Yekşem, 29 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ÎHD’ê ji bo girtiyên nexweş pêşniyara çareseriyê ya 7 xalî pêşkêş kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pakistanê leşker şand Erebistana Siûdî, Husiyan gef xwar!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 14 sendîkayên ser bi DÎSK’ê li Kartalê mîtînga karkeran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Uysal Aslan: Azadiya girtiyan dikin mijara bazarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çelik: Meseleya Kurd bi gihîştina hev a herdu aliyan çareser dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Karaman: Em alîgirê aştiya mezin in

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Dayika her şoreşê jinek e, ku ronahiyê diafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û Tevgera Nifşê Nû daxuyaniyek hevpar dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    CÎK: Destkeftiyên Başûrê Kurdistanê nirxê hevpar a tevahiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û PDK komîteyeke hevpar ava dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna YNK û PDK’ê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di civîna rûspiyan de banga ‘yekîtiya neteweyî’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tulay Hatîmogullari: Em nikarin bêyî ku jin li ser maseya biryardanê bin pêş ve biçin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hingî ku jin xurt bibe desthilatdarî jê ditirse

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê rapora xwe ya têkildarî tundiyê û mirinên bi guman eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Salvegera damezrandina PKK’ê pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan li Rojhilatê Kurdistanê diyardeyeke civakî ya kûr e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Felsefeya Rêber Apo cesareteke mezin da jinan’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera Mîrza: Çîroka bawerî, hêvî û berxwedanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Xwedîderketina li destkeftiyên Başûrê Kurdistanê erka me hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saliha Ayata: Huner ji bo jinên Kurd qada herî mezin a têkoşîn û berxwedanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zurihê Festîvala Fîlmên Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Rojava îradeya li ser rêya koçberiyê
Rojava

Li Rojava îradeya li ser rêya koçberiyê

Ji Efrînê heta bi Serêkaniyê, ji Girê Spî heta bi Kobanê jinên li ser rêya koçberiyê ya zehmet, her carê jiyan jinûve ava kirin. Mal, xak û bîranînên xwe li pey xwe hiştibin jî piştevanî, hilberîn û têkoşîna rêxistinbûyî ti carî neterikandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Şerê ku Çileya 2026’an bi êrişên rejîma HTŞ’ê li Rojava destpê kir, tabloyeke giran a mirovî li pey xwe hişt. Di hefteyên destpêkê yên şer de bi sed hezaran mirov neçar man ku malên xwe biterikînin, jin zarok ji cih û warê xwe bûn. Di êrişan de ku ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê destpê kirin, zêdeyî 128 hezar mirov hatin koçberkirin. Ji sedî 89 ê ji wan jin û zarok bûn.

Beşeke girîng a malbatên koçberbûyî ew mirov bûn ku beriya wê jî ji ber şer û dagirkeriyê koçber bûbûn. Hin ji wan ji Efrînê, hinek ji Serêkaniyê, hinek jî ji Girê Spî hatibûn dûrxistin û bi salan neçar hatibûn hiştin ku li bajarên cuda û kampan bimînin. Şerê dawî ji bo gelek jinan veguherî koça duyemîn, sêyemîn, çaremîn. Li vê akê jin bi salan e li hemberî dagirkerî, koça ji neçarî, serweriya mêr û dervehiştina siyasî têdikoşin.

KOÇA BI EFRÎNÊ DESTPÊ KIR

Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê di sala 2018’an de Efrîn dagir kirin, herî kêm 300 hezar mirov koçber bûn. Jin û zarok jî di nav de 784 kes hatin qetilkirin, zêdeyî 10 hezar kes hatin revandin, aqûbeta bi hezaran kesî hîn jî nayê zanîn. Efrîn ku zeytûn, xweza û hişê xwe yê dîrokî naskirî bû, yek ji wan navendan bû ku jinan di nava jiyana civakî de destketiyên girîng bi dest xistibûn. Koça ji neçarî ya piştî dagirkeriyê destpê kir, êriş bir ser van destketiyan jî. Jinên ku neçar man ji malên xwe dûr bikevin di serî de Şehba li herêmên cuda yên Rojava bi cih bûn. Şerê nû yê di navbera salên 2025 û 2026’an de qewimîn malbatên Efrînî careke din xist ser rêya koçberiyê. Ev trajediya ku bi serê jinên Efrînî ve hat, nîşan dide ku koçberiya ji neçarî dikare veguhere birîneke demdirêj a li nava nifşan belav bibe.

