Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Cengîz Aktar: Divê hikumet têkildarî daxwazên Kurdan gavê biavêje
Rojane

Cengîz Aktar: Divê hikumet têkildarî daxwazên Kurdan gavê biavêje

Prof. Dr. Cengîz Aktar nîqaşên li ser pêvajo û diyalogê nirxand û anî ziman ku desthilatdarî têkildarî daxwazên Kurdan îradeyeke siyasî nîşan nedaye. Aktar got, divê hikumet gavê biavêje.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di ser banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo û biryara PKK’ê ya ragihandina agirbestê re mehek derbas bû, lê hîn jî hikumetê gaveke şênber neavêtiye. Li ailyê din li Îmraliyê di şert û mercên Rêber Apo de jî guhertinek nehatiye kirin.

Ji Zanîngeha Akdenîzê Prof. Dr. Cengîz Aktar hem bûyerên li Sûriyeyê hem jî nîqaşên li ser diyalog û pêvajoya li Tirkiyeyê ji ANF’ê re nirxand.

Cengîz Aktar anî ziman ku li gel hemû bûyerên neyînî yên li Sûriyeyê gelekî girîng e ku rewş veneguheriye şerekî navxweyî û bi bîr xist ku daxuyaniyên rêveberiya Şamê ji aliyê Durzî û Kurdan ve nayê qebûlkirin. Aktar bûyerên heyî weke ‘atmosfereke kaosê’ pênase kir û diyar kir ku Tirkiye dixwaze li herêmê qereqolan ava bike, lê belê Îsraîl a ku hêzê ji Emerîkayê werdigire li ber vê projeyê radibe. Aktar destnîşan kir ku Îsraîl naxwaze Tirkiye li Sûriyeyê mayinde be û got, hîn ê nayê zanîn bê kî wê li ser rêveberiya AHmed El Şara bi bandor be.

‘DESTHILATDARÎ ÎRADEYEKE SIYASÎ NÎŞAN NADE’

Aktar anî ziman ku bûyerên li Sûriyeyê diqewimin pêwendiya xwe bi nîqaşên pêvajoya li Tirkiyeyê re heye, gotina ‘jê re nebêjin pêvajo’ ya aliyê desthilatdariyê bi bîr xist û diyar kir ku desthilatdarî xwedî projeyekê nîne. Aktar işaret bi daxuyaniyên Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat kir ku li ser nîqaşan axivî bû û got, “Desthilatdarî dibêje, ez ê tiştekî nedim. Ji xwe tiştekî nade. Qendîl zane bê ev çi ye. Daxuyaniya dawî ya Besê Hozat gelekî şênber û zelal bû.” Aktar destnîşan kir ku desthilatdarî îradeyeke siyasî ji bo bersivdayina li daxwazên Kkurdan nîşan nade.

‘DESTHILATDARÎ NIZANE BÊ DIXWAZE ÇI BIKE’

Aktar bal kişand ser girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û diyar kir ku desthilatdarî bi vê gavê re nizane bê dixwaze çi bike, serê desthilatdariyê tevlîhev e. Aktar ggot, “Rejîmên bi vî rengî yên otorîter û ne zelal, hin biryaran werdigirin. Şîrovekirina vê yekê jî dibe para me. Ne bawer im, yanî bi guman im ku zanibin bê dixwazin çi bikin.” Aktar destnîşan kir ku bûyerên li Stenbolê diqewimin jî tevlîheviyek e.

‘ERDOGAN Û BAHÇELÎ QEDERA XWE KIRIN YEK’

Akdar daxuyaniyên dawî yên Devlet Bahçelî jî şîrove kir û anî ziman ku ew ne bawer e di nava desthilatdariyê de di navbera Devlet Bahçelî û Tayyîp Erdogan de pirsgirêk hebe. Aktar ragihand ku Erdogan û Bahçelî qedera xwe kirine yek û got, ne bawer e ku desthilatdariya heyî bixwaze bi hilbijartinê dest ji desthilatdariyê berde. Aktar bi vî rengî dewam kir, “Ji xwe nepêkan e ku dest jê berdin. Ji ber ku şebekeyeke sûc e. Karekî li derveyî qanûnê nemaye ku van di nava 20 salan de bi taybetî jî ji sala 2013’an û vir ve nekirine. Dema ku ji desthilatdariyê ketin, êvarê wê yekser bêne ggirtin. Ji ber ku destûra bingehîn û hemû qanûn têk birin. Ya ku dizî ne li aliyekî.”

‘DESTHILATDARÎ DIVÊ GAVÊ BIAVÊJE’

Aktar destnîşan kir ku di halê hazir de divê desthilatdarî gavê biavêje û got, “Desthilatdarî gavê neavêje, ji ber ku dest û milê wî girêdayî ye. Ji xwe got, ku wê neke. Dibêje ‘Tirkiyeyeke bê teror’, bangeke welê dike ku ne diyar e bê çi ye. Ji bo PKK kongreya xwe li Mûşê bicivîne bang kir. Bi dîtina min rewşeke kêrnehatî ya gelekî mezin heye.”

‘EM NIKARIN QALA MUXALEFETEKE TOPYEKÛN BIKIN’

Li ser helwest û karên ku divê muxalefet jî bike Cengîz Aktar got, “Di mîtîng û çalakiyên ji bo Îmamoglû de dijminatiya li Kurdan heye. Hemû nebe jî beşek bi rengekî eşkere dijminatiyê li Kurdan dike. Yanî mirov li Tirkiyeyê nikare qala muxalefeteke topyekûn bike.” Aktar diyar kir ku kodên hebûnê yên desthilatdariyê antî demokratîk in û destnîşan kir ku rejîmeke bi vî rengî nikare li ser bingeha demokrasî û mafên mirovan gavê biavêje.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nasnameya şehîdekî Bendava Tişrînê hate eşkerekirin
Nûçeya Pişt re Li Amarayê banga ji bo 4’ê Nîsanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Saarbruckenê ‘Women Defend Rojava’ hat damezrandin

Piştî bûyerên dawî yên li Rojava, li Saarbruckenê koma “Women Defend Rojava” hate damezrandin.

Ji aliyê Stêrk TV

Berdana girtiyê 31 salan careke din hate astengkirin

Berdana Alî Koç ku 31 sal in dîlgirtî ye, cara duyemîn hate astengkirin. Koç ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Besê Erzîncan: Têkoşîna li dijî mêr, hunerek e

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan destnîşan kir ku têkoşîna li dijî mêr hunerek e.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?