeve sala nû?

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Rûsya û Rêxistina Dewletên Tirkîaxêv

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Dahurandina pergalê ye -11-

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?