CAREKE DIN RÊWÎTIYA KOÇBERIYÊ

Êrişên ku sala 2019’an li ser Serêkaniyê û Girê Spî destpê kir bû sedema pêleke din a koçberiyê ya bi heman rengî. Herî kêm 300 hezar mirov neçar man malên xwe biterikînin û li bajarên cuda yên herêma Cizîrê, li Qamişlo, Hesekê û Dêrikê bi cih bibin. Kampên Waşokanî, Serêkaniyê û Newroz veguherî yek ji qadên girîng ên van malbatan. Jinên ku bi salan li binê konan man, zarokên xwe mezin kirin, di heman demê de hêviya xwe ya ji bo vegera li warê xwe parastin.

REVANDIN, ÊŞKENCE Û TUNDIYA ZAYENDÎ

Di atmosfera tundiya ji ber dagirkeriyê de jin li binpêkirinên giran ên weke revandin, êşkence û tundiya zayendî rast hatin. Li gorî daneyên ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê sala 2024’an weşand, zêdeyî 500 jin hatin revandin, 142 jin rastî destavêtinê hatin, 83 jin hatin kuştin. Bi heman rengî li Serêkaniyê û Girê Spî herî kêm 400 jin û zarokên keç hatin revandin.

Şerê ku Çileya 2026’an destpê kir ji bo malbatên bi salan ji cih û warê xwe bûbûn rewşa nediyar hîn giran kir. Malbatên li kampên Waşokanî, Serêkaniyê û Newrozê ji aliyekî ve bi fikara ewlekariyê ya ji ber şerekî nû, li aliyê din jî bi barê psîkolojîk û aboriyê yên koçberiyê têkoşiyan.

572 MALBAT LI BENDA VEGERÊ NE

Rewşa malbatên li Kampa Newrozê disekinin jî nîşan dide ku koçberî hîn bi dawî nebûye. Li kampê 572 malbatên ji Serêkaniyê hene. Ev malbat li binê konên kevn, bêyî derfetên tenduristî, xurek û germkirinê di nava zor û zehmetiyan de ne. Jin dixwazin ku vegerin malên xwe yên bi salan jê dûr ketine û zarokên xwe li ser xaka xwe mezin bikin, jiyaneke asayî ava bikin. Malbatên li kampên Waşokanî û Serêkaniyê disekinin jî di rewşeke bi heman rengî de ne.

LI DÛ BENDEMAYINA 8 SALAN

Di sala 2026’an de destpêkirina vegera malbatên Efrînî ji bo bidawîkirina koça ji neçarî ya bi salan gaveke girîng bû. Di çarçoveya peymana ku di navbera Rêveberiya Xweser a Roajva û Hikumeta Demkî ya Şamê de 29’ê Çileyê hate îmzekirin, meha Adarê amadekariyên vegerê hatin kirin, piştre jî bi konvoyan malbat vegeriyan xaka xwe. Di Gulanê de qemyonên ji hezaran malbatên Efrînî gihîştin Efrînê. Vê yekê hêvî da mirovên ji herêmên din ên koçber bûn.

JIYANÊ JINÛVE AVA DIKIN

Jinên Efrînî bi biryar in ku vegerin xaka xwe. Jinên ku neçar man bi salan li bajarên cuda bimînin, çend caran koçber bibin û zarokên xwe di nava mercên cuda de mezin bikin, piştî ku vegeriyan warê xwe hewl didin jiyanê jinûve ava bikin. Hinek ji wan li ber mala xwe ya hilweşiyayî kon vedidin, hinek ji wan vedigerin bexçeyên zeytûnên xwe û hinek jî dîwarê xwe yê hilweşiyayî lê dike.

Vegera li Serêkaniyê jî parçeyek ji heman pêvajoyê ye. Piştî ku meha Tebaxê konvoya destpêkê ya ji 410 malbatan bi rê ket, ev yek piştî koça ji heft salan bû pêşketineke girîng. Di encama rêwîtiya ji 8 konvoyan de 3 hezar 500 malbat vegeriyan warê xwe.

XWEPARASTIN GARANTIYA JIYANA CIVAKÎ YE

Li Rojava yek ji taybetmendiyên herî girîng a ku têkoşîna jinan ji tecrûbeyên din ên şer û koçberiyê cuda dike, avaniya rêxistinbûyî ya civakî ya bi salan e. Meclîsên jinan, sîstema hevserokatiyê, rêxistinên jinan, mekanîzmayên temsîlê yên li rêveberiyên xwecihî û rêxistiniyên xweparastinê yên jinan di nava destketiyên bingehîn ên vê têkoşînê de ne.

Ev destketÎ jî parçeyek ji veguherîna civakî ye ku dike ku jin li ser jiyana xwe xwedî mafê gotinê be. Rêxistiniya jinan a li hemberî tundiyê, tevlîbûna li jiyana aboriyê, cihgirtina li nava mekanîzmayên biryardanê yên siyasî û afirandina îradeyê di mijara ewlekariya xwe de encamek ji têkoşîna bi salan e.

Di şerê dawî de êrişên li dijî bedena şervanên jin û êrişa li hemberî nasnameya jinê, tundiya li hemberî sembolên vê têkoşînê derxist holê. Hişmendiya xweparastinê ya jinan bi tecrûbeya dîrokî ya li hemberî êrişên bi vî rengî afirî. Xweparastin li gel parastina xwe ji tundiya fîzîkî ji bo jinan parastina sazî, hebûna xwe ya civakî, nasname û mafên xwe yên biryar wergirtinê ye.

Ji Efrînê heta bi Serêkaniyê, ji Girê Spî heta bi Kobanê nirxê herî girîng ê ku jinan di rêwîtiya koçberiyê de hilgirtin, îradeya jinûve avakirina jiyanê bû. Dema ku malek hilweşiya li cihekî din jiyaneke nû ava kirin, dema ku ji taxekê koçber bûn piştevanî jî bi xwe re birin, zarokên xwe mezin kirin, hilberîna xwe dewam kirin û dest ji têkoşîna rêxistinbûyî bernedan.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Dayika her şoreşê jinek e, ku ronahiyê diafirîne’
Nûçeya Pişt re Çelik: Meseleya Kurd bi gihîştina hev a herdu aliyan çareser dibe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Konferansa Xwendekarên Komunalîst: Bi kampusên komunbûyî re dema rêxistinbûnê

Bi pêşengiya Xwendekarên Komunalîst bi dirûşma “Bi kampusên komunbûyî re dema rêxistinbûnê ye” li Amedê…

Ji aliyê Stêrk TV

Di Newroza Hatayê de ji bo çareseriyê işaret bi Îmraliyê hate kirin

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Newroza li quntara çiyayê Amanosan axivî, Deklarasyona…

Ji aliyê Stêrk TV

Zextên li ser girtiyên jin dewam dike

Hate ragihandin ku nayê hiştin ku 7 jinên li Girtîgeha Evîn ya Tehranê bi rêya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Pakistanê leşker şand Erebistana Siûdî, Husiyan gef xwar!

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Dokûmantera Mîrza: Çîroka bawerî, hêvî û berxwedanê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Newroz Uysal Aslan: Azadiya girtiyan dikin mijara bazarê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Dayika her şoreşê jinek e, ku ronahiyê diafirîne’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?